بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 13 June 2009

Di jîyana dewlet û civakê de, di jîyana ramyarîyê de, di jîyana zanist û hunerê de rola unîversîte, organên dadgehê û dezgehên mîna çapemenîyê gelek mezin e. Ev, dezgehên bingehîn ên dewletê ne. Divê meriv van dezgehan bide ber dêhn û bala xwe û hîn mijara “Li Tirkîyeyê zanistîyên sosyalî mumkin in?“ analîz bike.

Kovara Toplum ve Kuram (Civak û Teorî) di meha kewçêra 2008 de bona zanyarên sosyalî vexwendnameyek hinartîye. Di vê vexwendnameyê de pirseka gelek girîng a weki “Li Tirkîyê zanistîyên sosyalî (sosyal bilimler) mumkin in?“ heye. Ez dixwazim derbareyê vê mijarê de fikrê xwe beyan bikim.

Di vê behsê de mijara ku herî zêde divê bête vekolîn, îdeolojîya resmî ye. Îdeolojî, bi awayekî giştî, ji zanistîya ramanan re tê gotin. Wekî komplîkasyona ramanên di gelek waran de tê tarîfkirin. Tevayîya fikrên ku di warên sîyasî, civakî, kulturî, îdarî, huqûqî, hunerî û hwd. de ne. Ev tarîf, bona nasandina îdeolojîyê gelek kêm dimîne. Helbet di îdeolojîyan de elementa fikrî heye. Lêbelê tiştê ku îdeolojîyan dîyar dike, ji fikr zêdetir, elementa bawerîyê ye. Bawerîya ku dibêje, ev fikr fikrê herî rast e û bona serdestkirina vî fikrî hertim di nav hewldanê de ye... Îdeolojî, ji bilî ramanan, bizavê jî di xwe de dihewîne. Piştî ku dibêje, “tenê rastîyek heye, ew jî fikrê partîya me ye“, êdî guh nade fikrê partî, grûb yan kesên din. Îcar îdeolojîya resmî, ne îdeolojîyek ji îdeolojîyan e. Bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê tê xwedîkirin, tê parastin. Rexnekirina îdeolojîya resmî, qebûlnekirina îdeolojîya resmî, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên dewletê tê astengkirin. Helwêsta li hemberî fikr û bawerîyên dînî (ol; ayîn) û helwêsta li hemberî pêşnîyazên îdeolojîya fermî, gelek dişibihin hevûdin. Dîtinên dînî nayêne rexnekirin, ji rastîya wan guman nayê kirin, dest tê nayê dayîn. Meriv, girseyên xelqê, bawerîya xwe bi van dîtinan tînin, hewl didin xwe ku fermanên van dîtinan bicih bînin. Îdeolojîya resmî jî wisa ye. Pêşnîyazên ku îdeolojîya resmî dike jî, pêşnîyazên wisa ne ku, nayêne rexnekirin, dest tê nayê dayîn, ji rastîya wan guman nayê kirin. Ger hûn rabin rexne bikin, hûn pêşnîyazên wê qebûl nekin, hingê hûn ê bi cirmên cezaî re rûbirû bimînin. Elementên ku rastîya wan sabît e, nikanin di fikr û biryarên merivan de guherînekê çêbikin. Digel elementên ku rastîya wan sabît e, dîsa jî fikr û bawerîyên kevn berdewam dibin, di biryaran de guherînek çênabe. Bi awayekî giştî, ji vana re tabu yan jî dogma tê gotin.

Îdeolojîya resmî, girîngtirîn sazîya sîstema sîyasî ya tirk e. Ne tenê jîyana sîyasî û sîyaseta navxweyî, herwisa, sîyaseta derveyî, jîyana ramyarî, zanistî, hunerî û huqûqî jî ji layê îdeolojîya resmî ve tê tayînkirin û rêvebirin. Di navbera zanistê û îdeolojîya resmî de ferqeka gelek mezin heye. Kakilê şêweyê zanistîyê û fikrê zanistîyê, xwe dispêre rexneyê. Rexneya azad, şertê bingehîn yê zansitê ye. Di fehma zanistîyê de, problemeka mîna hewldana tetbîqkirina encamên ku bi dest ketine, nîn e. Bêguman pêzanînên ku bi dest ketine, bo rayagiştî tên eşkerakirin. Tetbîqkirin an jî tetbîqnekirina wan, dikeve warê eleqeya sîyasetê û sîyasetgeran. Elementên ku rastîya wan sabît e, dibin sedemê ji nuh ve di ber çav re derbaskirina fikr û biryarên lêkolîneran. Bona ku dezgeya rexneya azad bi şêweyekî dînamîk her dixebite, ji vê çendê, bêguman, di zanistê de cih ji dogma û tabuyan re tune ye.

