Encamnameya Hevdîtina Platforma Xebatên Kurda
Grubeke ku li ser meseleya Kurda, gelen Kurdistanê û Erdnîgarîya wê dixebitin, ji zanîngeh û platformên cihêreng ên Tirkiyê, Kurdistanê, Ewropa û Emerîkayê hatine û wekî xwendekarên serdestî lîsansê, zanyar û entelektuelan pêk hatiye, di 25-26’ê Pûşbêrê de, li Amedê, bi navê Platforma Xebatên Kurda hatin cem hev. Tevî analîzên li ser qada sîyasî, gruba ku bawerîya xwe bi girîngîya xebatên kûr û dirêj ên li ser çend qadên zanistîyên beşerî/civakî ya li ser gelê Kurd û ên Kurdistanê dê bên kirin anîye, hedefa xwe ya sereke, wekî hem bi qenderî û hem jî bi wesfî hewldana zêdekirina van xebatan da nîşan. Û di vê qadê de tevkarîya nîqaşên rêbazî, vegotinî û pirsgirêkên etîk ku hatine kirin û herwiha di hevparîya asxarî de ji bo pêkanînazimanekî hevpar sitandina înîsîyatîfê destnîşan kir.
Pisgirêka Kurd, hate dîyarkirin ku, ji mêj ve hebûna wê hatiye înkarkirin û di qada aqademîyê de jî nîqaş li serî hatiye qedexekirin, tevî qada civakî û sîyasî, bi têkilîya xwe ya ku agahî li serî tê hilberîn jî, bi aweyekî lezgînî di bin pêdivîyeke midaxelê de ye. Herwiha di xebatê de, roja ewil pirsgirêkên metodolojî û etîkê, roja diduyan jî xebatên tematîk ên komênberdest hatin kirin. Di roja ewil a civînê de, ji bo xebatên li serKurdan pêdivîya metodolojî û etîkeke hevpar hat destnîşankirin û ev pêşnîyarî hatin kirin:
*Pirsgirêkên sîyasî û civakî ya Kurdan û gelên Kurdistanê ku di serên wan de borîne, bi salan e di warê xebatên akademîk de hatine piştguh kirin û xebatên li ser vê qadê tên kirin hêj jî ne xwedîyê zemînekî azad a akademîk in.
*Çiqas ku xebatên hêja û pêşeng hatibin kirin jî, bi giştî vegotina hegemonîk a dewletê raserî wan maye û bi wê hatine hepiskirin.
*Divê zora teseltîkirina “wêrekî” ya li ser zanyar û entelektuelên ku li ser Kurdan dixebitin rabe, bi lezgînî mitabeqateke civakî û sîyasî pêk were, divê alav û zemînên xebatên li ser vê qadê bên asayîkirin.
*Tevî hayedarîya têkilîya navbera zanîn û desthilatê, divê xebatên li ser civak, dîrok û tevgerên Kurdanbên sipartina alavên zanistîyên civakî, divê ji bo xebatên ampîrîk giranî bê dayîn û pêvajoya hilberîna agahîyê di çarçoveya etîka akademîk/entelktuel de bê lidarxistin.
*Divê agahîyên cihî/xwemalî, li hemberî vegotinên hegemonîk û bandorên desthilatî bên aktîfkirin. Herwiha ji bo kesên ku bixwazin xebatên bi kûrahî û sehîtî li ser vê qadê bikin, bi hemû zaravayên wê zanîna Kurdî û zimanên din ên herême; ji bo gihîştina rewşa cihî, alavên girîng ên krîtîk in.
*Çand û nasname, bi aweyekî ku meseleya pozîsyona hundirî/derveyî ya lêkolîner jî bihewine, ne li ser binyateke statîk, yekjimar, yekparî û kategorîk; bes li ser pêvajoyeke dîrokî, pêywendîbar, pirjimarî û dînamîk bê qebûlkirin.
Di roja duyemîn a xebatê de, ku beşdar li gorî pisporîyên cihêreng ênxwe hatin ba hev û xebatên tematîk ên komênberdest kirin; ev pêşnîyarî û dîyarî bi hemû grubê re hatin parvekirin:
*Hate diyarkirin ku xebatên li ser tevgera Kurd çêdibin, di akademîya hakim de, bi pêşqebûl û tirsên akademîk tên biteşekirin, kirdewarî û hêza kifşkirina wê ya sîyasî û civakî nayê xebitîn. Kêmasîya lîteratûrê ya ku guherînên tevgera Kurd li ser civakê kiriye heye, û lêkolîn divê li serî jî bên zêdekirin. Hate destnîşankirin ku, lêkolînên li ser dînamîkên bi guherînênsalên 2000’an ve li dar ketine û bûne sedem ji zêdebûna pêvajoyên ku tevgerê xwedîcivak û bisazî kirîne û herwiha têkîlîya di navbera îdeolojîya wê ya li dijî sîstemê û polîtîkayên wê yên pratîkê de, mijarên hêjayî lêkolînê ne.
