Îro berpirsê têkiliyên parlamentoya Kurdistanê Arêz Ebdullah û endamê parlamentoya Kurdistanê Heme Reşîd Mawetî li baregeha sereke ya AKP-yê ya li Enqereyê li gel cîgirê serokê AKP-yê û serokê Fraksiyona AKP-yê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê Dengîr Mîr Firat û endamê parlamentoya Tirkiyeyê Îhsan Arslan civiya.
Arêz Ebdullah li ser vê civînê ji PUKmedia-yê re got:“ Di vê civînê de me qala bihêzkirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir.Her weha me dûpat kir ku pêwîst e arîşeyên heyî bi riya diyalogê bi awayekî aştiyane bên çareserkirin.Di vê mijarê de nêrînên me wekhev bûn û civîn di hewayekî dostane de pêk hat.“
Ebdullah da zanîn ku heman roj li gel rawêjkarê Erdogan yê bo polîtîkaya derve û parlamenterê AKP-yê yê Stenbolê Egemen Bagiş jî civiyane û di hevdîtineke dostane de behsa çawaniya pêşvebirina têkiliyan û dîtina rêçareya aştiyane bo arîşeyan hatiye kirin.
Di dawiyê de jî Arêz Ebdulah şandeyeke AKP-yê vexwand Kurdistanê da ku bê Kurdistanê û rewşa Kurdistanê bibînin.Her weha wan jî li hember de bi awayekî mebdeyî vexwandina Ebdulah qebûl kirin.
Şandeyeke Parlamentoya Kurdistanê Li Enqereyê li gel karbidestên