Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 6 June 2009

Hewlêr – Hikûmeta Herema Kurdistan'ê nûçeyên ku Komara Tirkiye li Hewler'ê konsolxane vedike, derewand.
Nûçeya vekirina konsolxana Tirkiyê ya Hewler'ê çend roj berê di televîzyona CNN Turk'ê de derketibû. Li gor nûçeyê Dewleta Tirkiye di payîzê de li Hewlêr'ê konsolxane vedike.

Berdevkê Hikûmeta Herema Kurdistan'ê Felah Mistefa roja Pêncşemê di derbarê mijarê de daxuyaniyekî da medyayê û nûçeya CNN Turk'ê derew derxist.

Mistefa di daxuyaniya xwe de got: “Hikûmeta Herema Kurdistan'ê duxwaze bi Tirkiye ya cîran re têkiliyên xwe pêşvebibe. Di heman demê de hikûmeta me duxwaze têkiliyên xwe bi welatên cîran û civaka navdewletî re firehtir bike. Heta niha bi şêweyekî resmî em ji hewla vekirina konsolxana Dewleta Tirkiye'yê ya li Herema Kurdistan'ê ne haydar in.“
Felah Mistefa got, niha li Herema Kurdistan'ê 16 nûnertiyên dîplomatîk hatine vekirin. Mistefa wiha domand: ''Tiştekî normal be ku Tirkiye jî konsolxana xwe li Herema Kurdistan'ê veke. Li gor me wê gaveke wiha ya Dewleta Tirkiye'yê wê di xizmeta berjewendiyên herdû aliyan de be. Vekirina konsolxaneyeke wiha wê têkiliyên aborî, bazirganî, civakî û sîyasî pêşve bibe. Lê xwuya ye ku heta niha dema vê biryarê nehatiye.“

Peyamner PNA- Kürdistan Bölgesi Başkanlık Divan Başkanı Fuad Hüseyin, UNAMİ Raporu hakkında bir açıklamada bulundu. BM Genel Sekreterliğine bağlı ozel bir komisyon De Mistura başkanlığında Irak'ta sorunlu bölgeler ve çözüm yolları hakkında bir araştırma ve rapor hazırlamıştı. Kürdistan Bölgesi Başkanı Mesut Barzani'nin özel talimatı üzerine oluşturulan bir komisyon, rapor üzerinde çalışmalara başlamış ve raporun kısa sayılamayacak bir süre zarfında ayrıntıları ile değerlendirilmesi üzerine Başkan Mesut Barzani BM özel Temsilcisi De Mistura'ya bir mektup gönderdi. Mektupta sorunlu bölgeler ve anayasal çözüm zemininden sözedliyor. Fuad Hüseyin , “Mektup genel olarak üç maddeyi içermektedir. Anayasa ve onun 140 maddenin vazgeçilmezliği, ki bu madde sorunlu bölgelerin sorunlarının çözümü için esas oluşturmaktadır; Kürdistan bölgesi hükümeti ile Irak hükümeti arasında yapılacak doğrudan görüşmelerle bu bölgelerin sorunlarının ele alınarak anayasa baz alınarak çözüme kavuşturulması; Üçüncü olarak da, Başkan Mesut Barzani tarafından özel bir talimat ile oluşturulan ve De Mistura raporunu inceleyen komisyon, Kürdistan Bölgesinin yaklaşımını ayrıntılı bir raporla sayın De Mistura'ya sunacaktır“ dedi.

