Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 27 July 2009

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, bi boneya bi dawîbûna hilbijartinên herêma kurdistanê, peyamek pêşkêşî xelkên herêma kurdistanê kir û ev jî, teksta ewê peyamê ye:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya bi dawîbûna hilbijartinên herêma kurdistanê, ez ji dil pîrozbayîyê li hemû gelê kurdistanê, bi hemû pêkhatên xwe ve dikim, ku ew prosesa demokratîk a ku li seranserî herêma kurdistanê çê bû, bi rastî pêngaveka pêşkevtî bû, da ku binemayên demokrasîyê bêtir li herêma kurdistanê bi cih bibin.

Ez bi evê boneya xweş spasîya cemawerên kurdistanê dikim, ji ber ku bi tevî germê jî, bi rêjeyeka berçav berê xwe dan sindoqên dengdanê û bi azadî dengên xwe dan.

Hêvî û umêda me ji evê prosesê ew bû, ku xelk bi azadî berê xwe bidin sindoqên dengdanê û bi azadî dengên xwe bidin.

Spas ji Xweda re, wek çawa ku dihat çaverêkirin, ev prosesa han hat encamdan û niha jî em hemû çaverêyî ewê yekê ne, ku komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan, encamên dawîyên evan hilbijartinan belav bike. Ew encam jî her çawa bin, ji bo daxwaza gelê kurdistanê serkevtin e. Ji ber ku em hemû kurdistanî ne û em hemû ji bo yek armancê têkoşînê dikin û pîkola bi cihanîna wê dikin.

Ez gelekî spasîya hêzên navxweyî, pêşmerge û dezgehên asayişê û paraztina herêma kurdistanê û hemû dezgehên hukûmetê û hemû lîstên beşdarbûyî û dengderên xweştivî dikim, ku bi hev re nehiştin ti girift û arêşe çê bibin.

Ez spasîya dezgehên ragihandinê , çavdêrên navxweyî û biyanî dikim, ku çawanîya rêveçûna evan hilbijartinan bi çavên xwe dîtin û ez gelekî spasîya komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan dikim, ku karên xwe bi awayekî pîşeyî encam da. Ez hêvîdar im ku xelkên xweştivîyên kerkûkê û deverên dinên dabirrayîyên herêma kurdistanê, beşdarîyê di hilbijartinên dahatîyên herêma kurdistanê de bikin.

Ez careka din tekez dikim, ku em hemû çaverêyî encamên dawî ne û divê em hemû serên xwe ji daxwaza dengderan re xwehr bikin.

Her şad û serfiraz bin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

26, 07 / 2009

Kurdistan TV

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.