بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Iraqî - ELIRAQÎYYE PÊŞINYAR KIRÎYE KU POSTA SEROKÊ KOMAR JI BO CELAL TALEBANÎ BE Û POSTA SEROKÊ WEZÎRAN JÎ JI BO EYAD ELLAWÎ BE

PNA - Posta Serokatîya komar ji Celal Talebanî re hatîye destnîşankirin û dê posta serokatîya wezîran ji Eyad Eallawî re be û posta serokê parliyamentê jî ji Humam Hemûdî re bihê destnîankirin.

Jêderekî nêzîkî Îtilafa Niştimanîya Iraqî ku nexwest navê wî bihê aşkirakirin di daxuyanîyekê de ji rojnameya Şerqulewset ra ragihand, ku lîsta Eliraqîyye dixwaze bi lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî û lîsta Îtilfafa Niştîmanîya Iraqî re hevpeymanîyekê ava bike.

Evî jêderî weha jî got, ku ji bo ku ev hevpeymanîya han bihê avakirin, lîsta Eliraqîyye pêşinyarên xwe ji herdu alîyên kurd û Îtilafa Niştîmanî re şandîye.

Li angora pêşinyarên lîsta Eliraqîyye dê Celal Talebanî ji bo posta serokê komarê bihê destnîşankirin û posta serokê wezîran jî ji Eyad Ellawî re be û posta serokatîya parliyamentê jî ji Humam Hemûdî re bihê veqetandin.

Evî jêderî weha jî da zanîn, ku li angora pêşinyarên lîsta Eliraqîyye dê careka din jî Tariq Haşimî û Adil Ebdulmehdî wek cihgirê serokê komarê bihên destnîşankirin.

http://peyamner.com/details.aspx?l=5&id=192475

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.