Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 5 July 2009

Gelê Kurd dê bi dewla serê Serok Mesûd Barzanî serxwebuna xwe didemek nêzîkde bistînit. Ev baweriya min heye û divê emdamên gelê me jî bi dilekî zelal û bi serxwegitiyekî jêhatî gestekê bidin pêşmerge û dilxwazê doza Kurdistan.

Bê guman Serok Mesûd Barzanî keseke ku ji terefên gelê Kurd û Kurdistaniyê ve tête naskirin û biha giranekî mezine li nik me Kurdan. Ew di warê leşkerîde rêberekî bê wêne buye. Mirovekî xwedî wijdane, demokrate. Rêzdar Mesûd Barzanî li berdestên Mirvô mezin Nemir Mistefa Bazanî perwerde standiye. Keseke ku di 15-16 saliya xwede çekê azadiyê û serxwebuna Kurdistan hilgirtiye û divê rewsa dijwar û azar û zehmetîde xwe gihandiye îro.

Mesûd Barzanî mirovekî sadeye, lê kesekî milliye û bê tavîzkare. Jixwe ev terefê wiyê di warê tavîznedanêde û siyaseta wiya şeffaf û xwedî misyona netewî dinava gelê Kurdistanêde buye cihê rumetê û rêzgirtinê.

Çavên welatên dinyayê di roja 25.7.09de liser demokrasiya Kurdistanê dimine. Jixwe rêzdar Serok Mesûd Barzanî di fermêt: „Bila ew roja hilbijartinê bibe roja cejna netewî“. Divê hevokêde axin û kalîn, nalîn û azara gelê Kurdistanê bo cîhanê dide berçv kirin ku gelê Kurd xwedî cewhera demokrasiye ye û ne ji miletên dinyayê kêmtire.

Jiberku serokatiya Kurd û Kurdistanê tinê bi destên kesekî wekî rêzdar Mesud Barzanî ve bête rêvebirin di berjewendiya doza gelê Kurddeye. Em divê wî carbicar hişarbikin liser hindek gotaran jî. Li Kurdistanêde, ji bilî gelê Kurd hindikayî hene, divê ji wanre nebêjin netew. Jiberku ew ne netewin, lê kêmanîne.

Jiberku Serok Barzanî dê sedê sed serbikeve. Ez her ji îro de Serok Mesûd Barzanî bo demê çar salan serokê Kurdistan pîrozdikim. Jiberko serokatî û serxwegiritina gelê Kurd bo azadiya Kurdistan incex laiqê wiye bo binecihkirina Kurdistan.
Îsmaîl Girikî
5.7.2009

Rêzdar Distar, Nivîsa ku te jî li jor xwendi min rêkir lê bi cendan car dibêjin yaskli kelime den dulayi. Hiha min ji wan duhi ducaran û îro jî carekê pirskir; gelo yasakli kelime hangisidir? Ama adamlari sanki baska bir dünyada yasiyorlarmis gibi sagir ver dilsiz. Tekrat tekrat yasakli kelime deyip duruyorlar. Bus verdim zaten. Bu sitelerin hic biri gercek demokrat deyildir. Adamlar kendi kisisel iliskilere göre davraniyorlar. Silav

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.