بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

KEKO TE BÎHST ŞAVATA JÎ GOTÎYÊ GERGER

    Ma bo çi Gerger, Gerger ji ku derê hate bîramin? Balam yekhemcar bejim Gerger çîye û li kuye? Gerger li Bakurî Kurdistan bajarekî piçuke, di navendî Gerger da nezîka penchezar mîrov dijin, li gel gûndên xwe nufusa(gewrîyên) wê derdikevin nezîka sî hezarî. Gerger cîhekî şaxe, Bakur dibejin çîyaye. Kurdên me Gergerê ra dibejin Alduş,  di resmîyetêda Gerger li ser Semsurê te hesabkirin. Tirka navê Semsurê danîye “Adıyaman“. Bilintir şaxê vê mintiqê Çîyayê Spî ye , 2555 m. bilindîya xwe heye, Gerger xwe ji ruyê behrê 770 m. bilinde. Taybetîya Gergerê şaxitî û birca wê ya dîrokîye. Birca xwe li ser baxiran hatîyê avakirin, birca jêrin û birca jorin, birca jêrin dema Monakirîya Komagena da, di mehên zivistanê da  wanra buye war û parezgah. Berku zivistan li vê navçeyê giran derbazdibuye, ew dihatine jerê û nezikî Çemê Feradê dibune. Gor dîrokvanê dagigkera tevirê avakirina Gergerê babîrê Komegena Arsemes lêxistîyê, pewîste arkelogên Kurd û yên azad her tiştî nuva bikolîn û dîrokê nuva binivîsînin, ez bawerim tevirê Gergerê berî Komegena hatibu lêxistin. Li vê mintiqê Kurd zazakî  û kurmancî hevra diaxifin. Weku navçeyên  din yên Kurdistanê henekê vê derê jî gelekin û jîyan rengînîye, ma bê henek di nava van şaxanda jîyan çawa derbazbe?.   Rojekê roja ji gundê Gergerê Xanimek li gel malxwoyê xwe bi otobuse berê xwe dide Stembolê. Xanimê di jîyana xwe da xencî gundê xwe û Gergerê qe tu cîhek nedîtîye. Jo bo we gûnde we mezintirîn gund li dinyayêye û Gerger jî mezintirîn bajarê. Gundê we bihişte û Gerger jî bajarekî şîrîne. Di rêda cîhê rawestan û bîhngirtinê henê. Ew îstasyon bona ihtîyac dîtîn, xwerin û  vexwerinêne. Cîh hene tene tê vexwerin,  demek kwirt li van deran tete sekinandin, îstasyon henê pîçek dirêj tête rawestan, li van deran xwerin jî tête xwerin.   Dema otobusa  şerîkeya Gergerê yekhemcar nezîkî  îstasyonêk rawestanê û bîhngirtinê  dibe û disekine gor adetê bi hoperlo deng bilind vera xerhatinekê dikin:  ” Berêzan! Rewîyên şerîkeya Gergerê hun xerhatin bist deqke bo we rawestan heye, hun dikarin îhtiyacên xwe bibînin, personala me xizmeta wedaye.” Berku Kurdî  qedaxaye,  reda li Kurdistanê û Anatolîyayê xerhatin bi zimanê Tirkî tête kirin. Xanima Gergerî bi dengbilind di xerhatinêda tenya bêjeyekê (kelîmeyekê) fehmdike: “Gerger”. Dema  vê  kelîmeyê dihbeyze kefa wê xweş dibe, xwexwera dibeje Gerger bajarekî çiqas nav û deng buye, hemu dinya Gergerê nasdike. Di rêda rawestana duemînda; dîsa  wanra xerhatinek tê kirin, Xanim dîsa tenya kelîmeyekê fehmdike: “Gerger”,  vê cara kefxweşî û serbilindîya xwe dixweze malxwoyê xwe ra parva bike û dibeje: “Keko te bîhst dîsa gotin Gerger”.  Keko te bîhst dîsa  gotin  Gerger li îstasyonên rawestanê heta Stembolê berdewam dike û kefa xanimê her car xweş dibe.  Dema min nivîsên Berez Şavata yên dawîyê xwendin; nizam bo çi “Keko te bîhst dîsa gotin Gerger” hate bîra min.   Li vir dixwezim li ser çend xalan bisekinim û durajî stranekê Olwoz (Rêdar)* Şawata ra pêşkeş bikim.   Yek: Dewlet bun di dîrokê da netewe bun anjî ne netewe bunê va giredayî nîne.  