بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

HER BIJÎ TEVGERA REFERANDÛMA KURDISTANÊ

Li Baþûrê Kurdistanê ne tenê hilbiratin hebû, her weha her çiqas li rû ne fermî be jî, referandûmek jî dihat lidarxistin. Wek ku tê zanîn sala çûyî komeke rewþenbîr û siyasetmedarên serbixwe Komîteyeke Referandûmê pêk anî û Tevgera Referandûmê da destpêkirin.

Sala çûyî vê tevgerê bi daxwaza ku li Kurdistanê referandûmek bê pêkanîn 1.7 milyon îmze kom kirin û pêþkêþî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewrûpayê kirin. Da ku li Baþûrê Kurdistanê referandûmek bê pêkanîn û ji gel bê pirsîn ku dixwazin wek parçeyekî Iraqê bimînin, an veqetin û serbixwe bibin.

Her du hêzên sereke û hikûmetên herêma Kurdistanê heta nuha li pêþ vê tevgerê tu asteng dernexistine û her çiqas fermî piþtgirîya wê nekiribin jî, di bin re rê jê re vekirine. Ji ber ku ev tevger, nêzîkbûna gel bo vê tevgerê û encamên ku bidest dixin li hemberî Iraqîyan û Hêzên Hevpeyman destê wan xurt dike. Ango zimnen dihat wê wateyê ku, ger hun daxwazên me yên federasyona fireh û xurt bicîh nehînin, hun ê dûre bi tevgerên weha re rûbirû bimînin û em jî nikanin vê serdestîya xwe li herêmê bidomînin.

Îcar di dema hilbijartinan de Tevgera Referandûmê jî konên xwe li dervê cîhên denganê vekirin, ala Kurdan li ser çikandin û ketin cîhê dengdanê, karteke ji 2 pirsan pêkhatî dirêjî dengdêran kirin; pirs ev bûn: Bila Kurdistan wek parçeyekî Iraqê be, an serbixwe be?

Bê guman bêyî destûra rayedarên her du hikûmetan wan ê nikanîbûya di hundir cîhên dengdanê de ev kart belav bikirina, an li nêzîkî wan cîhan konên çalakîyan vekirina. Ji lew re diyar e ku rayedaran dîsa çav ji wan re girtin ku karê xwe bikin. Ev kon li gel parêzgehên Silêmanîyê, Dihokê û Hewlêrê li Kerkûkê jî hatin vekirin. Ango referandûmeke nefermî (neresmî) pêk hat.

Her çiqas jimartin hîn didome jî, li gora çavdêrên biyanî yên wek PETER W. GALBRAITH ji 12 Kurdan 11an tercîha xwe bo serxwebûnê kiriye. Ev tevger wê ne bi dilê Iraqî û Hevpeymanan be, ji ber ku wan heta nuha bijarteka hilbijartinê di nav îhtîmalan de nehesibandiye.

Lê belê bi dilê wan an ne bi dilê wan, tê texmînkirin ku wê dîsa li dor 2milyon dengên di lehê serxwebûna Kurdistanê de bên komkirin û kopîyên wan ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewrûpayê re bên þandin û ji wan bê daxwazkirin ku werin û bi xwe referandûmeke fermî pêk bînin.

De îcar Iraqî û Amerîkî bila bi xwe tercîhê bikin, an wê hemû daxwazên mam Celal û kek Mesûd bipejirînin û rê li ser federasyoneke fireh û sist ku Kerkûk û hemû navçeyên nuh rizgarkirî di nav de be vekin, an jî wê bi referandûmê re rûbirû bibin.

Bi rastî jî birayên me yên Baþûr pir xweþ li pêþ çavan zelal kirin ku Kurd wek millet tev bigerin û ku tevgerên cîhêreng ne li dijî hev, lê bi aheng karûbarên xwe bikin, wê çiqas bi hêz bin û dikanin çiqas tiþtên ji bo Kurdan bi giþtî erênî û serketinî pêk bînin.

Aqîbet li serê me Bakurîyan jî be ku em jî rojekê bikanibin wek millet di qada siyasetê de tev bigerin û xwe ji fikir û ramanên bi Kurdayetîyê re bêeleqe û xeyalî û sergêjkirinî rizgar bikin. Dewleta Tirko dê wê gavê ji dewsa ku her roja xwedê li Kurdên Baþûr gef û tehdîtan bibarîne, li ber wan bigere ku werin birayên xwe yên Bakur qane bikin ku doza veqetinê nekin.

Ger ew roj bi we pir dûr an xeyalî xuya dibe, bi ya min weha his nekin, ji berê de gotine: DINYA SÎYA KERÊ YE, GAH LI VÎ ALÎ GAH LI WÎ ALÎ YE.

Her Bijî Tevgera Referandûma Kurdistanê

Rojan

Destê te xwesbe Kek Rojan Sîrove u nivîsate a bi zimanê Kûrdî, bi rastî pir di cîh da bu. Demê ez Gotarên te ên Kûrdî dixweynim, Kûrdî ya xwe jî sererast dikim. Ji ber vî ez der dem chav li rêya gotarê te ê bi zimanê Kurdî me Her serkevtî be

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.