Ana içeriğe atla

HASAN HUSÊN YILDIRIM HATE AZAD KIRIN

Îro roja sêşem 15.03.2005, nivîskarê Newroz. Com’ê û sîyasetmedar Kurd H.H. Yıldırım li Hollandayê hate azadkirin. Wekî tê zanîn Nivîskarê me birêz Yıldırım ji bo beridarîkirina Konferansa Netewî a Bakurê Kurdistanê çûbû Hollandayê û li wir li ser daxwaza Hukumeta Tirkîyê ji alîyê hêzên polisî vî welatî hatibû girtin.

Em wekî malpera Kurd Newroz Com, sipasîya xwe pêşkêşî, hemû partî, rêkxistin, Malper û kesên serbixwe, Welatparêz, ên ku nerazîbûna xwe beramberî girtina H.H. Yıldırım nîşan dan û ji bo azadkirina wî hewl dan, dikin. Azadkirina H. H. Yildirim, berhemê xebat û yekdengîya me hemûyanan e. Em dubare sipasiya we dikin û serketina we dixwazin.

Ligel rêz û silavên me
15.03.2005

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.