Dewleten netewî esasî gelên Ewropa yên “pêşvaçuyî”  kirin bela serê gelên dinyayê. Di navça me dewlet her tim hebun û nav wan dajî dewletên Kurd hebun, mafê dewlet bune esasî bi netewebunê ra giredayî nîne, eger gor salixdana fîlozofên û sîyasetmedarên Ewropayî em pêşva biçin, Kurd her tim netewe bun. Di navça meda  bi şîvekî  “modern” bi netewebunê ra zeliqandina gelan bona parvakirina erdê Dewleta Osmanî bu. Ewropayîyan, taybetî yên ku sermayê destdabun, ew fikir kirin bela serê gelên me. Di dîroka mede dîyare dema Meda û durajî di bin dara Koreş da  heftêûdu gel  bi hevra dijîyan û neh ziman bona dewletê  fermîh bun. Bona van neh zimana vergera kardikir. Hevrajîyana heftêûduh gela heta dara Osmanîya hat û  wan bona serbilindîya xwe her tim ew rasteyetî anîn serê ziman.   Du: Parvabuna Kurdistanê ya modern esasî  li paş şerê dinyayê yê duemîn destpêkir, raste Kurdistan berî vî şerî du cara hatibu parvekirin,  feqet tekîliyên gelê Kurdistan berdewam dikirin, bê pasaport çuyîn û hatin her tim berdewam bu. Sînor li ser kaxezê diman, yên Bakur heta Helebê, heta Urmîyê diçun dihatin, tekîlîyên Silemanî heta Merîvan berdewam man. Zewac, mêrkirin û teqîlîyên aborî qe tu car qwit nebun.   Yêk kirina Kurdistanê bi karê Xoybunê destpêkir, berî  vê rêxistinê,  Ubeydula Nehrî gavekî mezin avitibu, agirê yêk kirina Kurdistanê vêxistîbu. Li paş 1970 stratejîya “Kurdistanekî Serbixwe, Yekhev û Demoqrat” alîyên rêxistinên Kurdistanî Bakur va hate paraztin. Ew stratejî zedetirîn alîyê Rêxistina KAWA va hate paraztin, ew ruspîtîya wan bu.Dura hinekan hundirê vê stratejîye bi hostatî valakirin, bi deq û dolaba xwestin Kurda ji vê stratejîyê durxînin.   Sê:  Kurd vê katêda her alîva nezîk bune, ji hev durneketine,  telekominîkasyona nu, li dinyayê zedetirîn karê  Kurdan asan kir, Xwuda ji catkarê înternetê razîbe. Kurdên Başur referanduma xwe çend salan berîpêş %98 daxwezîya dewletekî serbixwe kirin. Sîyasetmedarên Kurd yên serdest, ew daxwezî kirin nava xalavekê û ser girtin,  bayekî piçuk dîsa ser wê daxwezîyê  pasbikê û agirê dewletekî serbixwe vêxîne.   Çar: Dewleta  İraqê naha şiklen heyê bi  zorê hevrahatîye pînekirin, ewê belavbe, qe tu quwetek li ber belavbuna we nikare bisekine.   Penc: Komara Tirkîyayê, birca derewaye, yên aqil dixwestin bi Yekîtîya Ewropa jîyana vê Komarê  dirêj bikin. Sektora Kemalê Selanîkî xwe dikujê, feqet bona endambuna Yekitîya Ewropa îcaze nade, berku nan û serdestîya wan destê wan diçe.   Şeş:  di jîyanê da dawîya her tiştî heye, destpêk û dawî,  buyîn û mirin, afirandin û ruxandin bi hevra hene.  Di dîrokê da gelek dewlet hatine sazkirin dura dema kata wan ya hilweşîne hatîye, bê çare hatine hilşandin. Komara Tirkîya ji b vîi şiklî nikarê jîyana xwe zede bidomîne, bê çare ewê bihelşe.   Heft: Mafê mîrovan û mafên dewletbunê cudanê, daxwezîya mafên mîrovan û di nava azadîyêda serbest jîyan tiştekî zarurîye. Mafê dewlet buna li ber van mafan nasekine. Daxwezîya damezrandina, cîhe otonom, kanton an federel bona Kurdên Haymanê û Konyayê dibe, bona Turhalê dibe,  daxwezîya wan tiştan li ber yekbun û serbixweyetîya Kurdistanê nasekine.   Heyşt: yên ku bi navê Kurdan daxwezîya federalîzm, otonomî an jî mafên kulturî dikin, di bin kontrola Dewleta Tirk danê,  di sî salên dawîyê da di şerda neserketina Kurda, ji bêtaqetbuna wan nîne, metelokik Kurda heyê, dibeje: “dema diz ji malê be ga bi kwila nîr va diçe”. Bakurî Kurdistan yê me buye ew bazar. Di vî katîda yên ku dijî Kurdistanekî serbixwe disekinin û Kurda bona sînorî Tirkîya razî dikin, esasî li ser hesabî Tirkîya kardikin, kem an zede eleqetî wan Kurd buneva tune, dunejî tunebu, îro jî tune.   