بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Barzanî girêdana bi destûr û xala 140’ê tekez kir

Hewlêr, 4 Tebax (AKnews) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cardin tekez li ser pabendbûna xelkê Kurdistanê bi destûra Iraqê û xala 140’ê kir û daxwazên kurdan jî bi rewa da zanîn.
Îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgirê serokê Parlamentoyê û hejmarek endamên Parlamentoyên Kurdistanê û Iraqê û hejmarek wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê di bin silogana “ber bi civata sivîl û dahatiyeke şaristanî” li avahiya Sed Ebdula 7’emîn kongreya xwe saz kir.

Piştî destpêkirina merasîmê, gotara her yek ji parêzgarê Hewlêrê, Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina jinan hate xwendin ku hemûyan behsa rola jinan di warên cuda yên dîroka kurdan de kirin û piştevaniya xwe bo jinên Kurdistanê tekez kirin.

Mesûd Barzanî di gotarekê de behsa serxistina kongreyê kir û hêvî xwest di karên xwe de serketî bin û wiha pê de çû, “Çiqas behsa rola jinên kurd bê kirin hêj kêm e, ji ber ku bi kiryar nîşan dan ku bi dirêjiya tevgera rizgarîxwaz a xelkê Kurdistanê bi taybet di şoreşa Îlonê de rola jinan yekcar giring bû”.

Barzanî wiha pê de çû, “Pêşmerge xwe û çeka xwe bû di şer de, lê ew dayîka ku di malê de bû hevdem dayîk bû, mamosta bû, cotkar bû, karker û berhemhêner jî bû, beşeke berhema destê wê bo meydana şer jî diçû, lewma ez di vê baweriyê de me ku rola wê ji ya zilaman zêdetir bûye, jina kurd rola fîdakarî hebûye, kê ji wê jinê fîdakartir e ku 4 kurên wê şehîd bibe û bêje 2 kurên min mane bila ew jî qurbana Kurdistanê bin”.

Mesûd Barzanî wiha domand, “Niha beşek zaf a mafê me bi dest hatiye hikûmet û Parlamentoya me heye, divê hemû takên kurd bi taybet jin azad bin, hûn bo azadî û mafê xwe şer bikin, em ê wekî leşkerekê di xizmeta we de bin, mixabin gelek caran em dibihîsin ku jina kurd rast êş û azaran dibe”.

Di beşek din ya axaftina xwe de Barzanî wiha got, “Hinek edetên me pîroz in û divê em pabendî wan bin, hinek jî divê guhertin tê de bên kirin û hinek ji wan edetan nabe bimînin, wekî bi darê zorê zewicandin, jin bi jin, mezin bi biçûk, şîrbeha yan keça kurd bo aştiya eşîretî bê bikaranîn, ev kifre û nabe di nav kurdan de bimîne”.

Barzanî balkişand û wiha got, “Ez daxwazê ji ciwanên kur û keç dikim ku bi kêfa xwe hevdu hilbijêrin, bingeha malbata xwe têk nedin, hinek edet hene biparêzin bo kesayetiya xwe û malbata xwe”.

Serokê Herêma Kurdistanê, di beşek din ya axaftina xwe de behsa Iraqê kir û wiha diyar kir, “Niha mijara herî giring ya Iraqê pêkanîna hikûmetê ye, di heyama derbasbûyî de çendîn şande hatin bo vê derê, ewa ku bo kurdan giring e parastina yekrêziyê ye, em beşek li pirsgirêkê nînin, em beşek in li çareseriyê” û wiha pê de çû, “Em rijd in li ser daxwaziyên xwe û pabendî destûr û xala 140’ê ne, mijarên pêşmerge, petrol û gaz, serjmêrî û ewên din divê pêşdem bên behskirin”.

Piştre kurtefîlmek derbarê yekîtiya jinên Kurdistanê de hate pêşkêşkirin, kongreya han dê 2 rojan dom bike.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê 11’ê Çileya sala 1952’an hatiye damezirandin.

şm AKnews

Çavkanî: http://www.aknews.com/ki/aknews/4/170653/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.