بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Rêvebir_E on 22 June 2014

Di 10ê Hezîrana 2014an de koma terorê ya DAÎŞê („Ad-Davla Al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa-sh-Shām”) bi êrîşbirin û bi destxistina bajarê Mûsilê yê Kurdistanê di çapemenîya cîhanê de cih girt. Piştre vê Komê çend bajarên Iraqê yê sunnî xistin bin hêza xwe. Çend komployên têorî di derheqê vê bûyera DAIŞê de belav bûn. Em ê kêfxweş bibin ku em fikir û ramanên we yên di derheqê van bûyerên dawî de bibihîzin.

Agirî Soran: Gelek sipas bo vê keda we ya berkeftî. Di qonaxên aloz û tevlîhev de bêguman pêdivî bi gotûbêjên berfireh hene, da ku Kurd bikaribin van demên giran baş şirove bikin û ji bo hêzên xwe yên siyasî jî bikaribin bibin helwest.

Aso Zagrosî: Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û çend rayedarên din di derheqê pilanên DAÎŞê li ser êrîşkirina Mûsilê hêşyarî dane rêvibirîya Iraqê, lê mixabin hêşyarîyên wan piştguh kirine. Weke ku tê zanîn Amerîka telefonên serok û wezîrên Almanan bi rêya asayîşa xwe NSA guhdar kirine. Gelo çawa dibe ku bi pilanên DAÎŞê nehesiyabin?

Agirî Soran: Bi gelek nivîs an jî gotûbêjan em rewşê şirove dikin bêguman. Mirov nikare rewşa rojhilata navîn tenê bi bûyerên pêşçav ve şirove bike. Ji ber ku bi ketina sedsala 21 an de êdî guhertin û sererastkirina cîhanê wekî serdemên bihurî bi çekên giran û êrîşên atoman û çekên kîmyayî çênabe. Pêdivî bi vê yekê nemaye. Ev kar êdî bi rêka hêzên çekdarî pêk tên. Bi hizra min êdî ew diyalektîka navbera gel û hêzên mezin û gel û hêzên biçûk û bêhêz bi awayekî dijwar pêk tê. Cîhan wekî nanê tenurê li gorî çêja devê hêzên mezin tête sitrandin û bijartin.
Peymanên navdewletî li ser rojhilata navîn û Kurdistana xwedî erdeka dewlemend hemî li gorî giringiya petrolê çêdibe û li gorî dewlet û hêzên mezin tête pêkanîn. Piştî ku Kurd gavekê berbi pêşve çûn û peywendiya xwe li gel Tirkiyê kirin peywendiyekî mayende wê demê weznên herêmê jî hatin guhertin. Emerîka bêyî arîkariya Tirkiyê û gelik astengiyên Tirkiyê Iraq dagir kir û desthilata xwe bi windayiyên mezin jî be li Iraqê ava kir û derçû. Tirkiya ku di –Rizgarkirina Iraqê- de cih negirtin di sûdwergirtina Iraqê de di refê pêş de bûn. Bi hezaran kargeh û companyayên bazirganî li Herêma Kurdistanê û gelik deverên Iraqê bicih bûn. Êdî Peywendiyên Kurdan û Tirkiyê ji asta demkin û taktîkî derbas kir gihişte asteka mayendeyî û stratejîk, qet nebe di warê bazirganî de gihişte vê astê. Eve gaveka pir jî li gorî berjewendiyên Emerîka nebû. Ne tenê Emerîka Ewrûpa û hêzên dîtir yên mezin bi vê rewşê pir jî dilxweş nebûn. Wekî me li jor qala wê kirî êdî pêdivî bi çekên kîmyayî û destdirêjiyên hêzên şer yên dewleta tuneye. Ji bo vê yekê çekekî gelek encamdêr heye. Ev çeka ku bi her awayî navê pîroz dighîne hêzên wekî Emerîka û Ewrûpa, Ev çeka ku bi her awayî çavdêrû û kontrolê li ser hestên mirovan dike, hêrsa wan bi rengekî dikşîne ser xwe, Ev çeka ku bi bêdengî komê mirovan dikuje, kuştinê dike rewşekî gelek asayî hêzên çekdar yên Îslamî ne. Ola îslamê jî ji bo van senaryoyan ola herî guncaw e. Îraqê ne karî bi hemî rengî desthilatiya xwe li ser Kurdan û petrolê bike, di nava vêde gelek hesabên dîtir jî hene bêguman, hesabên Ereban, hesabên şiî û hêzên dîtir yên herêmê, lê belê bi hizra min dewra mezin ev senaryo dilîze. Îraqê parçeyek ji Iraqê diyarî DAÎŞ kir. Daîş ê tu dever rizgar û dagir nekirine. Iraqê ew xelat kirin. Ev yek jî bêyî xwestek, nexş, pîlan û armancên Emerîka û Ewrûpa çênabe.

