Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 13 June 2009

"Armanc ji kêmkirina budceya madeya 140'ê, fişarxistine ser herêmê ye"

Endamên Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê û Lîsteya Yekgirtîya Îslamî ya Kurdistanê hewlên serok Talebanî di hilweşandina biryara birrîna 100 mîlyar dînarê madeya 140'ê de, bilind nirxandin û amaje bi wê yekê kirin ku ew biryar tevî ku neyasayî bû, armanc fişarxistine ser herêma Kurdistanê bû.
Endama Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê Ala Talebanî di daxuyaniyekê de ji malpera me re nêrîna xwe li ser hewlên birrîna 100 mîlyar dînarê ku ji bo madeya 140'ê hatiye terxankirin, nîşan da û da zanîn, tu pêwendiya wê meseleyên bi pirsgirêkên teknîkî û hûnerî ve tune ye û wiha pê de çû: “Ev, armancek e ji bo fişarxistina ser herêma Kurdistanê. Ji ber ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi armanceke siyasî budceya herêma Kurdistanê kêm kir. Nemaze di rewşa niha ya herêma Kurdistanê de ku hilbijartin di pêşiya wê de hene.“

Parlamentera ser bi LHK'ê Ala Talebaniyê di heqê hewlên serokkomar Talebanî de ji bo hilweşandina wê biryarê jî wiha got: “Di hilweşandina wê biryarê de ji aliyê Civata wezîran bi xwe ve, serok Talebanî roleka sereke lîst.“

Talebaniyê baweriya xwe li hemberî wê yekê jî anî ziman ku meseleya dengdana Lîsteya Hevpêmaniyê Kurdistanê ji bo jikar derxistina wezîrê bazriganiyê yê Iraqê, sedemek be ji bo tolhildanê ji herêma Kurdistanê, ew jî bi riya madeya 140'ê yan jî her dosyeyeke din ve û got: “Divê em li benda tiştên din jî bin. Her aliyek niha giranî û bandora kurdan dizane, lewre tu biryar yan hewlek li dijî kurdan bi ser neketiye. Lê bêguman divê viya jî bizanin, li ser herêma Kurdistanê metirsî jî hene.“

Girêdayî vê meseleyê endamê lîjneya yasayî ya parlamentoya Iraqê û endamê Lîsteya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Ehmed Enwer bi daxuyaniyekê ji malpera me re neyasayîbûna wê biryarê aşkere kir û wiha axivî: “Ew biryar neyasayî ye. Ji ber ku kêmkirin û veguhestina budceyê erka palamentoyê ye, ne civata wezîran û eger hikûmetê her niyetek jî hebe, divê parlamento wê bixe dengdanê. Ev yek jî di destûrê de hatiye.“

Endamê lîsta hevpeymaniya Kurdistanê Mûhsîn Sadun jî di daxuyaniyekê de ji PUKmedia'ê re baweriya xwe li ser wê yekê nîşan da, deverên ku madeya 140'ê wan digire nav xwe li benda zêdekirina budceya madeya 140'ê bûn. Her wiha li bendê bûn qonaxên qerebûkirinê bi lez bên pêkanîn û karhêsanî jê re bê kirin.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.