بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Şerefname Dîroka Kurdistanê

Şerefname, meşa milletê Kurd a li ser sahneya dîrokê ye.
Aqil, hiş û bîreweriya sedan salan e.
Li welatê çîroka, çîroka rast a mîrekiyên Kurd e.
Kurdiya Şerefnamê nîşan dide ku ew ne tenê kronîkeke tarîxî ye; ew berhemeke edebî ye jî...

Ji Şerefnameyê

Mêrxasên ku ketin nava keleyê, di wê şeva tarî de ku hîv û rojê riya xwe şaş kiribûn û serberedayî digeriyan, felekê bi hezaran çavên xwe ve riya xwe şaş kiribû û nedizanî ka gelo dê bi kîjan riyê de biçe, wan bi dil û can kiribûn serê xwe û bi vî awayî jî bi riya Birca Reş a li milê bakurê keleyê, wekî bayê birûskê rakêşan û derketin ser keleyê. Li wir, piştî ku benên derenceyên xwe bi pencera xaniyekî vala ve girê dan, daketin xwarê.

Benên kemendên xwe berdan wekî maran
Ji bo ku têxin destê xwe şêrên felekê
Bi dest xistin Kurdan bi zora milê xwe hemî sengeran
Vekirin di hemî ciyan de deriyên şêran
Li milekî bejna xwe dikirin al, bilind dikirin
Li milekî jî çêdikirin bi zend û milên xwe derenceyan

ŞEREFNAME Û TABLOYÊN WÊ YÊN MINYATÛR

Şerefname -Dîroka Kurdistanê ya Qedîm-  kitêbek e ku dîrok û serpêhatiyên ji dema kevin heta sala 1597ê zayînî ya malbat û mîrekiyên Kurdan e ku ji aliyê mîrê Bedlîsê Mîr Şeref Xan ve hatiye nivîsandin. Bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Şemseddîn, di sala 1536-37an de, ji ber hinek bûyerên di navbera wî û ulame de qewimîn, ji aliyê sultanê Osmanî ve ji ser mîrekiya Bedlîsê hat rakirin û ew jî bi 600-700 malbatên Bedlîsê re koçî nav erdê Sefewiyan kir û xwe avêt seraya Şah Tehmasb. Ew li bajarê Qumê hat bicihkirin û ji aliyê Şah Tehmasb ve di rêza şah û sultan de hat girtin û qedrekî mezin jê re hat dayîn û li wir jî zewicî. Ji vê zewacê, di sala 1543yê zayînî de Mîr Şeref Xan çêbû. Mîr Şeref Xan, di seraya Şah Tehmasb de bi zarokên Şah û serayê re
perwerdeya xwe temam kir. Gelek dersên cihê xwendin, ji van ya herî balkêş jî dersa neqaşî û wênekêşiyê ye. Di gelek eyaletên Sefewiyan de walîtî kir û di karê birêvebiriya îdareya Sefewiyan de beşdar bû.
Dema li Îranê, bi hîs û ruhiyeta ku Kurd jî xwedî dîrok in û serpêhatî û bûyerên malbat û mîrekiyên kurdan winda nebin, dest bi berhevkirina zanyarî û agahdariyên derbarê wan de dike. Pişt re, di sala 1579ê de, bi navberiya Xusrew Paşa, ji aliyê Sultan Muradê Osmanî ve, Mîrêmîrekiya Kurdistanê jê re tê dayîn û bi malbatên Bedlîsî yên pê re vedigere Bedlîsê. Piştî vê vegerê, dest bi nivîsandina Şerefnameyê dike û di sala 1597ê zayînî (1005ê koçî) de cilda yekê ya Şerefnameyê temam dike.
Berî ku dest bi nivîsandinê bike, naverokek ji mijarên ku dê li ser binivîse çêdike û li gor vê karê xwe dimeşîne. Ev naveroka kitêbê jî, li gor rewşa îdarî û serwerî ya ew malbat û mîrekiyên di derbarê wan de nivîsandiye bûye. Wan malbat û mîrekiyan dike sê sefhe û temamê kitêbê jî dike çar sefhe. Sefhe jî dibin beş û qisim.
Şeref Xan dibêje: "Sefheya yekê di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku alaya saltanat û serxwebûniyê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine." Ji bo sefheya duduyan jî dibêje: "Di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê de ne ku her çendîn negihîştine dereceya serxwebûniyek temam, bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê de gihîştine dereceyek wisa ku hinek ji wan li ser navê xwe sikke lêdane..." Ji sefheya sisiyan re jî dibêje: "Di derbarê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê de ne. Sefheya dawiyê û ya çaran jî di derbarê mîrekiya bav û kalên xwe ya Bedlîsê de nivîsandiye.
Şeref Xan, yekem kes e ku sînorê Kurdistanê yê coxrafîk kêşaye û bi awayekî vekirî daye xuyakirin. Dîsa yekem kes e ku bi awayekî zelal behsa qewmiyetê, hîs û ruhê kurdayetiyê kiriye. Ji bo ku Şeref Xan di seraya Şah Tehmasb de dersê neqaşiyê xwendiye, di dema nivîsa Şerefnameyê de, li ser hinek bûyerên dîrokî wekî
nivîskî tişt negotine, lê wan di rûpelên ew mijar derbas dibin de, wekî minyatûr teswîr û îzah kirine. Ji ber vê, di cilda yekê ya Şerefnameyê de bîst û di cilda Şerefnameyê ya duduyan, ya li ser dîroka Osmanî, Îran û Turanê nivîsandiye de jî çar tabloyên mînyatûr ên di derbarê dîroka Osmaniyan de çêkirine, hene. Her yek ji van tabloyan bûyerek dîrokî teswîr dikin. Ew bi hosteyî hatine çêkirin, di nav emsalên xwe de tek in û nirx û bihayê wan layiqê meth û şanaziyê ne. Ev mînyatur, di nusxeya Şerefnameyê ya yekem a bi destxeta Şeref Xan bi xwe hatî nivîsandin de ne. Ev nusxe li Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye. Kitêbxaneyê, ji bo agahdariya li ser vê nusxeyê wiha nivîsandiye: "Ev Nusxeya berdest, berztirîn nusxeya Şerefnameyê ye ku ew jî di saya destxeta Şeref Xan bi xwe de ye ku destnivîsê temam kiriye..."