Ne pêkane ku di serdemeke wisan de êdî mirov dikarin stêrkên li asîmana tune bikin, hêzek wekî çeteyan derkeve holê, li Iraqê, navenda petrolê di rojekê de 1700 mirovî bikuje. Wekî leyistika zarokane. Ev çek çekeke piralî ya hêzên mezin yên cîhanê ye. Hetanî bi kontrola derûnê mirovan jî bi rêka vê çekê tête kirin.
Dema ku DAÎŞ ketî Mûsilê de hikumeta navendî ya Iraqê bang li Kurdan kir ku nekevine tu deverê û êrîş nekin ser DAÎŞ. Bi salane Kurd Hikumeta Iraqê di vî warî de hişyar dikin. Lê bi hizra min evana hemî çîrokin, hiyarî ne pêwiste, DAÎŞ bi destê gelek hêzên rojhilata navîn û hêzên navdewletî hatiye avakirin û tête meşandin. Çeka herî mezin ya sedsala 21 an.

Aso Zagrosî: Sala 2016an dibe salvegera 100 mîn a ku Brîtanya û Fransa Kurdistanê bi peymana “Sykes picot”ê di nav xwe de par vekiribûn. Netewa ku herî pir neheqî û komkujiyê di bin vê peymanê de dîtiye, ya kurd e. DAÎŞ di 10ê Hezîranê de peymana “Sykes-Picot“ê qetant û binpê kir. Em ber bi 100 mîn salvegera vê peymanê ve diçin, gelo kurdên ku herî pir, ji vê peymanê zerar dîtine dê di vê pêvajoyê de çi bikin?

Agirî Soran: Kurd di nava gloka agir de siyasetê dikin. Bêguman rewşeke rehet nîne. Arazû û xwestekên me yên dil û rewşa rojhilata navîn wekî hev nameşin. Lêbelê vê carê rastiya pêşketinên rojhilata navîn bi aliyê Kurdan ve vediçerixe. Bi hemî nakokî, parçebûn, pevçûn û lihevnekirinên xwe ve jî dîsan Kurd di rojhilata navîn de hêza herî ser xwe û metirsîne ji bo herkesî. Êdî herkes pêwist dibîne ku Kurdan bigre nava nexşên xwe yên pêşerojê de. Êdî şûna dewlet û hikumetên welatên dagirkerên Kurdistanê herkes hesabê Kurdan dike. Li Rojhilatê Kurdistanê hîna ev rewş pênegihiştibe jî li Bakur, Başûr û Rojava rewşekî wisan heye. Herkesên ku hesabên xwe li ser Kurdistanê hebe êdî li gel Kurdan rûdine. Eve jî tê wê wateyê ku ji hemî demên dîrokê bêhtir vê demê bi bingekî saxlem Kurd bûne xwedî derfetên azad, bûne xwedî derfetên siyasî, aborî, çandî û bîrewerî.
Wekî her Kurdekî ezê jî bêjim, Kurd divê vê demê bibin yek, divê vê demê derfetan bikar bînin û xwe mezin bikin, divê destkeftiyên heyî têr nebînin û çavên xwe li gorî hêz û asta gelê Kurd berdin asta herî bilind ya rizgar û azadbûnê. Lê...
Kurd hîna ne di wê astê dene. Wekî min li jorê gotî, dilê û xwestek beşa pêkanîna nakin. Kurd piştî tekoşîna xwe ya sed salan hîna sedî sed ne gihiştine wê astê ku di parçeyan de xwe rizgar bikin. Başûrê Kurdistanê xwe gihandiye statuyekê û bi pargala dewleteke serbixwe kar dike. Lê belê hîna jî bi giştî ne welatekî serbixwe û azade. Him di warê siyasî de astengî li pêş vêya pirin, him di warê bazirganî de hîna jî ji bo gelik welatên herêmê û cîhanê metirsiye eve jî dibe sedema aloziyên wekî yên îro. Di rojhilata navîn cihek ji cihê herî ewle ji bo bazirganî û bicîbûnê Herêma Kurdistanê ye, lê belê ji ber ku pêçiya gelik hêzên navdewletî di nav Iraqê deye hîna jî wekî welatekî serbixwe, xwedî desthilatiya xwe bi xwe, xwedî aboriya xwe, xwedî artêşa xwe û xwedî diraf û remz û hertiştê xwe bi dawî nehatiye.
Li Rojavayê Kurdistanê jî ev hîna pêk nehatiye û dûr jî xuyan dike. PYD di demeke kin de li Rojava gihişte asteka bilind û di demeke kin de hişt ku Rojava piçekî bikevê rêka Bakur û Başûr ya azadbûnê de. Hetanî neha Rojava tenê ji bo Başûr, Bakur û Rojhilat hebû, lê îro ji bo parçeyê xwe heye. Bi çi xeletî, çi kêmasî, çi navî dibe bila bibe ji bo Rojava jî asteka baş hate girtin. Lê ev têra wêya nake ku bibe parçeyekî serbixwe. Bi avakirina kantonan ve di nava xwe de eve bêguman pêk nayê. An jî tenê bi artêşeke çekdarî, an jî bi parestina xwe li himber êrîşên hov eve têrê nake. Derveyî vêya jî hîna stratejiya Rojava ne diyare. Dê bi rejîma Sûrîve pêkve rewşeka siyasî bide Rojava an dê bi serê xwe bibe cihekî azad evana hîna ne diyarin. Rewşekî him li gel rejîmê him dijî rejîmê tê jiyandin. Di encam de ji her demê bêhtir Rojava bûbe ya xwe jî hîna ne di asta serbixwebûnê de ye.
Bakûrê Kurdistan jî rewşekî wekî rojava dijî. Rewşa aloz ji xwe di viradeye. Dê bi komara tirkî ve rewşeka azad bête ava kirin an dê bêyî tirkî pêşketin çêbibin hîna ewe jî sedî sed ne diyare. Aloziya siyasî berdewame. Bi Hikumetê ve rêkek hatiye destpêkirin lê eve dê çiqasî Kurdan azad bike ne diyare.

