Ana içeriğe atla

> **[ Yazdı:** > > Di evê merasimêde û şadîmaniyê de, nûnerên kompanyayên biyanî û gelek mêvan jî, li dîwana Seed Ebdullah amade bûn. serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cihgirê serokê herêma kurdistanê Kosret R. Elî jî amade bûn. Di merasima vekirina qofla rêkirina boriya petrolê ya herêma kurdistanê de ku ber bi derve ve hat şandin, di demjimar 12:30 de, ji aliyê serokê kurdistan û serokê Iraqê ve hat vekirin. Hemû kanalên ragihandinê û bi taybetî jî TV di nava evê bûyera dîrokî de amade bûn û ew ji cîhanê re veguhaztin. Di evê bûyerê de herdu boriyên devera Teqteq li Şîwaşok û Zaxo li Tawkê, bi hev ve hatin girêdan û di boriya kerkûkê re, ber bi bendera Cîhan a Turkiyeyî ve hat şandin.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.