*Mijareke ku bi lezgînî pêdivî nîşandide jî, hilberîna agahî û zanistîyê ya ji bo pêvajoya salên 1990’î ne û herwiha li ser kuştinên ku failên wan nedîyar, valakirina gundan û gorên komî xebatên sîstematîk e. Lê belê tenê ne li ser encamên şer, li pey pirsên wekî ka ku pêvajo çire û çawa bi pêş ket, aktorên wekî PKK û dewleta Tirk di van salan de stratejîyên çawa yên leşkerî û civakî bi kar anîn be jî. Wekî din divê têkilîyên -ku bi aborîya şer diguherîyan bes paşî veguhezîn çend têkilîyên sîyasî/aborî yênsalên 2000’an- bên dehûrandin û girîngîya xebata encamên şerê psîkolojîk a li ser rojavaya Tirkiyê jî bên dîyarkirin.
*Di civata meseleya bi zorê ji cih kirin de hat gotin ku, di xebatên heta îro hatine kirin de, têr li ser sedemên koçberîya Kurdan nehatine sekinandin, bi warên travma û rehabîlîtasyonê hatîne bisînorkirin û bi sanahî lê hatîye nêrîn, ji ber xebatên qenderî serpêhatîyên mirovan li paş hatine mayîn, xebatên nû yênçêbin dive li ser rola pêvajoyê ya li ser çêbûna nasnameya Kurda jî bisekinin û bi têkilîya meseleya bajarîbûyîn û xizanîyê jî bi vî rengî lê bên nêrîn.
*Di civata xebatên jinande hate destnîşankirin ku xebatên li ser vê qadê tên kirin ji aktîvîzma jinan gellek dûr dimeşe, ji bo fêmkirinadesthilatê û şikandina wê divê ji metodolojîya femînîst sûd bê wergirtin, kuştinên bi hinceta namûsê tên kirin tenê wekî sûcên hiqûqî û sosyolojîk tên nîşandan. Di xebatê de biryar hate dayîn ku tevgera jinên Kurd a di pêvajoya tekoşînê de derketîye holê, divê wekî kirdeyeke îradî bê dehûrandin û li ser rola qelskirina desthilta mêrî yê ku li ser her qadê rû daye bê sekinandin.
*Di civata lêkolînên Dîrokêde hate qebûlkirin kudivê tekrara nivîsandina dîroka Tirka ya honak nehê kirin û nekevin vê kemînê, wekîdin dîroka Kurdan hewceyî nivîsandina dîrokek wisa ye ku bi aweyekî rexnebar linivîsandina dîroka neteweperwer binêre û têkilîya navbera dîroka makro/mîkro jî saz bike. Û herwiha hate îfadekirin ku çavkanîyên dîroka Kurdistanê, gihaştina belgeyên nivîskî, ji bo gihaştina şahidan jî bikaranîna rêbaza dîroka devkî girîng in û divê arşîveke ku çavkanîyên devkî û nivîskî li wê bên civandin lazim e.
*Di xebatên ziman de, ji bo serederkirina astengîyên termînolojîyê ya di warên zanistîyên civakî de pêk tên; biryara dest bi ferhengekê bê kirin hate dayîn. Hate derbirin ku pêwistî ji bo amadekarîya perwerdahîya fermî ya bi zimanê zikmakî heye û wekî zarûretekê ye ku li ser mufredatê, ji bo hemû zaravayan xebat bên kirin.
*Di gruba li Kurdistanê ol û grubên olî de jî, hate gotin ku li ser ve qadê xebat ewqas hindik in ku wekî tune bin, bêyî jibîrkirina hebûna bawerî û grubên cihêreng ên li vê qadê û dîsa bêyî piştguh kirina rola olê ya li ser pêvajoyên sîyasî ya sosyolojîk divê xebat bên kirin.
*Di civata xebatên ciwan û zarokan de, bi bikaranîna nêrînên antropolojîk, îmkana zelakirina pêvajoyên sîyasî û sosyolojîk hate îddîakirin û şêwr li ser mijarêntevgera Kurd, ciwanî û sîyasîbûn hatin kirin ku, ka dê li ser çarçoveyeke çawa bên runiştin.
* Tevî van civatan li ser qadên sîneme, şano û mûzîkê jî; di derheqê hunera Kurda de ku xebateke çawa û bi çi rê û rêbazî bê kirin denêrîn hatin pervekirin.
Platform, bi biryara hedefa xwe ya dûvdirêj a sazkirinanavend/akademîyeke lêkolînê û avakirina hafizayekê; ji bo şert û mercên bingehîn ên ku van hedefan mumkin bikin xebateke şeş mehî ji xwe re derxist û ji bo li ser vê yekê bi biryara civînê ya di Çileya 2012’an de xelaz bû.
Ji hemû beşdarên xebatê û ji Şaredarîya Mezin a Dîyarbekirê re ku ji bo xebata me pêk bê bi tevkarîyên xwe yên cihêreng alîkarî da me spasî.
Platforma Xebatên Kurda