Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 13 May 2008

Zimanê Kurdi

Pîr Xidir Silêman

yeziden.de

Ziman Giyandare bi zorî bi givêşî dê herişt, u rakêşî dê ji ber yek çit u pirt-pirt bit.
Zimanê Kurdî mina piraniya Zimanên cîhanê ji çend zarava pêk têt u pitir ji nîva gelê Kurd bi zaravê kirmanciya jorî di peyivin u yên mayin jî bi zaravên kirmanciya me jêrî (soranî) u zazakî u kelhûrî u goranî di peyivin.

Aşkiraye dagîrkerên kurdistanê di dirêjiya dîrokê de çî derdeserî înaye serê meye, u yek ji hewlên wan ji bo helandina u takû pitir ziyanê bigehînin gelê me beringarî zimanê me bûyne, lê gelê me jî li vê deverê yan li devera he, kêm yan zêde, bi çendeha rêya berxudan u xoragirî kirîye ji bo man u parastina xwe u kiltûr u zimanê bav u kalên xwe.

Hebûyne dîn u ola xwe jî di xizmeta parastina ziman u kiltûrê xwe kirîye, mîna Êzidî u elewîyên zaza u kakeya, ne her eve belku çendeha aműretên mozîkê jî mina tembûr u def u Şibaba di xizmeta parastina silîqa ziman u kiltûrê xwe kirîye u ji bo bilind ragirtina pîroziya zimanê kurdî bav kalên me gotîye:" Xudê jî bizmanê kurdî-kurmancî di peyivit".
Ev rengê berxudanê jib o parastina ziman u kiltûrê bav u kala bergitîye u hêlaye zimanê me zindû bimîne u pitir bi xemile.

Niműne jî demê li sedsalîya yazdey kirstiyanî Şîxadî u birazîyê xwe ji Şamê qesta laliş- li cergê kurdistanê- kirîn u dest bi nujenkirna baweriya kurdên Êzidî kirîn,bawermend u behremendên me li deverê bi deng ve hatîn u lê civyayîn her bi zimanê kurdî sirud u qewl u beytên xwe vehunan u li ber awazê def u şibab u tembura pîrz pere bi zimanê xo dan u bilîmetên mîna xidirê zînde, hesedê al tewrî, pîr reşê heyran u şêx fexrê adiya bi sedeha sirud u qewl u beyta xizmeta bawerî u zimanê xwe kirin u heta îro jî neviyên wan ew ked u hiner bi çavekî pîroz parastiye.. u heke vekolîneka zanistî li wî berhemê li laliş u derdorê wê serhildayî bête kirin bê guman dê mîtologiya kurda, ziman u ferhinga kurdî pitir hête xemlandin u qonaxeke geş ji edebiyata kurdî ka berî neh sed salekî hête ber çav kirin u berka edebiyata kurdî dirêjtir bit.

Em dikarin nimuneke din jî her li vî biwarî bêxne rû: li sed u pêncî salê borî pitir ji milyon u nîva kurdên me ji ber kotekî u zordariya dewleta osmanlî terka mal u halê xwe dan u koçberî welatê Russîya qeyserî bűn, di nav wan koçberan derdorî 21 hezar kurdên Êzidî bun, ew kurdên dînê wan ne di xizmeta zimanê wanda mixabin di nav miletên gurcî, azerî u russîda heliyan, lê ji wan 21 hezar kurdên êzidî çunku dine wan jî di xizmeta ziman u çanda wanda bu blîmet u romannvîsên mina erebê Şemo u fliklornasên mina haciyê cindî u zimanzanên mina qenatê kurdo u hozanvanên mina emînê evdal u frîkê usiv u karlînê çaçan u dîroknasên mîna Şakirê xudoy u casimê celîl u bi deyeha hozanvan u nvîserên din jî peyda bun u keftine di xizmeta ziman u kilturê resenê kurdî da u nifşê nu li pey wan yî berdewame mîna: wezîrê eşo, tosinê reşîd, eskerê boyîk, celîl u ordîxanê celîl u teymurê xelîl.

Li damezrandina hukumeta îraqî u bêy rapirsiya miletê kurd başurê kurdistanê bi zormilî bi dewleta îraqê ve likandin ku kurdên êzidî jî di navda bun, desthelatdarên îraqê ne di hêla em li qutabxana zimanê xwe u babetê dînê xwe bixwînin çunku bi kurdî bu, herwesa rê ne dida em kiltorê xwe vejînîn, çunku bizimanê kurdî bu.

Lê piştî serhildana behara 1991ê u hilbijartina perleman u damezrandina hukumeta kurdistanê me bingehê laliş li bin druşmê (laliş kanîyeka zelale di hurte di robarê roşenbîriya kurdî da) damezrand u ji sala 1996ê u hêrve waneyên babetê êzidiyatîyê her ji pola yek heta Şeşê amadey li qutabxane yên deverên êzidiyan wê bi zimanê kurdî tête xûndin.
U ji ber ku qutabiyên êzidî wê bi kurmanciya xwe babetê dînê xwe dixûnin di bînî li wana zimanê kurdî ji brayên xwe qutabiyên kurdên busirman zîrektirin...

