بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Kurdistanî - Encûmena bilinda islamîya Iraqê: Demê Maddeya 140 bi dawî bûye

PNA - Berpirsekê Encûmena Bilinda Islamîya Iraqê bi şêweyekî tund gilî ji Nûrî Malikî kir û ragihand, ku Malikî li hember maddeya 140 a destûra Iraqê û vegerandina deverên veqetiyayî ji herêma Kurdistanê bo ser xaka herêma Kurdistanê ji Kurdan re gelek saziş kirîye.

Di evê bareyê de Muhemed Mehdî Elbeyatî yê ku berpirsê partiya Encûmena Bilinda Islamîya Iraqê ye di bêjedanekî de ji Sumerîyye News re ragihand, ku Nûrî Malikî di serdana xwe ya wê carê de ya ber bi herêma Kurdistanê ve gelek saziş ji alîyê Kurd re kirîye.

Muhemed Mehdî Elbeyatî got, ku Malikî dixwaze bi her awayekî û bi her nirxekî posta serokatiya hukûmeta nû ya Iraqê bi dest ve bihîne heta heger deverên arîşedar ji destê Baxdadê der bikevin û biçin ser xaka herêma Kurdistanê jî.

Beyatî got, ku Nûrî Malikî ji bo ku posta serokê wezîran werbigre amade ye maddeya 140 a destûra Iraqê ya ku di bareya asayîkirina rewşa deverên arîşedar taybetî jî Kerkûkê de ye bi cih bihîne, belê demê evê maddeya han ji heyva Çile ya sala 2007 pê ve bi dawî bûye û niha kar pê nahê kirin.

Muhemed Beyatî weha jî got, ku dê wê carê alîyên Kurd li gel Malikî bilîzin û alîyên Kurd dixwazin ku bi rêya Nûrî Malikî armancên xwe bi dest ve bihînin.

Beyatî got, ku heger her kesek bixwaze posta serokê wezîran werbigre gerek garantiyê bide Kurdan û soz jî bide, da ku daxwazên wan pêk bihîne û Kurd dê wê demê dengên xwe bi kar bihînin heger her kesek daxwazên wan pêk bihîne û Nûrî Malikî ev yek ji bo Kurdan encam daye.

Muhemed Mehdî Elbeyatî yê ku di heman demî de berpirsekê mezinê rêxistina supayê Bedr jî ye weha jî ragihand, ku ev tiştên Kurd xweztine heta niha bi dest ve anîye, tenê Kerkûk nebe û niha Kurd dixwazin Kerkûkê jî bi dest ve bihênin.

Muhemed Elbeyatî di demekî de bêjedanên weha dide, ku Nûrî Malikî di serdana xwe ya wê carê de ya ber bi herêma Kurdistanê ve amadebûna xweji bo pêkanîna hemû bendên maddeya 140 a destûra Iraqê nîşan da.

Hêjayê gotinê ye, ku ev demekî dirêj e Encûmena Bilinda Islamîya Kurdistanê hevaleka berê ya Kurd e û hemû caran ragihandine ku ew piştevanîya mefên gelê Kurd dikin.

Cavkanî: http://peyamner.com/default.aspx?l=5

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.