بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Nêçîrvan Barzanî Behsa Şerê Kurd û Ereb Dike

Serokwezîrê Herema Kurdistan’ê Nêçîrvan Barzanî got bê ku pirsgirêka heremên Kurdnîsîn yên dervayê Kurdistan’ê bên çareserkirin, hêzên Amerîka’yê ji Iraq’ê vekisin, mimkûne di navbera Kurd û Ereb de ser derkeve.Serokwezîrê Hikûmeta Herema Kurdistan’ê  Barzanî daxwaz jî revêvebiriya Amerîka’yê kir ku fisarê bixe ser Serokwezîrê Iraq’ê Nûrî Malikî da ku ji bo pirsgirêkên nehatine çareserkirin yên navbera Hewlêr û Bexda’yê de çareseriyê bibîne.   Barzanî got: “Em ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê hez dikin, lê ev yek li gel wan ne girîng e. Dema ku em bahsa parastina mafê gelê xwe dikin, ew vê hassasiyeta me ji bo ser peyrewkirina siyaseta wan ya li Iraq’ê wek pirsgirêkekî dibînin.”  Li gor Ajansa AP Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistan’ê Barzanî ragihandiye ku pistî vekisîna hêzên Amerîka’yê ji Iraq’ê nakokî wek xwe bimînin wê di navbera Kurd û Ereb de ser derkeve.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.