Skip to main content

ROJ, DOJ Û RONAHÎ

Roj çavkanîya jîyaneye, bê tîrêjên Roj ê, jîyanê li ser gilovera me nedikarîya xwe biafirîne. Ji durva Roj gelek xweş dîyardike, tîn, ronahî û germa Roj ê didarive û digehîje glovera me. Dema tîrêjên Roj ê li glovera me dikevin û difirin germî peyda dibe. Lêketin û serda xijbun çiqas zede û şopat dibe, germî jî ewqas zede dibe. Ji ber vê niqira germîyê li ser ekvator û li ser herdu polên gilovera me gelek cudayê. Gor ekvatorê polên gilovera me gelek sarin, ew her tim di binê cemed û befirê dane. Li ser polan, di salê da nezîka şeş mehan ronahîyê û şeş mehan jî tarîye. Berku tîrêjên rojê zede nahgîhîjin wan deran, ew der her tim sar dimînin û dicemidin.

Bê Roj jîyan “nabe”, ji ber vê mîrov dikare bêje Roj bi xwe jîyane. Li ser Roj ê germî nezîka 6000 °C, di hundirê Roj ê da germî nezîka 15 Million °C e. Ew bi xwe koza agire, bê rawestan dişewite, diteqe û belav dibe. Gor zanyaran Roj bi pey çil mîlyar salan biçe paça û xavda biçe. Bi gor teknîk û hecatên naha mîrov nikarê xwe zede nezîki rojê bike. Berku tav û tîna rojê nezîkayîyêda her tiştî dişewitînê û dike agir. Kehl û radyasona ku Roj belav dike nezîkayîyêda mîrov berv bi mirinê dibe. Çan bi teqina bomeya an jî reaktorekî atomî radyason belav dibe û demek kwirt da ew radyason mîrovan nexweş dike û dikuje; Roj jî nezikayîyêda wusaye. Berku Roj bi xwe goga agire û her tim dişewite; mîrov dikare bêje: Roj doje. Di nezîkayîyê da ew doj tenya tiştekî dikare bike: Kwiştin. Li ber agirê Roj ê her tişt dişewite, dihele, kehl dide û dikeve formek din.

Destpêka Roj ê û gerdune bi teqînekê pêk hatîyê, teqîna yehkem destpêka afirandinêye, bawarim Xuda xwe jî, bi xwe ji vê teqîne afirandîyê. Eger teqîna yekhem nebuya afirandin jî nedibu, naha gerdun û gilovera mejî nedibun. Teqina yekhem destpêkê, Xuda destpêke, berku Wî xwe xa afirandîya, ew buye Xuda. Kesekî ew nedaye afirandin, Wi bi xwe xa daye, ango Wî xwe bi xa afirandîye.

Gor gotînên olperestan doj şewate û bê rewestan kehlbune, ji ber vê mirov dikare hundere volkan û Roj ê ra bêje doj. Li ser gilovera me dema volkan diteqin û agir verdişin, dojê tinin bîra mirov, gelek cîha devê volkanan ra derê dojê tête gotin. Çend roja berîpêş ez fikirîm û min xwe bi xwe ra mehleze kir; kenga Roj dibe doj!? Bawerim dema doj ji me durdikeve û tenya durva weku xalek pîçkole dîyardike; dibe Roj û ji mera dibe çavkanîya jîyanê. Roj dema serme va tê û nezikî me dibe; ji mera dibe doj. Roj ji mer ra gor nezîkî û durya xwe dikare him bibe jîn him bibe doj...

Çend hefta perîpêş, ji bajarê Kobanê min hevpeyvîna çend şervanên PYD dît. Ew derheqa jinxwesî û merxwesîya Kurdan da diaxifîyan, li Kobanê dijî dijmin şerê seranserî û beramberîda amade bibun, bawerîya wan xwirt bu û morala wan bilind bu. Dema mîrov wan dinerîya, serbilind dibu. Ji wan yêk ji xelkê Merîvanê yê din ji xelkê Meşedê bu. Merîvan bajarekî Rojhilata Kurdistanê ye, Meşed jî bi Gora Îmam Riza bajarekî nav û denge, li Rojhilatî Îrane, her sal sed hezaran mîrov diçin Gora Îmam Riza zîyaret dikin. Heta du sed sal berîpêş piranîya xelkê Meşedê Kurd bun. Wan herdu şervanên PYD, çan soza xwe kiribun yêk, dawîya axaftina xwe da; “Serokê Serokanra”, “Fîlozofê Filozofanra” silavên xwe rêdikirin û xwe ber wî ditewindandin.

Gelê Kurd seranserî Kurdistan bejna xwe li ber van şervanan ditewand, wan jî bejna xwe li ber “Serok” ditewandin. Ew çi paradoksekmezin bu!

