بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

'Konferansa Kurdistanê li Tirkiyeyê' | Ibrahim Güclü

“Konferansa Kurdistanê li Tirkiyeyê”, di 17-18ê Îlona 2011-an de li bajarê Amedê hat li dar xistin. Ev konferansa ji aliyê partiyên siyasî û gelek rêxistinên “sivîl” de hat amade kirin. Loma jî gelek berpirsiyarên partiyên siyasî û rêxistinên “sivîl” û rojname-kovaran beşdarî konferansê bûn. Ji dervayî wan jî, ji derveyî welêt û ji hundirê welêt gelek rewşenbîr û siyasetmadar û nivîskar jî beşdarî konferasê bûn.

Ez beşdarî konfarensê nebûn. Piştî konferansê ji çapameniyê sedemên nebeşdarbûna min, hat pirsîn. Ji Radyoyay Kurdî ya li Elmanyayê jî hemen pirs ji min hat kirin. Gelek xwendevanên min jî, ji min re nivîsandin “ez çima beşdarî konferansê nebûm.” Min jî ew bersîv kirin.

Wek min ji wan re diyar kir: “Ez bi xwe muxalîfekî PKK/BDPê diyar im. Partiyên siyasî yên statuparêz yên derveyî PKK/BDPê jî, ji rexneên min û reformxwaziya min eciz in. Partiyên siyasî li Kurdistanê tê zanîn ku ji rexne, ji fikrên nû gelek dititrsin. Dijminên wan yên mezin jî rexne û ew kesên li wan rexne dikin. Ji derveyî vê jî rastî amadekarên konferasê temsîla fikrên dinyaya kevn, dinyaya şerê sar, jakobenîzm û otorîterîzmê dikin. Loma jî ji beşdarbûna min a konferansê gelek kêfxweş nabin.

Di heman de amadekaran difikirî ku ezê di konferansê de jeber û planên wan xerab bikim.”

Dema ku ez encamên konferansê şirove dikim, hewcedarî bi beşdarbûna min û ew kesên wek min hebûn. Lê ew kesên rewşenbîr û nivîskar yên hêja yên beşdaran jî nikarîne encama konferansê biguherin.

Konferans û du rojev…

Rojava Konferasnê, beriya konferansê demek kurt ji raya giştî re hatibû diyar kirin, dema ku li encamnameya konferansê jî bê nerîn, xuya dike, ku di konferansê de girêdayî van rojevan niqaşa hatine dom kirin û encam hatine girtin.

Lê dema ku ez siyaset û helwesta PK/BDPê û ceribandinên wan şirove dikim; encamên konferansê jî dide ber wan ceribandin û helwestan, tespît dikim ku di konferansê de du rojev hebûn. Rojevek, rojeva vekirî ya ji raya giştî re hatibû ragîhandin. Rojeva duyem jî, rojeva dizî ya PKK/BDPê ye.

Ji derveyî PKK/BDPê beşdarên konferansê girêdayî rojeva vekirî beşdarî konferansê bibûn. Lê piraniya wan jî dizanî ku PKK/BDPê xwediyê rojevek dizî ne. Di konferansê de jî hêza xurt û tayînkirî jî ew in.

Ez bawer dikim piraniya rewşenbîr û nivîskaran jî ew yeka dana ber çav û beşdarî konferansê bûn.

Dema encamname jî tê şirove kirin derdikeve holê ku rojeva dizî li ser konferansê bandor daniye.

Di konferansê de hîç şik tune ye ku beşdarên konferansê û bi traybetî jî beşek rewşenbîr û nivîskaran, nerînên hêja anîne ser zimên. Lê ew nerînan ji aliyê raya giştî de nayên zanîn.

Loma jî, encamname ji bona reya giştî girîng û diyar e. Maf ew e ku mirov konsepta konferansê di ser encamnamê re şirove bike. Ji bona min jî serkaniya girîng ew e.

Lê dema ku ez encamname şirove dikim, serkaniya duyem derdikeve pêş min heye. Ew jî nerîn û helwestên PKK/BDPê, partiyên siyasî yên din, rêxistinên sivîl û rewşenbîr û nivîsklaran yên ji aliyê min de tên nas kirin.

Armanca konferansê…

Armanca konferansê jî gorî du rojevan, rojeva eşkere û rojeva dizî şikl û naverok qezenç dike. Loma jî di konferansê de jî, du armanc hebûn.

Armanca yekem a eşkere, armanca ew beşdarên dilsoz bû, ku dixwazin di nav kurdan de yekîtiyek neteweyî ava bibe, pirgirêkên di nav kurdan de hene çareser bibin, pirsên stratejik ya tevgera kurd zelal bibin.

Armanca duyem a dizî jî, armanca PKK/BDPê ye. Armanca PKKê jî ew e ku hemû kurdan bide derdora xwe niqaşeya di derbarê meşrubûna xwe de heye ji holê rake, bingeha desthilatdariya xwe ya hegemonîk fireh bike, mıuhalefeta li derveyî xwe pasifîze û tune bike.

Ev armanc û stratejiya entegral a PKKê, di hilbijartina giştî de dest pê kir û merheleya yekem bi serkeftîbûnê qedand, “Konferansa Kurdistanê li Tirkiyeyê” jî merhela duyem ya pêşxistina stratejiya entegral e. Ez dikarim bibêjişm ku di ev plana xwe de jî serketî ye.

Konferansê statu û taybetiyên PKKê erê kiriye…

“Konferansa Kurdistanê li Tirkiyeyê” cara yekem e ku li Bakurê Kurdistanê tê li dar xistin. Loma jî diviya bû ku ev konferansa ji bona siyasetmedar, rêxistinên siyasî û si-vîl, rewşenbîr û nivîskarên dinyaya kevn, ev platforma bikiran platformeke muhasebeyê.