Hejar Esger Almata - Mihemedê Silo Babayev ku di salên 1923-29an de li Azerbaycana Komarên Sovyet'ê Pêşengê Kurdistana Sor bû, bi Rûdaw'ê re axivî. Babayev, Serokê Yekitiya Kurdên Yekitiya Komarên Civakî ya Sovyet'ê (YKCS) û peywirdarê KGBê bû. Ew di nav Kurdan de wek rêberek dihat dîtin. Babayev, daxuyaniyên girîng dan Rûdaw''ê. Rûdaw: Birêz Babayev, em dizanin ku em dizanin ku ji salên 1989an heta sala 1991an di bin sîwana Yekbûn'ê de, ji bo avakirina qezaya Kurdistan'ê têkoşîneke pir girîng hat dayîn. Ji bo çi van xebatan berdewam nekir? Babayev: Pêşengê me yê efsaneyî Mele Mistafa Barzanî ji bo ez di oxira Kurdistana Sor de xebatê bikim, ez teşwîq kirim. Mele Mistafa Barzanî piştî şerê duyem ê cîhanê dema hatErmenistan'ê, axaftineke ku tu caran nayê jibîrkirin kir. Axaftina wî tesîr li min kir. Beriya hevditina li Ermenistan'ê dema ez ji bo peywira KGBê çûbûm Rojhilatê Kurdistan'ê, min li wir bi Qazî Muhamed û Mele Mistafa re hevdîtin kiribû. Di salên 50yî yên sedsala pêşî de, min bi hevalên xwe yên nivîskar Eliyê Evdirehman, Bariyê Heso, Bariyê Mehmûd û hwd re, ji bo daxwazên Kurdistana Sor ji rêveberiya YKCSê re name nivîsandibû. Me di sala 1961ê de, heyeteke rewşenbîrî ava kir û em çûn Moskow'ê. Di vê heyetê de Temur Aliyev, Huseyîn Sadikov, Memed Emînê Ezîz, Huseyîn Navo, Memed Tahîrov, Çerkezê Beko û Qenatê Kurdo cîh digrit. Me li vir daxwaza otonomiyê kir. Me xwest Kurdên me yên ku di salên 1937-44an de ji bo Başûrê Kafkasyayê, Asyaya Navîn û Kazakistanê hatine sirgûnkirin, careke din vegerin ser axa xwe. Lê rêveberiya Sovyet'ê guh neda daxwazên me. Rûdaw: Gelo nêzikahiya Sovyet'ê ya li hemberî Kurdên ku hatine koçberkirin û nêzikahiya wan a li hemberî hindikahiyên din, piştre guherî yan na? Babayev: Di salên 1988an de, dema ku şerê Azerî - Ermenan ji bo Qerebax'ê destpêkir, Kurdên Musluman yên ku li Ermenistan'ê dijîn jî bi Azeriyan re hatin qewirandin. Yên reviyan hin ji wan çûn Azerbaycan, hin ji wan çûn Rusya'yê û hin ji wan jî berê xwe dan Kazakistanê. Ji bo ku ew hemû li cîh ek kom bibin, me dest bi xebatê kir. Ji ber vê yekê me careke din doza jinûveavakirina qezaya Kurdistan'ê ya ku di salên 1923-29an de hatibû avakirin kir û me ev yek xiste rojevê. Piştî ku me bi Kurdên komarên cuda re hin civînan pêk anî, me Yekitiya Kurdên YKCSê "Yekbûn"ê ava kir. Me li Bajarê Moskow'ê 2 kongre çêkirin. Li ser daxwazên me Parlamentoya YKCSê ji bo ji nûh ve avakirina Kurdistana Sor komîsyoneke taybet ava kir. Me ji bo avakirina organeke çapameniyê ku propogandaya Kurdistana Sor dike jî destûr stand. Dema me bi Rîvenko ku yek ji alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst ê YKCSê Mihail Gorbaçov re hevdît, ji ber kar û barên me yên ku me ji bo Kurdistana Sor kiriye û rêveberiya Sovyet'ê jî ev yek qebûl kiriye, em pîroz kirin. Lê mixabin di meha dawî ya sala 1991an de Rejima Sovyet'ê hilweşiya û bûyereke dîrokî ji bo Kurdan pêk nehat. Bi hilweşîna Sovyet'ê re hêviyên me jî şikestin. Di vê pêvajoyê de ez jî nexweş ketim û xebatên me nîvco man. Rûdaw: We di yek ji rêxistinên herî mezin ê cîhanê di îstîxbarata KGBê de peywirdarî kir. Hûn çawa bûn elemanê KGBê? Hûn dikarin hinek behsa vê pêvajoyê bikin? Babayev: Di sala 1937an de em hatibûn sirgûnkirin. Di dema destpêka Şerê 2. ê Cîhanê de, em bi çend malbatan re vegeriyan Ermenistan'ê. Evdo Îsa ku ku xizmê me ye û li Erîvan'ê dimîne, ji ber ku di nava Kurdan de yek ji yê xwenda ez im, ez ji bo xebata KGBê pêşniyar kirim. Min xwe jê aciz kir. Lê wî ji bo vê yekê israr kir. Lê di encamê de min ev bi îstîxbaratê re hevdîtin qebûl kir. Hevdîtina me pir dijwar derbas bû. Paşnavê rayedarê îstîxbaratê Guryan bû. Wî ji min re wiha got: “Zanîna te ya çend zimanan ji bo de dê bibe destpêkeke baş. Em ê te ji bo perwerdehiyê bişînin Tîflîs'ê, tu dikarî piştî perwerdehiyê dest bi peywirê bikî.