بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çend tê kolandin, hîn zêdetir hestiyê mirovan tê dîtin

Amed: Hejmara hestiyên serê mirovan (kilox) ên di encama kolandina baxçeyê Baregeha JÎTEM’ê de derketin holê giha 23’an.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê yê Amedê ku di bin çavdêriya Dozgeriya Bi Rayeya Taybet de kolandina li Navenda JÎTEM'ê, hestiyê 19 mirovan hatibû dîtin.
Îro danê sibe bi arîkariya 20 karkeran xebatên kolandinê carekî din hatibûn dest pê kirin. Hate diyarkirin ku di encama berdewamkirina kolandinê de hestiyên serê 4 mirovên din hatine dîtin. Bi vî awayî hêjmara hestiyên mirovan ên hatin derxistin bû 23ê.
Kolandina 11'ê Çile li cihê dîrokî yê Kelha Hundir ya heya sala 1998'an wekî Fermandariya Koma JÎTEM'ê li Amedê dihate bikaranîn, berdewam dike.
Heftiya borî hestiyên mirovan ên hatine dîtin, ji bo testa DNA ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatibûn şandin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/11396.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.