Bi taybetî jî ev platforma ji bona PKKê bibûya platforma muhasebeyê.

Lê wusa nebûye. Muhasebeyek dîrokê pêk nehatiye.

Kuştina kurdan û kurdperweran ji aliyê PKKê de li hemû beşên Kurdistanê, metodên wê yên li dijî berjewendiya tevgera Bakurê Kurdistanê, mudaxaleya PKKê li beşên din yên Kurdistanê, pêwendiyên PKKê dewleta Tirk û dewletên din yên kolonyalîst, hebûna wan li Qerndîlê, siyaseta PKKê ya li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê, li beşên Kurdistanê avakirina rêxistinên serîgirêdayî, ji çav derbas nebûye.

Konferansê, veşartî û vekirî siyaset û stratejiyên PKKê pejirandiyê…
PKKê, gelek eşkere ye ku desthilatdariya xwe ya çekdar dixwaze pêk bîne. Berjewendiya miletê kurd ji bona PKKê stratejiyek serek û navendî nîn e. Konferansê di vê stratejiyekê de guhertinek çê nekir.

PKK ji bona desthilatdariyta xwe ya hegemonîk, çekdar û otorıter stratejiya “Xweseriya Demokratîk” dimeşîne. Ev stratejiya li dijî federalîzmê, dewleta serbixwe ya kurdî ye.

Ji bona kurdan jî peymenek civakî derdixeer holê.

Li ser maskezagonê/qanûna bingehî ya hevbeş li hev kirin jî, “xweseriya demokratîk” digre nav xwe.

Hezar mixabin konferansê di çarçeweke giştî de statuyek ji bona kurdan daxwaz kiriye û pîvanên giştî di derbarê qanûna bingehî de pejirandiye.

Di stratejiya “xweseriya demokratîk” de guhertinek nekiriye, li hemberî vê stratejiyê stratejiyek û statuyek nû jî nepejirandiye.

Loma jî ew tê wê maneyê ku “xweseriya demokratîk” zimnen/veşartî hatiye pejirandin. Lewra di raya gişltî de “xweseriya demokratîk” pêşniyerek populer û diyar e. Bi mehan e ku li ser vê stratejiyê li Tirkiyeyê di çapemeniyê de niqaşe hene, di telewîzyonan de program çê dibin.

Ji bona yekîtiya neteweyî armancek hevbeş; di babet û cure û terza xebatê de hevbeşî pêwîst e.

Lê di konferansê de di herdu xalan de jî yekîtiyek pêk nehatiye.

Her çiqas konferansê tevayî kurd, dezgeh û berpirsiyarên wan wek muahatab tespît kiribe jî, PKK/BDPê di muhatabiya PKKê û Ocalanî de bi israr e. Dema ku konferansê dom dikir, berpirsiyara BDPê Gulten Kışanakê ev nerîna vekirî anî ser zimên.

Di pirsa Qendilê de serrokê Dewleta Federe ya Kurdistanê nehat guhdarkirin…
Wek tê zanîn PKKê ne di vê merheleyê de, ji sala 184-an vir de li Başurê Kurdistanê pirsgirêkek e û hêzek dagirker e. Bi taybetî jî di dema Hikumeta Botan/Behdînan û Komara Zapê yên derevîn de ji bona Başurê Kurdistanê bûn pirsgirêkên mezin. Tirkiyeyê her demê PKKê sedem nîşan da êrişî Kurdistanê kir.

Di vê merheleyê de jî Îran û Komara Tirkiyeyê cîwarbûna PKKê li Qendîlê dikin sedem êrişî Dewleta Federe ya Kurdistanê dikin. Berpirsiyarên Dewleta Ferdere ya Kurdistanê û bi taybetî jî serokdewletê Kurdistanê Mesud Barzanî daxwazkar e ku PKKê dest ji Qendîlê berde û ji bona vê hawar dike.

Konferansê ew hawara serokdewleta federe hîç guhdar nekiriye.

Konferansê, ji Dewleta Tirk û Îranê re gotiye ku êrişî Başurê Kurdistanê neke. Ew biryarek êrinî ye. Hezar mixabin ji bona PKKê rêyek nîşan nedaye.

Ji PKKê re nayê gotin ku Qendîlê terk bike, ya jî nayê gotin ku ji hiqûq û desthilatdariya Başurê Kurdistanê re rêzdar be.

Biryara xeter û tehlûke: Li hemberî îradeya beşên din biryara konferansa kurdistanî pejirandin…

Konferansa kurdistanî bi îradeya hemû kurdan û dezgehên wan dikare bê li dar xistin. Loma jî beriya 12 Hezîran a 2011-an de li Başurê Kurdistanê berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê û terefa Bakurê Kurdistanê - her çiqas biryarek xeter be jî - biryerek hevbeş girtin ku konferansa kurdistanî bê li dar xistin.

Piştî ku PKKê êrişên xwe yên çekdarî zêdekir, Îran û Tirkiyeyê êrişî Qendîlê kirin, Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê diyar kir ku di van şertan de konferansa kurdistanî li dar nakeve.

Hezar mixabin “Konferansa Kurdistanê li Tirkiyeyê” ev nerîna hîç nedaye ber çav, biryar girtiye ku di her hal û şertî de konferansa kurdistanî li dar xin. Ev yeka tecrîta kurdan û dewleta federe ya Kurdistanê ye.

Birayerek xeter û tehlûkê ye.

Amed, 24. 09. 2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.