Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 25 February 2009

Axaftina kek Ahmedê Hecî Sînan a li Meclîsa Tirkan çaralî deng veda, olan da.
Çima gelo? Ma ne tiştê herî tebiî ye ku serokê partîya gelekî, miletekî, bi zimanê wî miletî bipeyive, axaftinan bike?
Bê guman tebiî ye, xweristî ye. Li seranserî dinyê wisa ye, lê belê Na, li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê çênabe.
Zimanê Kurdî dibe kelem, dirrî û histirî dikeve çavên wan, welatên gelên bindest ku wek yek perçe bi hev re pine kirine û kirine yên xwe dikeve nav rîsk û xetera perçebûnê.
Ji bo ku ev welatê pînekirî û çêkirî nekeve xeterê, çi pêwîst be divê bikin, çi mirovîn çi dij-mirovîn.
Bêtirî 80 salan e bi her tewre tahde, zilm, zordarîya nemirovîn û xeyrî însanî êrîş li ser êrîşan anîn ser me, da ku em vî zimanî ji heş û bîra xwe rakin.
Heta bi derekê bi ser jî ketin, bi milyonan Kurdên Tirkîaxêv afirandin, bi milyonan Kurd nuha bi zimanê xwe nizanin, an çenekî dizanin, an jî naxwazin biaxivin; sîyaseta piranîya Kurdan jî ev mijar piştguh kir, heta gelekan xayîntî bi zimên kir.
Lê dîsa jî rik û înada vî gelî her berdewam bû. Û gelekan jî bi rik ziman parastin û dan jîyandin.

Nuha rewşa gelemperî ya dinyê û ya tayetî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêwîst dike ku ji bo berjewendîyên xwe yên sîyasî hem dewlet hem jî partîyên Kurdan ên ku heta nuha bi zimanê Kurdî re xayîntî kirine, zimên ji bo sîyasetê bi kar bînin û di warê zimanê Kurdî de hinek gavan bavêjin, hewl bidin ku tiştnan bikin ji bo zimanê Kurdî.

Bê guman pir dereng e, gelek zirarên bê tamîr lê ketine, lê dîsa jî ji wendakirina zimên çêtir e û li ku derê vegere ser xeta di lehê zimanê Kurdî de li wê derê baş e.

Di vê çarçovê de em li axaftina kek Ahmed a li Meclîsa Tirkan binêrin û li gel rexneyên xwe yên li alîyên din ên sîyaseta DTP, em dîsa jî piştevanîya vê gavê bikin.
Em bang bikin ku bila bi mînakekê nemîne û bidome.
Bila di her warî de bikaranîna zimanê Kurdî wek pêwîstîyeke xweristî ya jîyana Kurdan bê dîtin.
Bila sîyasîyên me bi Kurdî sîyasetê bikin.
Bila sîyaseta Kurdan girîngî û pêwîstîya jîyanî ya zimanê Kurdî bibînin, di nav armanc û planên xwe yên sîyasî de cîh bidinê.
Bila Kurd nehêlin ku zimanê Kurdî ji jîyana wan bişemite, here.
Em nehêlin ku nifş û qirnên nuh bibin xerîbê zimanê bav û kalên xw.

Li gel silabên germ

Mancel

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.