Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 9 July 2009

Hindek dema liser vê rêxistina tarî tiliyên xwe dihejînin, di nava guvendêde tinê serguvendî dibînin.

Ev bi gorî sezayî ya siyasetê neraste. Dema guven bête analizkirin divê netinê serguven, belku binguvend jî têde bi yek carê bête buxelkirin dakû netîceyekî saxlem û bercav derkeve meydanê.

Duran Kalkan ciqasê xortên Kurd didit kustinê Murat Karayilan jî, ji wîjî pitir didit kustin. Kes nikare bêje kust ji hestî cudaye. Li wêderê biryarên têne girtin destbixwîn Kalkan bi serê xwe nastîne, belku biryarên li biryargeha generalên Tirk ji Imrali bi gaziya serokê wan? Öcalan têt.

Li cîhanêde rêxistinekî wekî kemalist pkk gelê xwe bixapîne derneketiye ser rûyê dinyayê. Dîsa li dinyayê de, civakekî wekî vê civaka Kurdên li duv Imralî û katilên Qendîlê ku resmî îdeolojiya dewletê diparêzin bê helwest û hizir xizmetê bikin û dijatiya qewmê xwe bikin derneketiye ser rûyê cîhanê.

Capemeniya talanker û dagirker bi zanabun dehola Imralî bideng dikin. Kurdek dema rengê darekê dide divê jibîr nekit ku tevahiya darê divê bêxe bercavan û analîzê.

Rêxistina ku resmî îdeolojiya dewletê biparêze, ew rêxistin dinava îxanetêdeye û tu eleka wê/wan bi doza azadiya Kurdistanê ve jî tuneye.

Dewleta Tirk dixwaze bo demê lipêsiya mede jî ev sebeke weko problem dinava Kurdande têkvedanê bike bimîne. Jiberku destdirêjiya pkk dijê goza Kurd di berjewendiya siyaseta bilind ya dewletêde ye. Jiberhindê, daku gelê Kurd didemek nêzîkde daxwaz û mafên xweyên xwezayî weko, "xwe bi xwe idare bike" bo cîhanê nekare rabigihîne, ev pkk ji dewletêre hêjî pêwîste dizanin.

Projên ku ev rêxistina Kurd Kustin tuneye bo doza gelê Kurd. Wan soz û peyman daye dewletê ku her destketiyên berbi basiya Kurd be, ew astenga rêde bicîn.

Taktik- siyaset- stratejiya partiya karkerên kemalistan(pkk/kck) tênê bila kesên nezan xwe bê mijolbikin, evcend direwsekî diyar û iskerede parastina netew dewleta Tirkiye dikin û yek ala û yek milet diparêzin jî bi gorî siyaseta wan dîsa normale. Jiberku erkên ser milên qiyadiya qendil û biryargeha Imralî vê emirdike.

Civakekî evcend bê helwest û fikirkirina doza Kurdistan cawa îxanetê qebuldike?

Îsmaîl Girikî
9.7.2009

Birez Îsmail Car caran ez dibînim kû tû vê rêxistine tarî û reş tînê ziman û rexne dikê. Birastî Tû di rexnê xwede gelekî rastîyê tîne ziman, le evjî pirseke gelo çima gelê Kurd piştgirîye vê rexistina tarî dikê? Ez hestê te fahm dikim, ez hirsê te jî fahm dikim û pewiste her kese Kurd jî wisa bifikirê û fikrû ramanên xwe bînê ziman. Lê ez bawrdikim kû em tiştekî girîng ji bîre dikin. Ewjî eve kû kurdistan ji PKK´re valaye û çawa dixwazê hespa xwe di bazinê! Ev jî ji bo welatperver dilsozê Kurd Kêmasîyek herî mezina. Çıma kêmasîye gelo? Ji ber kû em kêmasî şaşî, xeletî, nebaşî û îxanete PKK dibînin lê disajî em di Kurdistanda kêm hêz û bê deng dimînin, ev jî kêmasîye me ya herî mazina. Daka çen hêz û rexistinên me Kurdan dikarin îro li kurdistanê xwe pêşîdan bidin? Ma gelo evjî ne kêmasî û suca? Ez naxwazim zêde dirêj bikim Tû bimîne di xweşîyê´de silav û rêz Çeko Welat

Birêz Ceko careseri neku tuneye, belê heye. Lê bi hezaran car min dinivîsên xwede gotiye, Herkes bila kes û karên xwe ji duv vê kambaxa kemalist partiyê bidin past. Berjewendi buye rêya jiyana Kurdên Imralî. Kese dinava belediyekêde kardike û hezar kesên wan bi wê minasebetê bune duvikên Imralî. Kese dikin reis belediye û esîra lipê wîjî dikin kolên Imralî. Öcalan birêya mamostayên xweyên Tirk peres bas zihniyeta Kurdên Imralî zaniye. Birêz Ceko, Îro dema tu bêjî kaletê xwe yanjî birayê xwe yanjî met û xaleteka xwe ev pkk ne partiyekî Kurde û kemaliste dê jitere cibêjit? belê ez dizanim kêm û zêde dê cibêjit. Lê dewletê û Kurdên sersur ev îmkane bo kemalist partiya pkk pêssêkirin. Bêrêz Ceko, Ez rexa nakim, belku direk ixneta vê partiya di diroka 7 hezar salên qewmê Kurde ev yekemin care ku dijê doza azadî û serxwebûna Kurdistan partiyek di binkirasê resmi îdeolojiya dewletêde Kurdan dixapînin û bi askere ixanetê li Kurdan dikin, lê Kurdê tabîra at arabasiyê hêjî tênagehên û naxwazin fahmbikin. rêxistinekî bi îdeolojiya dewlwta talaker dijminkariya gelê Kurd dikin bi destên Kesên diyar ez serê vêdim. dawiyê Ki dibe bila bibe, herkurdê destek û pistevaniya partiya karkerên kemalistan bikin ew jî dijminin û didoza gelê Kurde îxanetkarin, Silav û rêz Îsmaîl Girikî

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.