Ana içeriğe atla

*PIRTÛKA NOVELÊN KURDÎ*/Lokman Polat

Submitted by Rêvebir on 11 September 2010



Di nav weşanên Helwest de pirtûka Lokman Polat ya bi navê ”Tu û Evîna
Platonîk” derket.

Pirtûk 112 rûpele û têde kurtenovelên curbecur hene. Kurtenovelên anku
kurteçîrokên ku di pirtûkê de ne, çîrokên dapîr û bapîran nînin û herweha
çîrokên folklorîk yên gelêrî ku di nav gel de têne gotin nînin. Ev
kurteçîrok ji alî nivîskar ve ji nav rastiya jiyanê û lêzedekirina xeyalên
cihêreng bi şêweyeke edebî hatiye afirandin.



Nivîskarê pirtûkê Lokman Polat rastiyên jiyanê û xeyalê tevlihev kiriye û bi
stîleke modern novelên kurdî yên nûjen nivîsiye. Ji alî metoda nivîsînê,
stîl û ravekirina novelan ve cudahiyeke berbiçav di navbera berhemên
nivîskar yên berê û ya niha de heye. Di edebiyatê de û herweha di afirandina
berhemên edebî de xwenûkirin ji bo her nivîskarî pêwîst e.



Nivîskar Lokman Polat vê pêwîstiyê bi cih aniye. Ew di pêşgotina pirtûkê de
weha dibêje : ”Dema min kurteçîroka ”Tu û Ew” nivîsî, ev nivîs, şêweya
nivîsînê gelekî li xweşa min çû. Ez vegerîyam çîroknivîsînê û min bi vê
şêweyê, bi stîleke ji bo min nû, pirtûka xwe ya kurteçîrokan ya bi navê
”Gulîzar” nivîsî û weşand. Min herweha nivîsîna xwe domand û ev pirtûka ku
di destên we de afirand.



Êdî ez dixwazim bi vê stîlê kurteçîrok û kurteroman binivîsim û nivîsîna xwe
bidomînim. Ev şêwe nivîsîn, dê bibe rengê naverokên berhemên min yên
kurteçîrok, kurteromanan û romanê, dê bibe metoda teknîka nivîskarîya min.”



Weşanên Helwest dê di pêşerojê de berhemên nivîskar yên nû biweşîne û
bigişîne destên xwendevanên kurd. Bi hêviya ku xwendevan vê berhema edebî bi
dilxweşî bixwînin.



*Weşanên Helwest*