Dîroknasî

Dîroknasî di ser hemî huneran re ye. Dîrok, tijî ji ders û tecrûbên bi feyde û rênîşandanên bi kêrhatî û bi qezenc in. Serpêhatiyên me yên borî bi bîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên berî me hatine kirin. Jixwe, bi taybetî eger ew serpêhatî û bûyerên han ji dem û lêkolînên xweş pêk bên û xwendevanên destpak û qelemrengîn rûpelên kitêban pê binexşînin.
Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên ‘Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemî armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.

Ez, Şerefxanê Bedlîsî

Ez, ku nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ku alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemî bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.

Li ser Şerefnameyê çi gotin?

Şerefname, mêrxasname ye. Eger em hinek di nav rêz û rûpelên Şerefnameyê de dest bi gerê bikin, hûr hûr li ser bisekinin û lêbikolin, piraniya bûyerên tê de, ku dilkul û li berçav in, ya herî zêde bala mirov dikêşe, mêrxasiya nedîtî ya gelê Kurd e. Ji serî heta biniya Şerefnameyê Kurdekî tirsonek nakeve berçav, hemî kesên mêrxas, gernas û bêemsal in...
Hejar

Şerefname yekem, û hêj jî, berfirehtirîn dîroka Kurdan e ku ji aliyê Kurdan bi xwe ve hatiye nivîsîn. Wê, ku yek ji girîngtirîn berhemên sîstema feodal a Kurdan e, meşrûyî da sîstema mîrekiyan. Ev kitêb, dokûmentasyona dîroka dirêj a têkoşîna Kurdan a ji bo dewletbûnê ye. Wekî dîrokeke çînên hukumdar ên Kurdan, ku ji aliyê nûnerekî wan ê navdar ve hatiye nivîsîn.
Çîroka jiyana Şerefnameyê hêj nehatiye vegotin. Dîroka vê dîrokê, hem modêla hukumdariya kapîtalîst û hem jî modêla feodal ronî dike.
Di serdemên pêş-modern de, Şerefnameyê, di nav rêveberên mîrekiyan de hîsa aîtbûna Kurdistanê pêş xist. Wesa xuya ye ku gelek rêveberan ev kitêb ne tenê bi qewlê xwendineke sade xwendiye. Wan, Şerefname kiriye dîrokeke zindî û berdewama desthilatiya dewletê.
Emîr Hesenpûr

