بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

PİŞTÎ NEWROZÊ

Di Newroza îsal de, walî (parêzgar), polis û jendermê romî çend bûyerê nexweş pêkhanîn û mixabîn ku xwîn rijandin.Ewilî destûra pîrozbahî ya Newrozê nedan. Paşê jî bi bê îmanî û bê wîjdanî li zarok, li jin û mêra dixistin. Destê xortekî şikandibûn û hîn jî pî lê badida. Şeş-heft polis li ser serê xortekî hatibûn hev û bi bê îmanî bi jopa li vî xortî dixistin, ev xort çawa hanîn xwarê û li erdê rast kirin. Jinên civan û navoser bi ser hevdû de ketibûn û polîsê romî-toximê rûm, li erdê jî li wan jina dixistin, kijan polîs dihat bi pehîna li devê van jina dixistin. Û mixabîn, li Wanê xortekî bi navê Zekî Erînç kuştin. Li geverê jî xortek bi navê İkbal Yaşar kuştin! Bi seda jî kes birîndar kirin û bi seda jî kes girtin binçava û pirrê van jî kirin zindanê… Bergerandin; Barış, kardeşlik, demokrasi (!)Hinek rojnamevan, nivîskar û şirovegerên dewleta romî, Newroz şîrove dikirin û digotin: “ Li Asya navîn û ya pêşîn Nevruz tê pîroz kirin; Fars, Tirk, Afgan, Pakistan û hwd. vê cejnê pîroz dikin. Lê weke cejnê pîroz dikin. Ji xwe cejne, çima şikandin, kuştin, êrîş kirina polisa-jenderma û hwd?…” Bersiva min bi çend pirsa, ji van toximê rûm re: Gelo li van welatna qedexa dewletê li ser ve cejnê qet bûye? Gelo li van welatna li kîjanê, ji ber pîroz kirina Newrozê tinazê (qerf) pê hatiye kirinin? Gelo kîjan welatî hatiye gotin ku cejnek wiha tuneye û Newroz çiye? Gelo li kîjan dewletê, ji ber pîroz kirina vê cejnê mîrov tê kuştin û bi sala ev kuştin tê berdewam kirin? Û hwd… Lê ji bilî van bûyerê qirêt î nexweş, Çend tiştê xweş jî bala min kişandin. 1. Newroza îsal ji hêla Kurdewarîve serkeftî derbasbû. Ji ber ku zimanê Newrozê bi Kurdî bû. Bi ya min ev ya herî girîng bû. Ji ber ku zimanê me Kurda li ber têkçûnê ye. Ger bi vî awayî berdewam bike sî- çel salê din Kurdî axiv ê nemîne. Weke vê Newrozê, Xwedê bike ku, em li xwe vegerin.2. Îsal wek beşdarvanê Newrozê zêde xuyabûn, dibe ku coş pirr bû lewma. Ji xwe pirr deng da; Pîrozbahî ya Li Kurdistanê, li Ewropa û di hin Parlemento yê dewletên Ewropa de û li seranserî Cîhanê!3. Balkêşîyek din jî evbû ku, li Batmanê wêneyên Seidê Nursî-Bediuzzaman hate hildan. Bi ya min ev pirr baş bû. Ji ber ku Seîdê Nûrsî kesekî Kurd bû, li hember dewleta xwin vexur şer kirîye, ji ber ku alim bû, zanyarekî îslamê bû… Lê bi taybetî doza wî li hember azadî xwazê Kurd hatiye bi kar hanin. Yanî, gelê Kurd pê ji hevûdu qetandinin. Weke kesê ku azadî xwazên Kurd ne misliman bin û kesê misliman-îslamî jî pêwîst be ku ne azadî xwaz bin an dabeşkar bin, anjî weke hewceyê azadî xwaz ya wan nake, weke ku ji wan re tenê Îslamî bes be û Kurd bibin Tirk jî tişt nabe. Bi vî awayî gelê Kurdê Misliman kaşî hêla xwe kirinin û li dijî azadî xwazê Kurd bi karanîn… Mixabîn em pirr dereng man, ku em li alimê weke Bedîuzzaman-Seîdê Nûrsî xwedî derneketinin… Azadî xwazên Kurd, pêwîste ku li gelê xwe yê misliman xwedî derkevin û ji bawerî ya gelê xwe jî rêzgiryê bigrin/bikin. Ol a Îslamê jî, ji yekdestî dewleta Tirk re nehêle û ji minafiqê mina Erdogan û Bahçeli re nehêle. 28.03.2008

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.