بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim - Séchu Sende

Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li formulên azadiyê digere û qehremanên wê jî peyv in. Kitêbek ku ji çîrokên
orijînal ên li ser kes, xelk û warên ku em xeyal dikin, pêk tê. Ev peyvên ji ciyekî gelekî dûr zêde nêzîk ên me ne jî.
Werin em ji xwe re maleke ji peyvan ava bikin.
Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û zimanê xwe derxin, ji qedexeya sedsalan re, bêjin: Aaaaaaaaaaa!

Ji nivîsa “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“

Car caran zimanê xwe derdixim dibêm aaaaaaaaa û Merheba, tu li vir î? Dipirsim. Merheba. Oxx. Ez fam nakim,  zimanek çawa winda dibe. Bi rastî jî fam nakim. Kesek çawa dikare zimanê xwe winda bike? … Çi dibe çi nabe di xewnên xwe de jî ez ê dev ji axaftina bi zimanê xwe bernedim. Walle wisa ye. Ez ê di xewnên xwe de jî zimanê xwe winda nekim.

Çapa çaran a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket
Di 4 hefteyan de 4 çap
Û nivîsa ku navê xwe daye kitêbê vêga jî bû kurtefilm

Çapa çaran a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket. Kitêb, cara pêşî li Diyarbekir, Fuara Kitêban a TÜYAPê hate belavkirin û rastî elaqeyek zêde hat. Di sê hefteyan de her sê çapên pêşî temam bûn. Çapa çaran jî derket. Hedefa weşanxaneyê ew e ku heta dawiya salê deh hezar kitêb bê belavkirin.
Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî di nav weşanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di “roja edebiyata galisyanî“ de ku du rojan piştî “cejna zimanê kurdî“ ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 şexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Buhayê li ser kitêbê ji sisêyan yekê piyasê ye, 4 TL ye. Herçiqas buha erzan jî be kitêb, bi kalîteya herî baş a kitêbên standard hatiye çapkirin.

Û “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“ bû kurtefilm

Vêga jî nivîsa ku navê xwe daye kitêbê bû kurtefilm. Dîrektorê filmê Genco Demirer e û film 05:29 deqîqeyan dikişîne. Dilay Urge leyistiye û Sozdar Başkan tekst xwendiye.
Hûn dikarin ji ser vê lînkê film daxin û temaşe bikin.

http://rcpt.yousendit.com/891593829/5ea0908418335ae895575190f1f40012

Çapkirina film serbest e.

Serpêhatiya Kitêba Nivîskarekî Galîsyayî
“Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”

Bi salan e, li gorî hêz û derfeta xwe kitêbên ku li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê derdikevin dişopînim. Nexasim kitêbên ku bi zaravayê kurmancî, tîpên latînî li Stenbolê derdikevin her li ser hizir û bala min in. Kitêba nivîskarê Galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ ku bi kurdî û bi navê “Di xewnan de jî ezê zimanê xwe winda nekim” ji Weşanxaneya Avestayê derketiye, bi ya min xwediyê gelek taybetmendiyên cihêreng e.

Yek jê, kitêb di Gulana 2010’an de ronahiyê dît û di heman mehê de, sê çap bi hevre kirin û 3 hezar heb çap bûn. Buhayê kitêbê jî, li gorî piyaseya kitêban gelek erzan e: 4 Lîrayê Tirk. Ligel erzaniyê, divê bê gotin ku kitêb bi qelîte û rûpelsaziyeke baş hatiye honandin. Berpirsiyarê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn sedema vê yekê wiha rave dike: Balkişandin û handana li ser zimanê kurdî. Jixwe kitêb jî, di “Roja Edebiyata Galisyanî“ de ku du rojan piştî “Cejna Zimanê Kurdî“ ye derketiye. Keskîn, di pêşgotina kitêbê de, armanca çapkirina kitêbê bi rewş û potansiyela kultura  kurdî ve girê dide: “Di serî de em bibêjin ku yek ji armancên wergera vê kitêbê ne ew e ku di Kitêba Rekoran a Guinnesê de cih bigire. Lê heger lêkolînek bê kirin, wê bi ehetî bê dîtin ku mînakeke bi vî rengî tuneye. Serpêhatiyeke xweser e û îlhama wê rewş û potansiyela kultura kurdî ye.”

Li hêla din weşanxane tiştekî wisa kiriye ku heta niha nehatiye kirin. 42 nivîsarên di kitêba navborî de, ji hêla 35 kesayetiyên kurd ve hatiye wergerandin: Fahriye Adsay, Mehmet Aktaş, Remezan Alan, Arjen Arî, Hêja Bağdu, Rûken Bağdu Keskin, Ferhad Birûsk, Fewzî Bîlge, Selahattin Bulut, Şukran Çaçan, Silêman Demir, Şerif Derince, Mehmet Dicle, Mûrad Dildar, Receb Dildar, Ismail Dindar, Lorîn S. Doğan, Husên Duzen, Zana Farqînî, Irfan Guler, Gulîzer, Dîlber Hêma, Sacha Ilitch, M. Alî K., Yakup Karademir, Metin Kaygalak, Abdullah Keskin, Songul Keskin Duraker, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Ergîn Opengîn, Osman, Özçelik, Şivan Perwer, Fatma Savci û Salih Yillik.

