بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hevala hêja! Hevalê hêja!

  Hevala hêja! Hevalê hêja!  Em  hevîdarin ku, hun 26 Îlonê 2009, Roja Zimanan,  nuçeya jêrin li ser malpera xwe, di rojname û kovara xwe,  bi weşana radyo û televîzyona xwe bikin xeber. Em nahava spasdarîya we dikin, rojên xweş û serketî bo we dixwezin. Germî û tîrêjên  zimanê Kurdî kefa we xweş bike û we bigehijîne zimanekî azad.  Diwaroj ya we be.............   Lİ EWROPA BONA ZİNDÎKİRİN Û PEŞVABİRİNA ZİMANÊ KURDÎ GAVEKÎ BÊ HEMPA  HATE AVİTİN,  ABC YA´ DİNÊ,  BI WEK     SERZIMAN KURDΠ 26 ÎLONÊ 2009, Lİ  SER RUPELÊN ÎNTERNETÊ DESTPÊKÎ WEŞANA XWE BİKE, PÎROZ BE!  http://kurdi.weltabc.at    Di sala 2001 da  ji alîyê Koma Ruspîyên Yekitîya Ewropa, 26 Îlonê weku roja zimanan hate bangkirin.  Sala 2001, bu sala zimana. Bona paraztin, pêşvabirin û hevdunaskirina zimana di vê salê da gavekî dîrokî avitin. Li seranserî Ewropa li 45 dewletan bi aktîvîteyên weku cejn, seminar, kobunawe û qursên ziman bala hemwelatîyên Ewropa kişandin ser xwe. Piştîvanîya pirzimanî hate kirin û yên ku li ser vê rêyane carek din hatin serê ziman. Biryardana UNESCO bona 21 Sebatê weku roja zimanê dayîkî û  bangkirina 26 Îlonê weku roja zimanan alîyê Koma Ruspîyên Yekitîya Ewropa, bo gelê Kurd jî gelek mihûm bu.    Li Ewropa jimara Kurda piçuk  nebu, mixabin Kurdî heta neha neketibu lîsta Navenda Zimana ya Yekitîya Ewropa.  Wê xemgîhînîyek kiribu dilê Kurdan, taybetî jî yên Kurdên Ewropa. Sê salan berîpeş “Welt ABC” destpêkî weşana xwe kirîbu,  li vir serziman elmanî bu, gel elmanî, inglîzî, sirbî, kurdî, tirkî û çînî hatibu karanîn, hemu bêjeyên ku bi elmanî dihatin nîvîsandin, gel wan zimanan dihatin berhevdan û bêje wan zimanan da jî dihat nîvîsandin.  Bejê ne tenê bi nîvîsanê, bi deng û dîmen ji dihatin naskirdin. Kurdî li vir gel zimanê çînî weku zimanekî  paşda amade hatibu karanîn. Hemu bêjeyên ku bi zimanî elmanî dihatin karanîn,  weku inglîzî, sirbî û tirkî  nedihatin karanîn,  car cara bo wan bêjeyan kurdî car cara jî çînî dihat dayîn.  Bo destpêkê ne xirab bu. Di demek kwirt da sedan  bêjeyên kurdî bi nîvîs, deng û dîmen hatin dîyarkirin, seranserî  dinyayê xwendewanên van rupelan peydabun. Va kara ne karekî komersial bu, alîyê komek mamosteyên zimanhezkar va hatibu amadekirin.  Ew kar heta naha çend  xelatan;  Xelata Interkulturalität  und Mehrsprachigkeit-eine Chance ya Austria Kultur Kontakt 2006, Multimedia &  E-Business Staatspreis, Katagorie Förderpreis 2007, Europix Multimedia Top Talent Award Kategoriesieger Online& Broadband 2008, Interkulturalität  und Mehrsprachigkeit-eine Chance ya Austria Kultur Kontakt 2008,  Lörnie Award Kategorie Sprachen-2.Preis 2009, hate pehsandin û rakirin.  Mamosta Kurd Elçîn Kilic li gel bavê proyekte Mamoste Christian Schreger gavek din avit, kurdî weku serziman li gel fransî, elmanî, înglîzî, erebî û farisî bi şîwekî modern kirin ser ekranên înternete, bi vî karî; bo zimanê Kurdî rönesansek nû destpêkir. Mîrov dikare bêjeyên kurdî bi tîpen latînî  bi deng û dîmen gel zimanên fransî, elmanî, înglîzî, erebî û farisî  bixwîne, binêre û gwihdarî bike. Pêşda kurdî, dura ji fransî, elmanî, înglîzî, erebî û farisî. Pîroz be!  Navnîşana elektronîk ya ABC´ya Dinê wusaye: http://kurdi.weltabc.at  Roja zimanan, 26  Îlon 2009, destpêkî weşana xwe dike, hevîdarin kêfa Kurdan li  seranserî dinê pê xweş be.  20.09.2009    

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.