Dema min ew di vê rewşêda ditin, Roj û Doj hatin bîramin. Ew bona paraztina mîrovetî û mafê gelê Kurd hatibun Kobanîya, wan dixwest parekî axa Kurdistan azad bikin, balam kesayetê ku wan bi xwe li ber ditewindand û ew weku “Serokê Serokan”, “Fîlozofê Fîlozofan” didîtin; bi xwe qartîpozê dojê bu. Ew rasteyetî bi kirinên wan ra dijdarîyek mezin bu. Ma çawa qartîpozê dojê ji wan ra dibu “Serok û Roj”? Karê wan, gotinên wan bona Kurdistanek Azad û Serbixwe bun. Ewe ku; wan bi xwe ra weku Serok didîtin, dijî Kuristana Azad û Serbixwe bu, wî paraztina Mîsak-i Mîllîya Tirkan dixwest, wî negorandina sînorên dagirkeran dixwest, wî bi Komara Tirkan ra hevqelibandin dixwest, digot tu problemek min bi sînorên Dewleta Tirk ra, bi ala Tirk ra tune. Wî netewên dagirker yên Kurdistan ra mafê dewletbune dixwest, dema dora Kurdan dihat; ew bi şîvekî tund dijî mafê dewletbuna Kurdan derdiket û digot kata dewletbunê derbaz buye.

Wan şêrvanan bizanîya wî “serokî” çi anîyê serê Tevgera Welatparêz ya Kurdistan, wan bizanîya wî çend hezar dot û xortên Kurd bi bêbextîyek mezin li ser xwestina dagirkeran dayê kuştin, wan bizanîya çawa doj dibe roj, zedetirîn ew nezîkî armanca xwe dibun. Ji ber vê min diwet pewîste gelê Kurd seranserî dinyayê bizanê; Roj kenga bona me Roj e, kenga bona me doj e.

Bîrmekin dema ji xelkê Lîbyayê Şex Ahmed Sûnusî li gel şerkarên xwe dihat Şerê Rizgarkirina Anatolîa da cîhyê xwe digirt; wer dizanîya ku wî bi xwera Roja Mislimanîyê dozitîyê û pey we diçe, dema wî dît li ser axa Anatolia û Kurdistana Bakur çi Komar tête avakirin, wî yekhemcar solix li Şamê girt, dura jî bera xwe da Felestînê û Mekkayê. Mislimanên Hindîstanê û Kurdên Emrîkayê ku; bi perekî mezin alîkarîya Şerê Rizgarkirina Anatolîayê kiribun, ji bi xwe ra “Rojek” dozitî bun. Perê wan dibu bingehya butçeya yekhem ya Komara Tirkîya, dura Kemalê Selanîkî dest dida ser wan peran û ew pere weku pere xwe yê sexsî dida hesibandin. Heta fahmkirina wan, Şerê Rizgarkirina Anatolîayê, bona wan çavkanîya ronahîyê bu, ango ew “berxwedan” bona wan Roj bu. Dojbuna Şerê Rizgarkirina Anatolîayê, daxawa wan gelek dereng dozîtin. Dema perdeya ber çavên wan diçirîya û heş dihatin serê wan, Komara nijadparez ya Tirk, zuva hatibu damezrandin. Ji ber vê wan xetayek mezin kir. Bona diwaroja me, pewîste em hemu Kurd çavê xwe vebikin û sînorê rojûdojê baş nasbikin.

Yektîya Netewan sala 2015, weku sala navnetewî ya ronahî û teknolojîya ser bingehya ronahîyê bang kir. Hevîdarim ku sala Ronahîyê 2015, bona mîrovetîyê û gelê Kurd serketinek mezin ji bi xwe ra bîne. Li ser gilovera me, taybetî ji li ser axa me gorîn bi gelek şopat pêk tên, ew gorîn serê mîrov dizivirînin, mîrov nizanê berê rast kîjan alîda dimiîne, her alîda torek dagirkeran di ser meda te. Li vir pevîste em bizanin; her kî ku dijî dewletbuna Kurdan û serbixweyetîya Kurdan derdikeve, berê gelê Kurd dixweze bide doj ê, her ki ku; bi dil Kurdistanek Azad û Serbixwe dixweze û jîyana xwe jî gor vê daxwezîyê dide meşan; berê gele Kurd dide Roj e, ango gelê xwe ra Ronahî û serfirazîyê dixwaze.

Bona Kurdistanek Serbixwe û Yêkhev, bona komek pir rengî û pir dengî, bimînin nava xer û xweşîyê da, sala Ronahîyê ya 2015 ji wera serfirazîyek mezin bîne!

Roj an doj, biryara xwe, hun bi xwe bidin!

Bîşar Norşîn

31.12.2104

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.