Skip to main content
Submitted by Rêvebir_E on 12 October 2010

Seyidxan Kurîj - Rûdaw

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, li bajarê Almanya Bottropê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya çaremîn li dar dixe. Ew pêşangeh bi piştgirî û hevkariya HEVALTÎ-Bottrop e.V., Dayira Kulturê ya Bajarê Bottropê, Jugendamt der Stadt Bottrop, Referat Migration (RAA, Projektburo, IB), Radio Kaktus e.V. û DPWV – Bottrop tê amadekirin.
Berê jî KOMKAR li bajarên Köln, Duisburg û Wuppertalê pêşengehên Pirtûkên Kurdî li dar xistibû. Pêşangeh îsal wê di roja 15’ê Cotmehê de saet 17.00´an da bi axaftinên Wezîrê Kulturî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd destpê bike. Piştre Serokê Şaredarê Bajarê Bottropê Bernd Tischler, Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî li ser giringiya pêşangehê biaxivin. Di heman rojê de kokteylek jî tê amade kirin.
Roja duyem wê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan şaxa Duhokê Hesen Silêvanî, Kemal Burkay, Yilmaz Odabaşi û Yelda Karataş pirtûkên li ser ziman û wêjeya kurdî û gotarên xwe peşkeş bikin û pirtûkên xwe îmza bikin.
Di heman rojê de rojnamewanên Tirk Hîlal kaplan û Çengiz Çandar li ser babeta “Di Pirsa Kurd de Rola Medya Tirk” wê seminer bidin.
Roja yekşemê wê Edîp Çelkî, Hesûn Cewar, Hoşeng Broka, Hadî Babaşêx, û Bilîk Sommer Xan helbestên xwe bixwînin. M. Emîn Bozarslan bi navê “Baxçê Zimên”, Muhsin Qoçan bi navê “Bandora Helbesta Klasîk Li Ser Helbesta Hevdem”, Dr. Elî Teter bi navê “Olên Dêrîn yên Kurdistanî” û Zozan Sadeq Saeed bi navê “Di Rê û Olaxên Geşkirina
Rojnamevanîya Kurdî de Jin” wê gotarên xwe pêşkeş bikin.

Navnîşan: Saalbau Bottrop,
Droste-Hülshoff-Platz 4,
46236 Bottrop

Date
-

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.