Îro warê herî girîng ku îdeolojîya resmî bala xwe daye ser, pirsa kurd e. Dîtineka dewletê ya ku xwe dispêre înkar û tunekirina kurdan û kurdî û Kurdîstanê, heye. Polîtîkayek ku xwe dispêre asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê, li dar e. Pirsê û pirsan di bin zordarîyê de hiştin, wan tune nekirîye, wan bêtesîr nekirîye. Berevajî, pirs hîn bêhtir mezin bûye, hîn bêhtir şax û berg daye, berfirehtir bûye, kûrtir bûye. Îro, li Tirkîyê, hemî pirsên civakî bi pirsa kurd re girêdayî ne. Ji avadanîya bêbîçim a bajarên mezin bigrin heta bi spekulatorîya erasayan, ji zêdebûna çeteyên mafyayan, ji bêweznîya (dengesizlik) mezin a hatina darayî bigrin heta bi bêweznîya di navbera herêman de, ji qirêjbûyîna ava deryayan bigrin heta bi pirsa betalîyê, ji zarokên tînerkêş bigrin heta bi diz û çaqukêşan, ji çilûçepîya di polîtîkaya navxweyî û derve bigrin heta bi pirsa tenduristîyê, ji perwerdeyê bigrin heta bi xizmetguzarîya avadanîya bingehîn ku bi qasî têrê bike pêk nayê. Di bingeha van hemî pirsgirêkan de pirsa kurd heye. Divê ev îfadeyên hanê wekî mubalexeyekê neyêne dîtin. Ne mumkin e ku van pirsgirêkan bala merivan, bi taybet bala lêkolîneran nekişandibe. Çi dema ku bala meriv biçe ser pirsgirêkekê, dê meraqa merivan a vekolîna meseleyê, bi taybet jî, ya lêkolîneran hîşyar bike. Di vê rewşê de, êdî ev dibe peywireka mecbûrî ku divê ev pirsên hanê bi têgînên (term; kavram) zanistê, bi şêweyê zanistê bêne analîzkirin.

Di jîyana dewlet û civakê de, di jîyana ramyarîyê de, di jîyana zanist û hunerê de rola unîversîte, organên dadgehê û dezgehên mîna çapemenîyê gelek mezin e. Ev, dezgehên bingehîn ên dewletê ne, yên jîyana sîyasî ya tirk in. Ji vê çendê, divê fonksîyona van dezgehan bête vekolîn. Divê meriv van dezgehan bide ber dêhn û bala xwe û hîn mijara “Li Tirkîyeyê zanistîyên sosyalî mumkin in?“ analîz bike. Li salên 1950yî, li salên 1960î, li salên 1970yî, li salên 1980yî, çi dema ku behsa kurdan, kurdî û Kurdistanê bibûya, hingê piratîkeka wisa pêkdihat: Çi dema ku yekî yan jî lêkolînerekî behsa kurdan bikirana, derbareyê van mijaran de kitêb, nivîs û hwd. tiştekî biweşandana, tavilî tehqîqat dihat destpêkirin. Biryara berhevkirina wê weşanê dihat girtin. Di netîceya tehqîqatê de jî, pirranî doza cezayê dihat vekirin. Çunkî, dîtineka resmî, îdeolojîyeka resmî ku kurdan, kurdî û hwd. înkar dikir, hebû. Digotin, çi kesê ku li Tirkîyeyê rûdine tirk e, ligel oguzan ji Asyaya Navîn hatîye, ew kesên ku ji xwe re dibêjin “kurd“, ew êleka oguzan e ku ji Asyaya Navîn hatine. Herwisa, digotin, zimanekî mîna zimanê kurdî nîn e, ew zimanê ku jê re “kurdî“ tê gotin, lehçeyeka pîrîmîtîv a zimanê tirkî ye. Dîtineka di berevajîya van fikran de, wekî tawanek dihat qebûlkirin. Ev e, dema ku dozê di çarçeweya van peywendîyên hanê de dewam dikir, hingê nivîs, kitêb yan jî axaftina ku dibû sedemê vekirina dozê, dibû delîlê tawanbarîyê. Dadgehê biryar dida ku ev delîlên hanê bo heyeta zanayan (bilirkişi heyeti) bişîne. Nivîs, kitêb yan jî axaftina ku wekî elementa tawanê dihate dîtin, bona ku raporeka ’zanistî' bête dayîn, bo heyeta zanayan dihat şandin. Bo profesorek an jî çend profesorên ji beşên mîna huqûqa cezayê, huqûqa destûra bingehîn, zanyarîyên sîyasî, dîrok, sosyolojî, antropolojî, ekonomî, felsefe, tirkolojî, fîlolojîya firansizî, filolojîya îngilîzî, yan jî, ji beşeka din re ev nivîs, kitab yan jî axaftin dihatin şandin. Wan jî nivîs yan jî kitêbê vedikola û raporek ku jê re “zanistî“ dihat gotin, amade dikir. Di van raporan de, wan jî fikrê xwe wekî “di nivîs an jî axaftina navborî de elementa tawanê hatîye dîtin“ yan jî “nehatîye dîtin“ îfade dikir. Di van raporan de, pirranî, ew nivîs an jî axaftinên ku têde behsa kurdan û kurdî bûye, wekî tawan dihatin binavkirin. Dadgehan jî xwe dispart vê rapora heyeta zanayan ku jê re “zanistî“ dihat gotin û biryarê didan.

