Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 26 May 2008

PNA – Serokê dîwana serokatîya herêma kurdistanê Dr. Fu`ad Huseyn di bêjedanek rojnamevanî de ragihand, ku ti pêşinyarek di bareya çareserkirina pirsa kerkûkê û deverên dinên dabirrayîyên herêma kurdistanê, ji alîyê şandewerê Netweyên Yekbyî ve negihijtiye serkirdeyên siyasîyên kurdistanê. Dr. Fu`ad Huseyn ji rojnameya ElşerqElewset re got, ku DeMistura heta niha naveroka pêşinyara xwe ya di evê bareyê jî de nedaye xuyakirin.

Dr. Fu`ad Huseyn ji ElşerqElewset re da zanîn, ku şandewerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Stefan DeMistura heta niha bi awayekî fermî pêşinyara xwe di bareya pirsa bajêrê kerkûkê û deverên dinên dabirrayîyên herêma kurdistanê de nedaye zanîn.

Gerek Stefan DeMistura jî pêşinyara xwe ya ji bo çareserkirina evan pirsan, pêşkêşî encûmena serokatîya Iraqê bike û paşê jî gerek naveroka ewê pêşinyara xwe rabigihîne.

Qadir Ezîz ê ku nûnerê serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ye û di komîteya bilinda bi cihanîna maddeya 140 de ye, ewî jî bêjedanek rojnamevanî da rojnameya ElşerqElewset û got, ku sê pêşinyarên DeMistura hene.

Qadir Ezî da zanîn ku komîteya bilinda bi cihanîna evê maddeyê, vexwendinan li ser ewan hersê pêşinyarên DeMistura dike û paşê jî, dê mekanizma bi cihanîna evê pêşinyarê bihê destnîşankirin.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.