Ana içeriğe atla

Berî her tiştî min divê destxweşî li hemî xebatkar û nivîskarên Rûdawê bikim. Dema min bihîst dê rojnameyeka xwerû bi kurdî derkeve, ez ji kêfan firiyam. Ji bo min her dem xweziyeka mezin bû rojekê em kurdên li Ewropayê jî bibin xweyî rojnameyeka bi kurdî. Bi rastî jî şermeka giran bû ku berî Rûdaw dest bi weşanê bike, li seranserê Ewropayê rojnameyeka ji sedî sed ji kurdî pêk têt nebû. Bi tenê li Elmanyayê ji 1 milyonî zêdetir kurd hene. Bi saya Rûdawê êdî em jî dikarin nûçe û pêşveçûnên cîhanê bi kurdî bişopînin. Ji bo vê derfetê hemî spasîyên xwe pêşkêşî we dikim. Her serkeftin ji we re!

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.