Divê ji layê fehma şêweyê zanistîyê ve “rapora heyeta zanayan“ bête helsengandin. Di naveroka van roparên wisa de çi tê nivîsîn bila bê nivîsîn, ger tu rabî di kitêb, nivîs an jî afaxtineka ku li konferansekê hatîye kirin de li tawanê bigerî, hingê dê ev yek bi tevayî li dijî şêweyê zanistîyê be. Ji ber ku zanist şêweyekî fikirînê ye, lewre tenê dikane di nav şert û zurûfên azadîya ramanê ya bêsînor de çêbibe û pêşde here. Heqaretkirina li hinekan û cudaxwazî, helbet bi fehma şêweyê zanistîyê nakeve. Jixwe, kesên ku pirsgirêkan bi têgînên zanistîyê şîrove dikin, pêwîstî bi heqaretkirinê nabînin. Çi dema ku tu rabî kitêbek an jî nivîsekê bi nîyeta ku “bê hela têde tawanek heye yan na?“ bixwînî, hingê ev tê vê wateyê ku tu qebûl dikî ku di kitêb an nivîsê de tawan heye. Ev helwêsta hanê bi tevayî di berevajîya fehma zanistîyê û fikrê zanistîyê de ye. Destûrên bingehîn, azadîya beyankirin û belavkirina ramanê, û azadîya zanist û hunerê, ji hev cihê tanzîm dikin. Wekî mînak, di destûra bingehîn a sala 1982 de xala 26. azadîya beyankirin û belavkirina ramanê tanzîm dike, xala 27. jî azadîya zanist û hunerê tanzîm dike. Xala 28. jî azadîya çapemenîyê tanzîm dike. Di xala ku azadîya beyankirin û belavkirina ramanê tanzîm dike de, piştî ku dibêje beyankirina ramanê azad e, hinek xalên ku vê yekê bisînor dikin jî li dû hev rêz dibin. Di wê xala ku azadîya zanist û hunerê tanzîm dike de, tê îzehkirin ku azadîya zanist û hunerê hîn berfirehtir e. Ev yek, dike ku kes an jî sazî, bêne xapandin. Çunkî li wê dera ku azadîya beyankirina ramanê bête sînorkirin, ne mumkin e ku huner azadane geş bibe. Di axala 130. a destûra bingehîn de ku derbareyê unîversîteyan de ye, ev rewş bi awayekî vekirî dixuye.