Neh: Di li paş salên 1970 heta me çend rêxistinên Kurdistanî Bakur ji “T” rizgarkirin, îmana me gewirî, naha em nikarin carek din bi “T” va bizeliqin, ew dewr çu. Çerxa dîroke şunda nikare bete zivirandin, cin ji kuz derketin, qe tu quwetek li Dinyayê wan cinan carek din nikare bike kuz.   Deh: Gelên Sovyeta kewnd, Yugoslavya û Çekoslovakya kewnd  ji me û Tirka zedetirîn nezîkî hevbun, her alîva. Wan li ser hev ewqas tedayî jî nekirîbun,  serên hevûdu jî neşikandibun  dîsa jî ji hev veqetîyan, hinek ji wan bi aşitî, hinek bi şerekî qîrej ji hev veqetîn û  dewletên xwe sazkirin, nezîkbuna xwe îro   şîvekî din  pêşva dibin.   Yanzdeh: Yekitî û Serxwebuna Elmanîya kesekîra nebu sinc, ma Kurdistanekî Serbixwe, Yekhev û Azad bona çi hinekanra bibe sinc?  Di vê merhalêda pewîste Kurd bi stratejî û plana xwe pêşva biçin, va jî; pînekirina Kurdistanê bi dewletên dagirker ra nîne.   Çareserkirin: damezrandina dewletekî serbixweye, cîhe xwe bisekinin û yê din bikşînin vî alî. Em dikarin bîvila (pozê) xwe pahbikin, pahkirina bîvila gelên dagirker nikarê bibe karê me, çulmên wan geleke bona pahkirinê hemû dismalên Kurdistanê  têrê nakin . Ne zede ne kem damezrandina dewletekî serbixwe îro jî karê suye Kurdaye, bila gelên Anatoliya û Tirakyayê nava demokrasîya xwe da bextiyar bijin! Demokrasîya wan, ala wan, parlemenda wan bila wanra pîroz be............   Tirkî mirkî nizanim  Tenê Kurdî dizanim (2)   Kanton manton çi zanim  Ez Kurdistan dizanim (2)   Em ne tiralin ne xizan  Bo çi nabe dewlet can (2)   Dinya nema lê gerîm  Ma tacim nema Kurdistan? (2)   Sebir nema ez zanim  Dîsa jî bimîne vî alî (2)   Hemu biçin wî alî  Ez dimînim vî alî (2)   Kem zêde naxwezim  Ez Kurdistan dixwezim (4)   Bîşar Norşîn   01.02.2010   * Di Kurmancîyê da bejeya “heval” cîhekî taybet digirt, dema heval dihat gotin, dest û pê dihsekînîn, çemê Ferad û Dîcleyê  disekînin, îxtîram û rêz destpêdikir. Dema yekî digot hevalê mine an hevala mine, dixwest bîne serê ziman ku; ew weku xwîçka  mine, an weku birayê mine, ez qîmetek mezin didim wî an wê. Daxawa li Bakurî Kurdistan ew bejeya şîrîn ya Kurdî hate pîskirin, heval nema hate binkevirkirin, heval nema hate ixbarkirin, heval nema ocaxê wî nehat korkirin, heval nema  di nava qîrejîya nemîrovtîyê da nehat  xendiqandin. Ji ber vê min kirmancîya kewnd “Olwoz”/”Rêdar” girt. Ew herdû bêjê jî Kurdî ne.   Heta  berxwedana Dersimê 1938, li vê navçeyê navê “Rayber” gelek belav bu, gelek mîrova navên kwirê xwe Rayber dadinand. Berku di berxwedanê da  Rayber îxanet kir û xwe firot, ew nav li Dersimê rabu û hate bîrkirin. Naha qe tu cîhekî Dersimê  bi navê Rayber kesek tune. Berku bejeya “Heval” gelek hate pîskirin    tirsim ew bêjeya şîrîn jî ji nava Kurdî rabe.           

Mamosta desteta û mejıyeta û temenêta dırejbê. Bıve nıvîsandına te ez pır kefxwaşbûm da baş bı zanê çıl mılyon kûrd mafêwî serxwabûna.û danıştın bô mê çak û karê me nîye gırıge em herdem amedebın kekacan bı sılavê gerım.Evdıle MÊRDÎNÎ.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.