Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 15 June 2008

PNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li baregehê polîtburoya PDK kombûnek bi berpirs û endamên nivîsgehên navendîyên PDK re saz kir. Serokê herêmê di evê kombûnê de got, ku heger maddeya 140 bi dawî hatiye, destûr jî bi dawî hatiye. Ev kombûna ku doh hat sazkirin, berpirs û endamên nivîsgehên PDK (nivîsgeha navendîya rêxistinê, nivîsgeha navendîya ragihandinê, nivîsgeha navendîya rêvebirin û darayîyê, desteya çavdêrîyê û pişkinînê, nivîsgeha navendîya peywendîyên giştî, nivîsgeha navendîya peywendîyên niştimanî û kurdistanî, nivîsgeha rêxistina cemawerî, nivîsgeha navendîya pîşeyan, sekreterîya qutabîyan, sekreterîya lawan, sekreterîya afretan, nivîsgeha navendîya vexwendinan, nivîsgeha navendîya hilbijartinê û endamên komîteya peymangeha kadiran) lê amade bûbûn.

Di destpêka evê kombûnê de sekreterê polîtburoya PDK Fadil Mîranî giringîya evan kombûnên weha da nîşandan û tekez kir, ku divê gelekî bi bisteyî arêşe û girift bihên destnîşankirin û xalên lawazên evam nivîsgehan bihên dîyarkirin, da ku bihên çareserkirin.

Piştî evê çendê serokê herêmê gotara xwe pêşkêş kir û ronahî da ser çend pirsên girêdayî herêma kurdistanê û hukûmeta Iraqê. Serokê herêmê behsa rewşa Iraqê, rêkevtina Iraqê û Amerîka, maddeya 140, pêşinyarên Stefan DeMistura, peywendîyên herêmî, peywendîyên navdewletî, rewşanavxweyîya herêma kurdistanê û rola kadirên PDK a di evê qonaxê de kir.

Di bareya peywendîyên herêmê û Iraqê de serokê herêmê got: ji ber şîrovekirina şaşa çend maddeyên destûrê, ev demek bû sarîyek çê bûbû.. ev destûra han yekîtîya serbestaneya gel û xaka Iraqê diparêze.. belê piştî serdan seroê hukûmeta herêmê ya ber bi Baxdadê ve ew sarbûna han nema.. niha dê du tîmên leşkerî li herêma kurdistanê bihên diristkirin û dê qanûna petrolê jî di evê dema nêzîka pêş de çareser bibe.

Di bareya rewşa asayişa Iraqê jî de serokê herêmê got: niha heta radeyekî (heddekî) baş e.. belê bi mercê ku carek din karên tund û dijwar çê nebin.. ji bo ku hukûmet jî qanûnê bisepîne, em piştevanîyê lê dikin.. ji ber ku nabe çend dewlet di nav yek dewletê de hebin.

Di bareya rêkevtina stiratecîka navbera Iraqê û Amerîka jî de serokê herêmê got: niha tiştekî baş dihê dîtin.. hinek kes hene ji binî ve li dijî evê rêkevtinê ne.. niha ev rêkevtin tenê reşnivîs e û dibe ku guherandin tê de çê bibin.. Iraqê hîna jî nikare bergirîyê di ber xwe de bike û ji ber evê yekê ev rêkevtina han gelekî pêdivê ye.. em qebûl jî nakin ku hinek alî xaka Iraqê bi kar bihînin û êrîşî dewletek din bike.

Di bareya maddeya 140 de serokê herêmê got: beşdarîkirina me di prosesa rizgarkirina Iraqê de ji bo ewê yekê bû, ku deverên dabirrayîyên herêma kurdistanê li herêma kurdistanê vegerin.. di maddeya 58 de ya qanûna rêvebirina dewleta Iraqê bingehek ji bo evê çendê hat danîn.. belê me dît ku di bareya bi cihanîna wê de xwe didin alî.. Negroponte yê ku ewê çaxê balyozê Amerîka yê li Iraqê bû û pê re jî Çeyman em dilhêsayî kirin ku dê ew madde bi cih bihê.. ku destûr hat nivîsandin, ew madde bû 140.. ango niha ew madde maddeyek destûrî ye.. em dizanin ku ev pirsek aloz e, belê ev mafek suriştîyê gelê kurd e.. me rewşa ewê demê li ber çavan girt û me dixwezt ku ev madde bi awayekî qanûnî bi cih bihê.. ev pirsa han bi gotinên dijwar nahê çareserkirin û pêdivêyî pend û dûrbînîyê ye.. hinek kes dibêjin ku maddeya 140 bi dawî bûye.. heger ev madde bi dawî hatibe, destûr jî bi dawî hatiye.. berpirsyarîya ne bi cihanîna evê maddeyê di stûyê hukûmeta Iraqê de ye.. şandewerê NY du rê danîbû, ku yan divê em li encamên hilbijartinên sala 2005 vegerin û yan jî referandum bihê kirin.. reporta DeMistura Mendilî ku beşekî ezîzê herêma kurdistanê ye, ji nav herêmê derxistibû.. me li Mexmûr ji %90 ji dengan bi dest ve anî û DeMistura jî Qerac ji herêmê dûr dixe û ti hisaban ji bo dengên kurd li Mendilî nake.

PNA – Di çarçêweyê lîztinên cama cîhanî de û di matça navbera tîma Iraqê û ya Çînê de ya ku li welatê Çînê çê bû, handerên kurd ên ku li wir piştevanîya tîma Iraqê dikirin, alaya kurdistanê jî bi ya Iraqê re bilind kirin. Doh êvarê ev lîztina han di çarçêweyê cama cîhanîya 2010 de li welatê Çînê çê bû. Tîma Iraqê di evê lîztinê de bi 2 golan beramber golekê ji tîma Çînê bir. Handerên (piştevanên) kurd di evê lîztinê de ji kêf û şadîya xwe re alaya kurdistanê jî bi alaya Iraqê re bilind kirin.

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.