Hêja ye ku meriv bala xwe bide ser helwêsta du dezgeyên bingehîn ên dewletê ku li hemberî dîyardeya kurd, li hemberî kurdan û zimanê kudî ye. Unîversîteya ku divê li heqîqetê bigere, lê heqîqetê înkar dike, diveşêre, berevajî dike. Helbet zanist dîyardeyî (olgusal) ye. Zanist, ji dîyardeyan dest pêdike. Li vir, em bala xwe didinê ku unîversîte bi xwe hewl dide xwe ku dîyardeyan înkar bike, berevajî bike, biveşêre. Profesorê dîrokê, kurdan yan dîyardeya kurd ji nedîtî ve tê, înkar dike. Herwisa, profesorê sosyolojîyê, yan jî yê zanistîyên sîyasî, kurdan û civaka kurd ji nedîtî ve tê, înkar dike. Îdeolojîya resmî tiştekî wisa ye. Delîlên ku rastîya wan sabît e têne pêşkêşkirin jî, cardin, di fikrê lêkolîneran de, di biryar û lêkolînên wan de, tu guhertinek çênabe. Helwêsta xwe ya înkarker dewam dikin û dikin. Di nav peywendîyên bi vî awayî de zanista sosyalî dikane çêbibe? Profesorekî cografyayê bifikirin. Bifikirin ku ev profesor dibêje, dinya ne gilover e... Ev profesorê ku wisa difikire, dê bête rexnekirin, hetta ku, dê bête şermezarkirin. Çunkî înkarkirina zanînên ku rastîya wan sabît e, şaşîyeka mezin e. Herwisa, ev jî tê zanîn, çi dema ku meriv dîyardeyekê înkar bike, înkarkirina dîyardeyê, dîsa, ev jî dibe şaşîyeka mezin. Lêbelê digel ku dîyardeya kurd û kurdî înkar dikin, dîsa, ev helwêsta profesorên dîrokê û profesorên sosyolojîyê normal tê dîtin. Îdeolojîya resmî, kategorîyeka wisa ye. Pêwîstî bi vekolîna çi tiştekî hebe, divê bi kîjan têgînan bê vekolîn, divê li dijî çi be, îdeolojîya resmî viya dîyar dike. Bi dezgeyeka wisa ya îdeolojîya resmî, zanista sosyalî ne mumkin e. Zanista sosyalî tenê dikane bi rexnekirina vê dezgeyê re, bi rexnekirina vê dezgeya ku ferman dike û dîrektîfan dide re, dest pêbibe. Bona ku ev rexneya hanê bête kirin, divê pêşî meriv ji vê rewşa hanê haydar be. Li gorî qenaeta min, li Tirkîyê unîversîte û bi taybet zanistên sosyalî, haya wan ji vê sazîyê nîn e.

Îdeolojîya resmî, girîngtrîn dezgeya jîyana sîyasî ya tirk e. Îdeolojîya resmî, ne ku tenê yek ji dezgeyên girîng ên jîyana sîyasî ya tirk e, esas dezgeya herî girîng e. Lêbelê metneka wisa girîng di destûra bingehîn de cih nagre. Wekî mînak, di destûra bingehîn a sala 1982, ya sala 1961 û ya sala 1924 de xalekê ku behsa vê dezgeya girîng bike, nîn e. Di kitêba huqûqa destûra bingehîn de ku ji alîyê profesor û pisporan ve hatîye nivîsîn jî, behsa vê dezgeyê nayê kirin. Belgeya Sîyasî ya Ewlekarîya Neteweyî (Milli Güvenlik Siyaset Belgesi), metna bingehîn e ku îdeolojîya resmî dîyar dike. Metna Belgeya Sîyasî ya Ewlekarîya Neteweyî di ser destûra bingehîn a tirk re ye. Tu xaleka destûra bingehîn nikane berevajîyê naveroka vê belgeyê be. Guhertinên di destûra bingehîn de nikanin li dijî vê belgeyê bin. Êdî ev tê zanîn.

