بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir_E on 26 July 2010
Active
Off

Mamoste îsmail Beşîkçî di vê dawîyê de gotarek bi navê "Mafê diyarkirina pêşeroja xwe ya netewî û kurd" di Kovara d Serdema me de Civak û Hiqûq (Çağımızda Hukuk ve Toplum Dergisi) de belavkir.. Mamoste Beşîkçî di vê gotara xwe de bi şiklekî eşkere û vekirî li ser tekoşîna netewî a Kurdan a van 200 salên dawîyê radiweste. Tekoşina netewa Kurd li dij fişar, zordarî zulma dagirkeran rewa dibîne.. Ji ber vê gotarê Mamoste Îsmail Beşîkçî li roja 28.07.2010 li Stenbolê tê dadgehkirin. Em Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, piştgirîya helwesta bi rûmet a Mamoste Beşikçî dikin, dengê xwe ê nerazîbûnê beramberî hewlên toqandin, çavtirsîkirin û sizakirina wî derdibirin..