Vêca gelo heke hat u zaravê soranî bi biryareka na rewa bi be zimanê xundin u nvîsandinê li qutabxanên devera me u kirne zimanê fermiyê hukumeta kurdistanê em kurdên êzidî ku pitir ji nîv milyonê li vî parçeyê kurdistanê dê çîkeyn??!!

Ewa dagîrkerên kurdistanê ji ereb u faris u turka nikarî li ser bav u kalên me bi sepînin îro çend nivîser u hozanvanên kurd ji birayên meyên bebe di vên bi ser me da bisepînin li bin druşmê valayê parastina yeketiya kurdan giwaye miletê kurd ew bext u qeder mîna ereb u juha ne buye ku dînê wan di xizmeta ziman u çanda kurdî da bit, diyare ji bangewaziya wan nivêsera ew ne di agadarî rewşa tevaya kurdane, lew naçar me ev kurte ronkirna li serî xiste rû ta ku bizanin beşekî kurda çî kakey u elewiyên zaza u çî êzidî bawerî u dînê wan jî di xizmeta zimanê kurdî da bûye. Merema me jê ne ewe em daxwaziyê ji tevaya qutabiyên kurd bi keyn ku babetê êzidiyatîyê bixunin, çunku êzidyatî dînekî girtî u ne tebşîriye.. lê pê li mafê me neken ku sadetrîn u fertirîn mafe ne her yê me kurdên êzidî belku yê du li ser sê ji para kurda, her ji mêrgesor u heta bi amed u efrînê ji qaris u heta rewanê, ji blî kurmancên nîva hewlêr u ormîyê ku tev di rijdin bi kurmanca xwe kurdiya rewan bxûnin, heke berî sîh çil salekî we ew biyanu u hêcete di xiste rû giwaye kurmanciya nivîser u pispor nînin naverokê ktêbên xwandingeha bi kirmanciya joru binvîsin -her çende hêceteka bê binnema bu – lê ew bîyanoye jî nemaye vaye me bi deya pispor u ekademîk hene ji bo encamdana vî karî, eve yek u ya duyê divê hun xidanên vê banggewaziyê baş bizanin yê ked u hinera rabirduyî nebit dê îro lep li hewa mine u pêşhata xwe jî ji des det, dîyare pêşrewên vê bangewazê xwe ji bîr kirin li sala 1971 jî serkêşn koma rewange bûn yê di gotin:( kelepûr bo derya), u di viyan ne bes dîwanên feqiyê teyran, elî herîrî, cizîrî u xanî pavêne deryayê belku heta dîwanên nalî, salim, kurdî u hacî qadir bihêne sotin, em li bingehê laliş di bêjine wan biraya: heke hûn xemxorên êketiya gelê kurd u zimanê kurdîne, we xêre pê li dilê sê para kurda dikin, ew qeder berhemê bi van zarava u ne xasim kurmanciya jorî hatiye afrandin u nivîsîn hê ye berdewame u divên pişt guh pavêjin !!, erê ne mafê zarokên kurdaye her yek bi zaravê xwe bixunê? Erê ew rêya mîdyayên me yên kurdistanî di vî pazde salî de daye ber xo ne rêya kok u duruste ji bo sexbêrîkirina zaravên kurdî?!, xo eger me du zimanên stander jî hebin qed metirsiya parçebûna kurdan têde nîne, nimune jî; zimanê nerwîcê ye ku yek milete u du zimanên stander hene.

Em jî bi nave tevaya endamên bingehê laliş li duhok, şingal, şêxan, başîk, tilkêf u sêmêlê, ew bangewazya we arastey serokatiya sîyasiya kurdistanê kirî bi tundî ret di keyn u piştevaniya daxuyaniya êketiya nivêserên kurd/duhok di kin u em pişt rastîn ku rêzdaran serok mam celal u serok mesûd barzanî u serokê perlemanê kurdistanê u serokatiya partên kurdistanî dê li astê berpirsatiya xwe ya dîrokî bin beramberî tifaq u êketiya gelê kurd.

Ku rêzdar serokê kurdistanê li telarê perlemanê kurdistanê çaxê ev pirse arasteyî wî hatye kirin u jê daxwaz kirîn biryarekê bidet ku zaravê soranî bikin zimanê standerê kurdî, serok barzanî got: rast hebuna zimanê standerê kurdî hîvîya me tevaya kurdaye lê biryareka weha bi lez u bez ne karê meye, bila ekademiya kurdistanê u layenên şareza li vî biwarî bixebitin u rê xweş bikin ji bo pitir li hev nêzîk kirina zaravên kurdî, lwa em di wê baweryê dane bo bangewaziya we jî dê bersiva serokatiya siyasiya kurdistanê jî her eve bit, çunku girtine bera her rêyeka dî dê zîyan u zererê gehînite geşbuna ziman u keltura me u derzê êxte tifaq u tebaya gelê me

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.