بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Xebata sê sala dijî zewaca bi zorê

Li ser navê û bi pişgiriya eyaIeta NRW, li Bielefeld û seranserê NRW, bi keç û jinên ciwan, li ser babeta zewaca bi zorê hat şewirîn, agahdarî hat dayîn û ji bo hêwirîn û alîkariyê hewcedarî hatin bicîh anîn.

Mala Keçan Bielefeld e.V. encama kar û xebata şewirdariya li ser înternetê ya parastina ji zewaca bi zorê ya 3 salên ewilîn eşkere dike. Berpirsiyara Mala Keçan li Bielefeld Birgit Hoffmann encaman weha eşkere dike: „Hema hema, di her du rojan carek, ji bo bûyerek nû daxwaza alîkariyê ji Mala Keçan hat kirin“ û lê zêdê dike: "Pêşkêşiya şewirdariyê li ser babetan hatiye cuda kirin. Di piraniya bûyeran da şêwirdarî wextekî dûr û dirêj ajot, da ku keç, bi biryara wan bi xwe bên parastin û pêşî li zewaceke bi zorê bê girtin." Bi taybetî, di rojên betlanan da diviyabû şewirdar bi lez tevbigerin, ger keç bi zorê ber bi welatên malbatan bên birin û li wir bên zewicandin.

Keçên ku daxwaza şewirdariyê dikin, ji malbatên koçber yên welatên cuda ne, piranî jî ji nifşa (generasyona) duwemîn anj jî sêwemîn ya malbatên penaber in.

Di stratejiya pêkanîna zewaca bi zorê da ev metod tên bikar anîn: Kontrola civakî, qedexekirina çûyina dibistanê, astengkirina bixwebiryardayînê, şantaja exlaqî heta îşkence, teda û gefa kuştinê.

Tehdît an jî zewaca bi zorê dikare van encaman bi xwe ra bîne: Tirs, tecrît, depresyon, xwe birîndar kirin, întîhar, nexweşiyên genetîk yên psîkolojîk.

Ji bo ku keçan ji xebata şêwirdariyê agahdar bikin, şewirdar, kar û xebatên ji bo raya giştî, wek plakat, afiş, agahdariya li ser malperên înternetê û her weha li NRW her sal 40 civînên dibistanan li dar dixin.

Avantaja şêwirdariyê di anonîmbûn û hêsabûna wê da ye. Hewcedarên şêwirdariye dikarin bi riya E-Mail, sohbeta bi tenê an jî bi komî ya di odeyeke taybet ya malperên înternetê muracatî buroya şêwirdariyê bikin. Ger hewce bibe, şêwirdariya li ser têlefonê an jî rû bi rû jî mumkun e.

Piraniya şewirdariyan (di sedî da 93) bi zmanê Elmanî bûn, ji ber ku piraniya keçan li vir mezin bûne û li Elmanyayê diçin dibistanê. Her weha ji bo keçan giring e, ku şewirdar ji heman kulturî ne û ji bo vê yekê jî wê bikaribin rewşa wan baştir hîs û fêm bikin. Malper bi 6 zmanan xizmet dide: Elmanî, Îngilizî, Tirkî, Kurdî, Albanî (Arnawûtî) û Erebî.

Digel alîkariya raste rast ji bo keçan, şewirdariya li ser înternetê wek navendeke pispor dijî zewaca bi zorê, di hin hêlên din da jî kar û xebatên çalak pêk anîn. Şêwirdar li gel dezgehên ciwanan, li gel polîs, dibistan û cihên şewirdariyê yên din çalakvanên profesyonel agahdar kirin û li ser vê babetê li eyalet û seranserê welat wek pispor civîn li dar xistin.

Zehmet e, ku mirov kar û xebata li ser pêşî lê girtina zewaca bi zorê wek istatîstîkî hejmarek pêşkêş bike, ji ber ku keç bi giştî cara duduyan li ser rewşa xwe agahdarî nadin şêwirdaran, lê belê piranî peşî li xirabtirîn bûyeran hatiye girtin. Şêwirdarek dîtinên xwe weha eşkere dike: "Çiqas zûtir keç muracatê şêwirdariya li ser înternetê bikin, beriya riya nevegerê, şansê hemû aliyan ê ku bikaribin riyeke din bibînin, zêdetir dibe."

Mala Keçan Bielefeld, di despêka 2010´an vir da şêwirdariya li ser înternetê li eyaleta Saarlandê jî bi rê va dibe."

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.