PUKmedia/Cotyar Nihêlî/2008-05-20/19:55:22
Duhî artêşa Tirkiyeyê navçeyên Nêrwe û Rêkanê qazaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê topbaran kir.
Li ser vê topbaranê çavkaniyeke agahdar ji PUKmedia-yê re got:“ Duhî topxaneyên artêşa Tirkiyeyê navçeyên Nêrwe û Rêkan û gundên derdorê herdu navçeyan dan ber topan lê xweşbextane tu zerer û ziyanek pêk nehat.“
Heman çavkaniyê got.“ Di deverên ku hatine topbarankirin de gelek rez û baxên welatiyan hene û salene ji bo çinîna zadên rez û baxên xwe tên li nav baxên xwe dimînin lê îsal ji ber topbaranên Tirkiyeyê,nehatina rez û baxên xwe.“
Artêşa Tirkiyeyê duhî navçeyên Nêrwe û Rêkanê da ber topan