ŞEREFNAME VE MİNYATURLER

Şerefname –Kadim Kürdistan Tarihi, Bitlis emiri Mir Şerefxhan tarafından yazılmış, eski dönemlerden MÖ 1597’ye kadar Kürt hanedan ve emirliklerinin tarih ve serüvenlerini anlatan bir kitaptır. Mir Şerefxan’ın babası Mir Şemseddin, ulame ile arasında çıkan bazı olaylardan dolayı 1536-37 yılında Osmanlı Sultanı tarafından Bitlis Emirliği’nden alınır ve 600-700 Bitlisli aile ile birlikte Safevi topraklarına göçer, Şah Tahmasp’ın sarayına gider. Qum şehrine yerleştirilen Mir Şemseddin, Şah Tahmasp tarafından şah ve sultanlara gösterilen bir saygı görür, kendisine büyük hürmet gösterilir ve burada evlenir. Bu evlilikten 1543 yılında Mir Şerefxan dünyaya gelir. Mir Şerefxan eğitimini Şah Tahmasp’ın sarayında şahın çoçukları ile birlikte alır. Çok farklı dersler görür, ki bu derslerden en ilgisini çekenler nakkaşlık ve resim dersleri olur. Birçok İran vilayetinde valilik yapar ve Safevilerin yönetim sürecinde bulunur. 

İran’dayken, Kürtlerin de tarihinin olduğu, Kürt hanedan ve emirliklerinin serüvenleri ve olayları kaybolmasın hissi ve halet-i ruhiyesi ile bunlar hakkında bilgi toplamaya başlar. Sonra, 1579 yılında Hüsrev Paşa aracılığı ile, Osmanlı sultanı Murat tarafından kendisine Kürdistan Beylerbeyliği verilir ve kendisiyle beraber olan Bitlisli ailelerle birlikte Bitlis’e döner. Bu dönüşten sonra, Şerefname’nin yazımına başlar ve 1597 yılında (Hicri 1005) Şerefname’nin birinci cildini tamamlar.

Yazmaya başlamadan önce, üzerine yazacağı konuların planını yapar ve çalışmalarını buna göre sürdürür. Bu plan, kendileri hakkında yazı yazılan aile ve emirliklerin idari durumları ve hakimiyetlerine göre yapılmıştır. Bu aile ve emirlikleri 3 bölüme, tüm kitabı da 4 bölüme ayırır. Bu bölümler de kendi içinde alt bölümlere ayrılmaktadır. Şerefxan diyor ki: “Birinci bölüm saltanat ve bağımsızlık bayrağını taşımış ve tarihçilerin hükümdar mertebesinde saydıkları Kürdistan beylerinin serüvenleri hakkındadır.” İkinci bölüm için de şöyle diyor: “İkinci bölüm, her ne kadar tam bir bağımsızlık seviyesine ulaşmamış olsalar da, kendileri de kendilerini hükümdar olarak adlandırmamış, fakat özgürlük ve bağımsızlık merhalesinde bazıları kendi adlarına sikke bastıracak seviyeye ulaşmış Kürdistan beyleri hakkındadır.” Üçüncü bölüm için de şunlar söyleniyor: “Diğer bazı Kürdistan bey ve emirleri hakkındadır.” Son bölüm olan dördüncü bölümde de kendi atalarının Bitlis emirliği hakkında yazmıştır. Şerefxan, Kürdistan coğrafyasının sınırını çizen ve açık bir şekilde ifade eden ilk kişidir. Yine açık bir şekilde Kürt cemaati, hissi ve halet-i ruhiyesinden basheden ilk kişidir.

Şerefxan, Şah Tahmasp’ın sarayında nakkaşlık eğitimi aldığı için, Şerefname’yi yazdığında, bazı olaylar hakkında yazılı bilgiler yerine bu konuların işlendiği sayfalarda olayları minyatür olarak tasvir ve izah etmiştir. Bu yüzden, Şerefname’nin birinci cildinde 20 ve Osmanlı, İran ve Turan tarihlerinin ele alındığı ikinci cildinde Osmanlı tarihi hakkında 4 minyatür tablo yer almaktadır. Bu tablolardan her biri tarihi bir olayı betimlemektedir. Ustalıkla yapılmış bu tablolar örnekleri içinde tek olmakla birlikte, önem ve değerleri açısından da övgü ve takdire şayandır. Bu minyatürler, Şerefxan’ın kendisi tarafından yazılmış Şerefname’nin birinci nüshasında yer almakdır. Bu nüsha da Oxford Üniversitesi Bodleian Kütüphanesindedir. Kütüphane de kitabın önemi hakkında şunları not düşmüş: “Eldeki bu nüsha Şerefxan’ın kendi el yazısı sayesinde tamamlanmış olan Şerefname’nin en heybetli nüshasıdır...”

 

http://www.avestakitap.com/urun.php?id=195