“ Min jî jê re wiha got: “Ez dizanim ku ji Kurdan hin kes ji bo xebatên sîxuriyê hatine peywirdarkirin û ew careke din venegeriyan.“ Guryan, li min wiha vegerand: “Ma bi te re heysiyeteke neteweyî tune ye? Ma tu qet ji gelê xwe hez nakî? Gelê te di nava dest û piyan de ye. Tu di nava Kurdan de yek ji yê herî xwenda yî. Ger ên xwenda weke te bifikirin wê çaxê halên ên din yeman e." Rûdaw: Van gotinan tesîr li we kir û hûn ketin nava KGBê? Babayev: Belê vê axaftine tesîreke pir mezin li min kir û min qebûl kir ku ez bixebitim. Ji bo salek û nîv ez şandim perwerdehiya îstîxbaratê. Di meha sêyem a perwerdeyê de, ez birim Komara Mahabad'ê ku li Rojhilatê Kurdistan'ê hatibû avakirin. Ez hingê 23 salî bûm. Ez li vir bi Serokomar Qazî Mihamed û Wezirê Parastinê yê Mahabad'ê Mele Mistafa re axivîm. Min bi wan re hevdîtin pêk anî. Dema ku ez vegeriyam Tîflîs'ê, min di navbera rayedarên KGBê û nûnerên Komara Kurdistan'ê li Mahabad'ê de peywira navbenkarî û tercûmaniyê kir. Piştî ku min dibistan qedand, ez wek sîxurê îstîxbaratê şandim Erîvan'ê. Tayîna min ji bo Erîvan'ê derket. Min li vê derê, di nava xebatên îstîxbaratî ya ku li hemberî Tirkiye'yê dihat meşandin de cîh girt. Ez piştî Şerê 2. yê Cîhanê ji karê îstîxbaratê veqetiyam. Rûdaw: Qezaya biçûk a Kurdistana Sor, ji sala 1993an û vir de di bin dagirkeriya Ermeniyan de ye. Li vê derê 300 hezar Kurdên ku hatine koçberkirin, wek penaber dijîn. Pirsgirêka Qerebax'ê çareser nebû û aloziya di navbera Azerî - Ermeniyan de didome. Di rewşeke wiha de divê Kurd çi bikin? Babayev: Bi hezaran sal in ku li Kurdistana Sor Kurd dijîn. Ev der axa me ya dîrokî ye. Divê pêşî ev yek bê zanîn. Divê Kurd û Kurdistan'ê Kurdistana Sor ji bîr nekin. Bi izna xwedê dewleta me jî ava dibe, em ber bi azadiyê ve dimeşin. Ez ji Hikûmeta Kurdistan'ê û rêxistinên Kurdan tika dikim, bila Kurdistana Sor bixin rojeva xwe. Bila li ser vê mijarê xebatên berfireh bikin. Babayev kî ye? Mehmedê Silo Babayev, di 20ê cotmeha 1920an de li bajarê Ararata Ermenistan'ê hatdinyayê. Di sala 1937an de, bi malbata xwe re ew sirgûnî Asyaya Navîn kirin. Pişti demekê, bi hewldana xwe ya şexsî vegeriya Ermenistan'ê û bi KGBê re xebitî. Di dema Komara Mahabad'ê de li Rojhilatê Kurdistan'ê peywirdar bû. Di sala 1948an de Enstîtuya Karên Gundan a Erîvan'ê kuta kir. Di sala 1965'an de teza xwe ya doktorayê nivîsand û demeke dirêj wek Dîrektorê Solhoz'ê xebitî. Li Ermenistan'ê, bû Endamê Rêveberiya Komîte ya Partiya Komunîst a Bajarê Masîs'ê. Piştî sala 1969an, bû Serokê Yekitiya Komarên Solhoz û Dîrektoriya Solhozê. Ev kar û bar li bajarê Xaçmaza Azerbaycan'ê meşand. Babayev, di sala 1989an de di dema ku YKCS hilweşiya de, li Azerbaycan'ê ji bo jinûveavakirina Kurdistana Sor rêxistina Yekbûn'ê ava kir û vê peywira xwe heta hilweşîna Sovyet'ê dom kir. Rêxistina Yekbûn ku di nava qeydên Wezareta Dadê ya YKCSê de bi awayek fermî cîh digre, ji bo Kurdistana Sor 3 salan têkoşiya.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.