Skip to main content

Hejmara yekem ya DÎWAR derket

Kovara DÎWAR, kovara ku bi gavên piçûk armancên mezin dayî pêş xwe roja 10.01.2013 ê hate çapkirin. Kovara wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin. Herwisa jî li Kurdistanê. Di malpera xwe www.kovaradiwar.com de, kovarê derî li ber abonetiyê vekiriye. Mebest jê ew e, ku her serê mehê kovara DÎWAR, bi pereyên hindik, biçe malê ber destê xwendevanê wêjeya kurdî. Nivîsên di kovarê de têne weşandin, ew nivîsên taybetin yên ku ji bo kovarê têne nivîsandin, herweha wê nivîsên kovarê li ser internetê neyên weşandin.

Sernivîsên sereke ji nav hejmara yekem ya DÎWAR, me ji bo we rêz kirin:

- Dîwar di ferhenga kurdî de - Perwîzê Cîhanî
- 2012 bû sala pirtûkên bi kurdî - Cemil Oguz
- Ji hostayê çîrokan du pirtûkên zarokan - Çiya Mazî
- Bi ferhengeke jinane nivîsandina sirûda Eldoradoyê - Sîdar Jîr
- Besam Mistefa: Ez dixwazim pirekê di navbera kurdiya jêrîn û jorîn de çêbikim - Hevpeyvîn: Helîm Yûsiv
- Yezdan Winda ye - Bedran Dere
- Ji Ahmed Guneştekîn gaveke girîng: Rûbirûbûn - Cemil Oguz
- Sifir Tolerans - Hesenê Dewrêş
- Çîroka bapîrê min - Omer Dilsoz
- Dengbêjiya kurdî, wêje û nûjenî - Xoşman Qado
- Girê Êlim - Çêmen Elî
- Portreya mehê: Malmîsanij
- Roman pêşangeha çi ye? - Îlhamî Sîdar
- Pêjna jojiyên sersalê - Ciwan Qado
û
- Ji vê mehê hin nûçeyên çandî
- Danasina hin pirtûkên kurdî

Bi hatina sala nû 2013 re, hejmara yekem ya kovara me, li ber destê we ye. Pilan wisa ye, ku her meh bi derketina Dîwar dest pê bibe. Em ê, di vê çarçovê de, çi ji destê me bê, bikin. Wêjeya kurdî, ku di van salên dawî de, bi geşbûneke berbiçav, serî hildaye, hêjayî xwedîlêderketin, ragihandin, danasîn, nirxandin, rexnekirin û hembêzkirinê ye. Em ê, bi derxistina vê kovarê û bi beşdariya hemû nivîskarên vî zimanê şêrîn, her wisa bi alîkariya hemû wêjehezên kurd, pişta xwe bidin dîwarê peyva resen û berê xwe bidin asoyên vekirî yên wêjeya kurdî ya nûjen.

Hêjayî gotinê ye, ku bi vî awayî, wê kovara DÎWAR, kovara kurmanciyê, ya bitenê be, ku wê weşana xwe ya mehane bike.

Rê ya herî rehet ji bo bidestxistina kovara DÎWAR abonetî ye. Navnîşana xwe ji desteya birêveber ya kovarê re bişîne û her serê mehê kovara wêjeya kurdî ya nûjen DÎWAR bixwîne.

Nasnameya mirov bi zimanê wî ve diyare ne bi kaxeza di berîka wî de.

Hun jî xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe bisipêrin DÎWAR

Kovara DÎWAR

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.