بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Em ne parsek in serxwebûnxwaz in

Kîjan Tirk, an Demokrat, Sosyalist yan neteweperestên Tirk, ji mala xwe derdikeve, an astengên vî ên aborî hebe yan astengên din, dibêjin bila Kûrd sondbixwen, kû em ne cudaxwazên, ne teröristên, tirkîye welatê meye ala tirkan ala tirkan alameye jî….hwd. Van mercên xwe wek şur her dem li ser serê me dihejînên. Min ji bîr kirîye, kû cendîn car yên binawê Kurdewarî xebat u celakîyan dikin, dibêjin em asîtxwazên, em u Tirk birane, em li dijî serê cekdarîyêne, wek neynok u goşt nikarên ji hev biketên….hwd. Tê dibê me welatê Tirka dagirkirîye, me wan talan kirîye, kûstîye, gund u bajarên wan viran kirîye. Yan tê dibêjî hatine mivandarîyê u îro u sibê herên mala xwe.... Ev cendîn sale kû asîtxwaz, demokrat u azadîxwazên me dibêjin em birane u bi zanebun yan bi nezanî dixwazên gelê Kurdistan dibin vê bandorê da pêskesê nijadperestên Tirk dikin. Lê nijadperestên tirk vek Dehak têr nabin u divên pêviste xwe îspat bikin.  Kurdên asîtxwaz, demokrat her dem sond dixwên li dîsa jî, roj bi roj sîtem u zordarîya li ser gelê Kûrd zide dibe nikarên bi brayên xwe bidin seknandin, li kolana dixwazên Kurda lînc bikin. Ev dehan salê kû em dibêjin Kûrd u Tirk birane lê mixabin ew me wek bira napejirînên u ew dixwazin em dev ji nasnama xwe, dev ji welatên xwe berdin wek koceberên Balkan`a xwe têxên bin pandora nasnama Tirkan u xwe Tirk binav bikin. Tecrubên cendîn sal ji bo hemu alîya tistek da nîsandan, kû em her cika bêjin em birane ji, ew daxwazîya koletî dikin u dixwazîn biratîyame u Tirkan wek biratîya xulam Axayan bibe, Gûr u mişêna be. Ev rews bandorek xerab li ser psîkolojîya gelê Kûrd dike kû Kûrd tu car xwe nakaribên ji bin tesîra deshilatdarîya dagirkerîyê derbixên.  Bêgoman ev tesîr bandora xwe li bizava azadî u serxwebuna Kurdistan jî dike. Demê Kürd daxwazîya mafên xwe ê herî kêm jî dike şert u şirudê Tirka vek xelata koletî derdikewe pêsîya me u em bi fedî u sermokî divêjîn em ne cudaxwazin. Bi vê psîkolojî yê ne mûmnîne kû em karîbên doza gelê Kûrd bimesînên, em nikarîn dagirkeran ji welatên xwe derxin u wek gelanê dinyayê li welatê xwe azad u bi serfirazî bijîn. Şert u mercên azadî u serxebun, bê tirs u bê şerm xwedan derketina doza xwe a rewa ye. Heta em bê tirs, bê şerm u bi serfirazî nebejîn, mafê gelê Kûrd jî wek Tirk, Ereb, Faris, Rus Elman…hwd li welatê xwe azad bijî, nikarên psîkolojîya dagirkeran ji mêjîyê xwe derxin. Ev rews u bandor li ser têklatîyên me jî dike u em nikarin li navxwe yekîtî u hevbendîya xwe ava bikin.   Ji ber van egera, pêvîste, partî, rêkxistin, rewsenbîr…hwd demê ji bo azadî u serxwebuna Kurdistan, dest bi xebat u doza Kurdistan dikin, li ser du esas, li ser bingehên du welat ê ji hevdu cuda xebat bikin. Tirkîye u  Kurdistan ne kû karibe li gel hevdu di nav biratî asitî da bijîn, bilakîs bi hîc sîveyek kû nikaribin li nav hevdu bijîn xebat bikin u bername yê xwe li ser vî esasî ava kin. Ji bo yekbuna partî u rêkxistinên Kûrdan yek sîar bingehî be u liser vê bingehî xwe, yekîtî u enî avabikin. Ev sîar ji; Devleta dagirker pêvîste bê qeyd u sert ji Kurdistan derkeve…. 

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.