Yek jî, em bala xwe bidin ser organên dadgehê. Me behs kir ku dadgehê derbareyê kitêb an jî nivîsên ku têde behsa kurdan û kurdî dibû de biryara berhevkirinê, biryara qedexkirinê dane, herwisa, derbareyê kesên têkildar de biryarên mehkûmîyetê dane. Em salên 1960î, 1970yî, 1980yî bifikirin. Dadgehan, dozgeran nivîskar yan jî endamên çapemenîyê ku behsa kurdan, kurdî û Kurdistanê kirine, bi mueyîdeyên gelek giran ên cezaî û îdarî re rûbirû hiştine. Di sedemên biryara mehkumkirinê de, beyanên mîna her kes tirk e, zimanek bi navê kurdî nîn e, hebû. Li vir, kî rastîyê, kî ya rast dibêje? Helbet, nivîskar û lêkolîner dibêjin. Di biryara mehkumkirina kitêb û nivîsan de hewldana tunekirina heqîqetê, hewldanên veşartin, berevajîkirin û tunekirinê heye. Li Tirkîyê derbareyê kurdan de huqûqa pozîtîf wisa pêşde diçe. Alîyekî huqûqa reel, huqûqa pozîtîf heye ku înkar, îmha û qetlîaman meşrû dike. Lêbelê ger meriv bibêje kurd hene, kurdî heye, ev rewşeka xwezayî ye. Yê xwezayî di eynî demê de yê rast e jî. Di rewşeka wisa de, ku yê xwezayî, yê rast wisa were înkarkirin, hingê edalet jî ne mumkin e.

Nexwe înkarkirina û berevajîkirina dîyardeyan dezgeyan ji çawahîya (nitelik) wan a bingehîn bi dûr dixîne. Ev prosesa hanê dezgeyan dirizîne. Înkarkirina kurdan, înkarkirina pirsa kurdî unîversîteyê rizandîye, dadgehê rizandîye. Dadgeha ku cezayên gelek giran dide nivîskaran lê derbareyê darizandina sîyasîyên ku bi mîlyar dolaran pareyê dewletê xwarine û tevlî karên qirêj bûne de dibêje “wext di ser re derbas bû“ û devê dosyayên wisa digre.

Ehmed Mesut di kitêba xwe ya bi navê İngiliz Belgelerinde Kürdistan 1918-58 (Weşanên Doz, Îstanbul 1992) de, di beşa Pêşgotinê (r. 5-8) de bal dikşîne ser cihêtîya peyvên red û înkarê. Ehmed Mesut dibêje, ji layê wateya ferhengî ve ferqek di navbera van her du peyvan de nîn e, lê tekîd dike ku pirsa kurd nayê înkarkirin, tê redkirin. Înkar û tune hesibandinê, red û nedîtinê bi hev re bikar tîne (r. 6-9). Herwisa, dibêje dewletê, di şûna kurdan û kurdî de, têgînên mîna têkoşîna li dijî eşîrtî û feodalîya kevneperest, têkoşîna li dijî îrtîcayê, pêşîlêgirtina serhildana mutexeliban a li hemberî dewleta modern, eleqeya bo herêma paşdemayî, bikar anîne. Dibêje, di çarçeweya van peywendîyan de, di şûna înkar û tune hesibandinê de, têgînên red û nedîtinê bêne bikaranîn dê hîn rast be. Dewlet bona ku kurdan bo tirkîtîyê asîmîle bike raporan amade dike, hingê, ev jî dibe nîşana vê yekê ku dewlet kurdî tune nahesibîne.

Ez dibêjim qey, ev her du têgîn bi hev re bêne bikaranîn, dê xisareka wê nîn be. Înkarkirin û tune hesibandina kuırdan, polîtîkayeka bingehîn a dewletê ye. Dewlet dibêje, ez li dijî feodalîzmê têdikoşim, ez li dijî îrtîcayê têdikoşim, ez li hemberî hevkarên emperyalîzmê têdikoşim û hewl dide xwe daku bi vî awayî pirsa kurd tarîf bike. Ev yek, rewşeka wisa ye ku têkildarê nakokîyên navxweyî yên îdeolojîya resmî ye. Wekî mînak, îdeolojîya resmî dibêje, hinde eşîrên tirk bûne kurd. Ev kurd û eşîrên kurdan ku tune ne, ger hebin jî, jixwe, kovî ne, gelo çawa van tirkên ku dibêjin em xwedîyê medenîyeteka ewçend pêşketî ne, di nav kurdan de asîmîle bûne? Îdeolojîya resmî, kategorîyeka xwedîyê nakokîyên navxweyî yên bi vî rengî ye. Li derveyî vana, feodalîzm bi xwe jî ji layê dewlet û hukûmetê ve hatiye xwedîkirin. Çunkî sazîyên feodal, eşîr, şêx, li pêşîya azadîya kesan û civakê, li pêşîya pêkhatina takekesê azad astengên gelek mezin in. Dewleta ku ligel van sazîyan di nav hevkarîyeka pêt de ye, bi vî şêweyî pêşî li tevgera neteweyî ya kurd digre.

