Direkt zum Inhalt

Kovara Hinarê hejmara nû

Submitted by Rêvebir_E on 7 October 2010

JI JINARÊ
Kevoka ku di dilê wan de xwe hildike ber bi azadiyê ve, venişiye(lîs). Li ser dara hinarê, tîpên qedexe ne moriyên li bejna wê, bi tayê hêviyan li hev anîne û beytan ji zimanê kurdî. Evînek e li baskên şikiyayî pêçayî ye ku; ji zindanên mîrê Botan heta Amedê ,û heta Buca Kiriklarê firiyaye û xwe gihandiya dara hinarê. Ji şevbuhêrkên zivistanê dixwîne çîrokên ku xwe negihandine şevên digitalî.

Belê xwendevanên me,me xwest bi vê destpêkê em silavek bidin hevalên me yên di gîrtîgehan de. Di van demên derbasbuyî de me dît ku hestiyarî û baldariya kurdî di gîrtîgîgehan de di asteka jor de ye. Nameyên ku ji me re hatina şandin vê rastiyê derdîxîne ber çavan. Em silavên xwe dişînin ji hemû girtiyên azadiyê re bi taybetî ji Resûl Demîr, Samî Karataş, Ehmed Hebûn, Îlyas Bostan û Ulaş Aslan re û hevalên din yên ku nameyan ji me re şandine re. Ev name û xemdariya wan a ji bo zimanê kurdî dilê me xweş dike hêvî û baweriya xebatkarên kovara hinarê xurtir dike. Bi taybetî xwendevanên me yên di zindanan de gelek rexne, pêşniyar û berhemên xwe ji me re dişînin em jî hewldidin ku ji van sûd wergirin bi riya van rexne û pêşniyaran ve kêmasiyên xwe temam bikin . Em hêvîdarin ku wê ji îro pê de jî hest, zanîn û hêviyên xwe bi kovara hinarê re pa ve bikin .

Kovara me gihîşt hejmara şeşan ev ji bo me şanaziyek e. Ev şanazi a dildarê zimanê kurdî, a xwendevanên hinarê û a zimanê kurdî ye. Bi vê coşê me di vê hejmarê de ji bo we cih de gelek berhemên baş û xweş. Di çaremîn salvegera koçkirina Mele Îsmet Kiliçaslan de me dosyeyek li ser amade kir. Dîsa em hêvî dikin hevpeyvîna ku me bi berpirsiya malpera zarokname.com û Aynûr Bozkûrt re kiriye wê bala we bikişîne . Di vê hejmarê de me ji bo we naverokek dewlemend amade kiriye. Em hêvî dikin ku li we xweş here. Heta hejmarek dinê bimînin di xêr û xweşiyê de.

Ji
Hinarê..................................

.............................3

Wêjaya Honaka Zanist û Utopyaya Kurdî
MîranJANBAR....................................................5

Ferzad Kemenger................................................9
Ferzan ÞÊR

Zayîn...................................................................9
Ehmed BIRA

Li Ser Þikparêziya Sokrates..............................10
Alî GURDÎLÎ

Lîstîk û Zarok.....................................................11
Yasemîn ELBAN

Êdî Bes e Ey Gelê Min......................................12
Abdurahman DAYAN

Hêvî...................................................................12
Guljîn DÎGOR

Li Bakûr Bingeha Biþavtinê Û Xwe Biþavtinê....13
Mûstefa BORAK

Lawikê Qaçax û Keçika Zomê...........................16
Îhsan BÎRGUL

Dosye................................................................17
Mele Reþît IRGAT.............................................18
Mustefa BORAK
Nesrîn ROJKAN
Îsmaîl BEÞÎKÇÎ

Hoker.................................................................24
Ûsiv ÎDÎRÎ

Romana Mîran Janbar.......................................25
Nesrîn ÎLEK

Hevpeyvîn:Bi Aynûr Bozkurt Re........................27
Www.zarokname.com
Xaçepirs............................................................30

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.