بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Divê BP Dest Bavêje Bêrîkê

Rûdaw.net: Pisporên petrolê li ser rawestandin û pakijkirina petrola ku li kendavê Meksîkayê diherike, dixebitin. Piştî teqîna borî û lûleyên petrolê, zirarek mezin gihabû behra kendava Meksîkayê û metirsiyek mezin derketibû holê. Ji ber vê sosretê, şîrketa petrolê BP ket nav tirsa ku bi milyon dolaran ceze û curmek mezin bide.

 

Di derbarê pakkirina bendava Meksîkayê de Serokê Amerîkayê Barack Obama di bernameyek televizyonê de nerazîbûna xwe anî zimên û şîrketa BP ji vê felaketê berpirsiyar girt. Derbûna petrolê ewqas mezin e ku ziyanek mezin daye derya û xwezayê. Herweha roj bi roj petrola ku herikîye nava behrê, xwe digihîne sînorên Amerîkayê jî. Ev jî tê wateya xerckirina pereyekî mezin û Amerîka ji bo destpêkê 69 milyon dolar ceze li şîrketa BP birrî.

 

Di vê derbarê de Berdevkê Qesra Spî Robert Gîbbs, da zanîn ku wan ev curma yekem ji bo ku zirarek mezin daye derûdorê û ji bo kêmkirina ziyanê li şîrketa BP birrîne. Şîrketa BP niha di nav hewldana saxlemkirina borî û lûleyên petrolê de ye. Her ku di xebata xwe de xeletiyekê bike, barê wê girantir dibe û cezeyên mezintir lê zêde dibin. Li gora pisporên petrolê dibêjin, derbûna petrolê wê di nava sê salan de bi 37 milyar dolaran ji şîrketa BP re bibe mal. Pispor dibêjin:“Tenê ji bo pakijkirina betrola ku herikiye nav behrê wê 15-23 milyar dolar xerc bibe“.

 

Piştî teqîna boriyên petrolê, rojê 19 hezar varîl petrol diherike kendavên Meksîka û Amerîkayê. Heta niha bi şêweyê pakijkirinê, 6 hezar varîl petrola herîkî berhev bûye. Ji bo paraztina lêmanên Amerîkayê, bi dirêjahiya 1300 kîlometro bergir hatine çêkirin û ji bo rawestandina herka petrolê, 17.500 leşgirên Amerîkî bin şev û roj dixebitin.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.