Ana içeriğe atla

Komisyona hilbijartinan yên Lista Kurdistanî îro bi daxwiyaniyekê husyari da lista Nosirwan ku bi cekan xelkê tehditdikin. Kurdsat û GTV îro di nûceyande diyarkirin ku Komisyona cavdêriya Hilbijartinên lista Kurdistan bîroya Silêmaniyê hisyari da Nosîrwan û Layengirên wî ku ji derveyê prensîpên propaganda hilbijartinan tevdigerin. PUKmedia/2009-06-30/20:30:21 Vê êvarê lîjneya serpereştîkirina bangewaziyên hilbijatinê yên Lîsteya Kurdistanî ya parêzgeha Silêmaniyê di heqê xemsariya ku hinek alîgirên lîsteyên beşdar di hilbijartinan de li hemberî Lîsteya Kurdistanî û têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê heye, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya lîjneya serpereştîkirina bangewaziyên hilbijartinê yên Lîsteya Kurdistanî de wiha tê gotin: -Her çend e em dizanin û ji her kesî re, bi taybet jî ji xelkê bajarê Silêmaniyê re aşkere bûye, yek ji lîsteyên beşdar di hilbijartinan de bi awayekî mafê bangewaziyê bi kar tîne, ku aramî û ewlekariya xelkê têk dike û alîgirên lîsteyên din, nezame Lîsteya Kurdistanî nerihet dikin. Lê belê em bi temamê berpirsyariya xwe ya li hemberî xelkê Kurdistanê, bi taybet jî ya li hemberî xelkê bajarê Silêmaniyê, tevaya alîgirên Lîsteya Kurdistanî tewsiye dikin ku, reftar û hewlên alîgirên wê lîsteyê ku guh nade aramî û ewlekariya bajêr û xemsar in li hemberî vê prosesa demokratîk, wan neşêwîne û bi temamî pêbendî aramî û ewlekariya bajarê xwe, tewsiyeyên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan û yasayên wê bin û wek kesên têkder tev negerin. Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, di demekê de ku lîjneya serpereştiyar ya bangewaziyan, komîsyon ji wê yekê haydar kiriye, alîgirên Lîsteya Kurdistanî jî şiyar dike ku agahdar bin, ji berê zêdetir aramiyê biparêzin û pêbendî prensîba bangewaziya şaristanî, tewsiyeyên komîsyon û lîjneya bilind ya Lîsteya Kurdistanî bin.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.