Galîsya, li Spanyayê herêmeke otonom e. Li herêmê zimanên Galîsyayî û Spanyolî tê axaftin. Berfirehiya herêmê 29.574 km² ye, herçî nifûsa wê ye 2.738.000 e. Paytexta wê Santiago de Compostela ye. Herêmê di sala 1981’ê de otonomiya xwe bidest xistiye.

Hûnê niha bibêjin; “Ev Galîsya û zimanê Galîsyanî ji ku derket?” Her wekî di kitêbê de jî hatiye diyarkirin, ji we re bibêjim: Kurdekî bi navê Îrfan Guler, 7-8 sal beriya niha ji bo zimanan hîn bibe, terkeserê dinyayê dibe! Pêşî 2-3 salan li Îngilîstanê dibe, paşê derbasî Spanyayê dibe. Li wê derê hevnasiya wî bi “Kurdên Spanyayê!” re çêdibe. Li Herêma Galîsyayê bi cih dibe û ligel Spanyolî, hînî Galîsyanî jî dibe. Beriya çend mehan bi temamî vedigere Tirkiyeyê. Gava vedigere, di tûrikê wî de çend kitêbên balkêş hene. “Made în Galîza” yek ji wan kitêban e. Îrfan Guler û Abdullah Keskîn li ser vê kitêbê gelek caran sohbetan dikin. Paşê Keskîn biryarê dide ku kitêba ku li ser ziman e, li tirkî bide wergerandin û çapkirin. Gava ku Keskîn tirkiya kitêbê dide destê xwe û nivîsa yekem dixwîne, baweriyek lê peyda dibe ku divê kitêb bibe kurdî. Bi vî awayî, kitêb bi zimanê kurdî dikeve nav refikên kitêbxaneya kurdî. Aha ev e çîroka kitêbê.

Bi rastî jî gava min ev kitêb xwend, giham wê bîr û baweriyê ku êş-elem, şadî, hêvî û gumanên galîsyayiyan û kurdan gelekî dişibin hev. Bêyî mubalexe dikarim bibêjim ku dema kesek rasterast, -bêyî ku haya wî/ê jê hebe ku kitêb ji zimanekî din hatiye wergerandin- rahêje kitêbê û nivîsarên wê bixwîne, wê yekser bibêje; “Ev kitêb bi kurdî hatiye nivîsandin.” Li hêla din psîkolojiya kurdan ya li pêşberî zimanê wan û zimanên serdestên wan, bi awayeke zelal û berbiçav di vê kitêbê de jî xwe dide der. Bi gotineke din galîsyayî jî, ji heman “derdê bêderman” ê ku kurd pê ketine muzdarîb in. Galîsyayî jî wekî kurdan derblêktiyê zimanê serdestên xwe ne. Welhasilî kelam, şikestîbûna galîsyayiyan a di vî warî de, ji şikestîbûna kurdan ne kêmtir e…

Nivîskarê kitêbê Séchu Sende, di sala 1972’yan de, li Galisyayê hatiye dinyayê. Bi helbestê dest bi nivîsandinê kiriye. Piştre dest bi çîrokan kiriye û li Galisyayê bûye yek ji nivîskarên herî girîng ê çîrokê. Fîlolojiya Galisyanî-Portekîzî xwendiye. Di sala 2003’yan de bi romana Orixe, xelata Amor Blanco’yê wergirtiye. Bi “Made in Galiza (2007)” heman salê xelata  Anxel Casal’ê ku Yekîtiya Weşangerên Galisyanê dide, werdigire û ev kitêb, dibe kitêba salê.

Gava ku li avahiya Weşanxaneya Avestayê qesidîm, Abdullah Keskîn jî, ji Fûara Kitêban a Diyarbekirê nû vegeriyabû. Me li ser serpêhatiya kitêba Séchu Sende û baldariya li ser fûarê sohbeteke xweş kir. Ew ji eleqeya li fûarê û kitêbên kurdî gelek kêfxweş bû. Wî diyar dikir ku cara yekem li Diyarbekirê fûareke wiha vedibe, lê ew pêrgî eleqeyeke gelek mezin hatine. Keskîn li ser ajans û rojnameyên kurdan gazincên xwe dikirin û digot: “Fûara Kitêban a li Diyarbekirê ku di nîveka Gulana 2010’an de pêk hat, gelek bi serkeftî derbas bû. Eleqeyeke mezin hebû. Me ji Emerîkayê mêvan anîn, semîner pêk hatin. Bi riya tercûmeya simûltane axaftin bi kurdî, tirkî, îngilîzî hatin kirin. Lê pir balkêş e, rojname û ajansek nehat negot ka rewşa we çi ye? Ev cihê xemgînî û dilêşiyê ye.” Li ser kitêba “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” Keskîn diyar dike ku ew van rojan 3 çapên din dikin û armanca wan ew e ku heta dawiya salê çapa 10’em bikin. Ev jî dike 10 hezar kitêb. 

Kurt û kurmancî;
Heye ku ev kitêb, di warê lixwemikurhatinê de, pêşî li dergeh û asoyeke berfireh veke û derblêdaneke kujer li psîkolojiya bindestiyê ya kurdan li beramberî zimanên serdestan bixe…

Salihê Kevirbirî, Rûdaw, Hejmar: 49, 15 Hezîran 2010