Ev polîtîkayeka bingehîn a dewletê ye ku, rê nade unîversîte têkelî pirsa kurd bibe. Dewletê vê polîtîkaya xwe bi baldarî meşandiye. Bona ku unîversîte bala xwe nede ser vê meseleyê, bi her şêweyî tevdîrên xwe girtine. Wekî mînak, kesên ku bala xwe dane ser vê meseleyê, ji unîversîteyê bi dûr xistine. Di vî warî de mueyîdeyên îdarî û cezaî hertim hatine rojevê. Îro lêkolînên derbareyê kurdan de, bi giştî, li derveyê unîversîteyan têne kirin. Ew jî, bi vî şêweyî yan bi wî şêweyî, bi çavê dewletê li meseleyê dinihêrin. Hîn bêhtir analîzên ku dîtina dewletê mafdar derdixin têne kirin. Lêkolînên ku bi çavê kurdan li meseleyê binihêrin, yên ku hewl bidin xwe daku hest û fikrên kurdan têbigihên, fehm bikin, ev hest û fikrên hanê vekolîn, analîz bikin, gelek kêm in. Ger meriv rastîya wê bibêje, di fikrê tirkan de awirekî wisa tune. Halbukî pirsa kurd îro pirseka gelek biêş e. Meriv dikane bibêje ku girîngtirîn pirsa li pêşîya Tirkîyê ye. Di pozîsyoneka wisa de ye ku polîtîkaya navxweyî, ekonomî û prosesên dadgehê dîyar dike, îstîqamet didiyê. Pirs, bi her halê xwe, xwe araste dike. Hingê girîng e ku meriv bala xwe bide ser hest û fikrên kurdan jî. Êdî pirs li ser jiyana rojane tesîr dike, wisa xuya ye ku ev peywendîyên hanê êdî bala gelek lêkolîneran dikşînin. Êdî mecbûrî ye ku divê ev yek bi têgînên zanistê, bi şêweyê zanistîyê bête vekolîn. Ev mijareka wisa ye ku êdî naye taloqkirin.

Qedexeyên li ser ramanê, îro di pêşîya jîyana ramyarî, zanistî û hunerê de astengên gelek girîng in. Qedexeyên ramanê, carînan rê nadin ku navê dîyardeyê jî bête îfadekirin. Li dera ku dîyarde başebaş neyê nîşandan, li dera ku navê dîyardeyê jî neyê bilêvkirin, ma êdî mumkin e ku meriv bikanibe derbareyê peywendîyên dîyardeyî de analîzan bike? Encameka girîng a qedexeyên ramanê heye. Qedexeyên ramanê dikin ku otosansur pêşde here û wekî dezgeyekê saz bibe. Ev rewşa hanê jî, wisa dike ku jîyana ramyarî, zanistî û hunerê bejî û beyar bimîne, bibe çolistan, mejî felc bibin. Qedexeyên ramanê, dîyardeyan û peywendîyên dîyardeyî çiloçepî dike, tune dihesibîne, naveroka wan vala dike. Ji vê çendê, şêweyê zanistîyê, fikrê zanistîyane, heta ku îdeolojîya resmî û qedexeya ramanê ku dezgeya herî girîng ya îdeolojîya resmî ye rexne nekin, nikanin pêşde herin. Divê qedexeyên ramanê bi têgînên zanistîyê, bi delîlên dewlemend bêne rexnekirin. Ev rexne divê daîmî bêne kirin.

Kovara Toplum ve Kuram di vexwendnameya ku bo zanistên sosyalî şandîye de, dide zanîn ku, têgihîştin û fehmkirina pirsa kurd pêwîstîyeka gelek mezin e. Tekîd dike ku, pirsa kurd yek ji pirsên herî girîng e ku bala wan li ser e. Ez hêvîdar im ku di van waran de xebatên tendurist û mayende bêne kirin. (*)

_____________________

Wergerandına ji tirkî: Roşan Lezgîn
(*) Ev nivîs bi sernavê “Türkiye'de Sosyal Bilimler Mümkün müdür?“, li kitêba bi navê Toplum ve Kuram , Kürt Toplumunda Değişim Dinamikleri ve Sınıflar , Toplum ve Kuram Yayınları, Kitap Dizisi, İsatanbul - Mayıs 2009, Hej. 1, r. 205-210 weşîyaye.

Çavkanî: Netkurd

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.