بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

GAZIN U GILÎ

Carna li dîroka gelên bindest, ji bo azadî u serxwebun derfetên baş, derfetên çarenus tên pêşîya wan. Yên karibin van derfetan li gor berjewendîyên xwo, di riya azadî u serxwebuna xwo bikarbînên li demek kûrt, bi serfirazî digihîjên armancên xwo. Îro, ji bo rizgarîya netewa Kûrd, li welat u qada navnetewî derfetên pir girîng hatîye holê, li mixabîn, partî, rêkxistên u rewşenbîrên Kûrdan, wek tiralên bin darên xurma li benda xelaskaran sekinîne. Ji bo bikarhanîna derfetan, li rojeva me gengeşîyên ji bo çareserîya pirsgirêkan tune. Li alîyek hinek xwo havitine bin sîya Başurê Kurdistan li alîyê din hinekê din jî rexneyê vik u vala, bê serî u bê binî li hemu kesî digrin. Rojevên partî u rêkxistinan wusa tijîne kû dor nay, pirsgirêkin Bakurê Kurdistan. Bi rastî gava mirov pîvan u mercên partî u rêkxistinan tîne bercav u li tevgerên xwo dinihre mirov şaş u mat dimîne. Rewsa rewsenbîran jî li alîyek din… Egerên rewşa me u belangazîya pêvajoya hereka rizgarîya Kurdistan pirin, lê hinek xal hene kû neyn careserkirin, hêjarî u belangazîya gelê bindest, gelê Kûrd nay çareserkirin. Gelo haya me ji rewşa bakurê Kurdistan tune? Ez bawernakim kesên kû haya vî ji Bakurê Kurdistan tune be, hebên. Partî, rêkxistên rewşenbîrên Kurdistan, ji bakurê Kurdistan agahdarên u baş dizanîn kû rewşa ev gelê hêjar u belangaz çîye! Lê qet xem nîne, weka kû qet tiştek nebîye em kar u îşê xwo dimeşînên, disan li nav çar dîvaran u li ber Komputöran, gel u welat rizgar dikin. Carna jî civîn li dardixin u carna jî bi yek deng, daxwazîya yekîtî, platforman dikin. Qet kesek li bîr nayne, kû me çend caran yekîti u platforman avakirîye u çima helweşîyaye! Ger em bi rastî dixwazin vî gelê hêjar u belangaz kû bi sedan sale ji bo azadî u serxwebuna xwo xebat dike, berdêlên pir giran dane, ji bin postalên rejima Tirkan derxin, çê were kirin zelale! Bila kes kesî nexapîne, bila kes berjewendîyên xwo ên taybetî wek berjewendîyên gel nede nişandan, bila kes bi pesnê başurê Kurdistan vijdanê xwo rehet neke... way rewşa bakurê Kurdistan li ber çavên me hemuya ye! Kû Tirk bi ci plan u zordarîyê welatê me kirîye tewla hespê xwo

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.