Herçend pirs ne ji bo hemî parçeyên Kurdistanê jî be ji bo vê yekê min kin derbirîn da ku mijar zelal bibe. Hîna Kurdan parçeyên xwe azad nekirine hetanî ku wekî hêzeke mezin ya Kurdistanê derkevine pêş. Lê Kurd eger berjewendiyên xwe yên parçegerî û yên netewî û Kurdistana mezin bikaribin bixin nava weznekî de, dibe ku wê demê piştî 100 salan Kurd karibin nexşa rojhilata navîn biguherin.

Aso Zagrosî: Serbazekî Amerîkayê ku di nav şerê Iraqê de cih girtibu, digot ku Geroge Bush dixwaze mîna Koreya başûr 60 salî di Iraqê de bimînin, lê rêveberiya serok Obama ew der wek Vietnam nirxand û leşkerê xwe tewa ji wurê kişand. Piştî ku Amerîka xwe vekişand (2011) serokwezîr Nurî El Maliki Sûnnî ji postên girîng dûrxistin û bê hêz kirin. Cigirê Serokkomar ji welêt revîya, Wezîrê bazirganîyê avête girtîgehê, gellek serleşkerê pilebilind û karkerên sazîyên dewletê ji kar dûrxistin. Nurî El Maliki koma leşkerên Dicleyê dijî Kurda şandibû, budceya Kurdistanê rawestandibû û pereyên mehane yê Pêşmergeyan jî nema şandin. Ti qanûnên yasaya Iraqê di derheqê Kurdan de (qanûna di derheqê Kerkûkê û herêmên din ku hê jî di bin kontrola Iraqê de ne) cihbicih nekirin. Nurî El Maliki li Bağdayê dîktatoriyeke Şîî damezirand. Gelo divê Kurd di vê pêvajoya şer de biryarek çawa bidin?

Agirî Soran: Di bersiva jor de min hindekî eve bersivand. Kurd bi raya min divê bi taybet di vê rojê de, roja ku êdî cîhan baweriya xwe bi hêza Kurdan tînê de hemî deverên Kurdistanê bixin bin dexstê xwe. Bêyî ku têkevin nava kelecaniyeka xafil û bêhesab, hêza xwe bidin diyarkirin. Di demên dîrokê de gelik rewşên wisan rû dane. Wekî dema Şêx Mehmud, hetanî Mehabad jî mirov dikare wisan bibîne. Dema hindekî bihêz dibin an ku derfetin dikevin dest wê demê bi kelecaniya hemî parça û rizgariya mezin xwe gelik deman avêtine nava agir. Ev xwestekeke pîroze lê herdem eve pêkan nabe. Lê îro ev derfet heye ku li Başûrê Kurdistan gelik deverên girêdayî erda Kurdan bin bikevin bin destê pêşmergeyên Kurd de û li gel berjewendiyên aborî berjewendiyên siyaseta netewî desthilat bibe. Îro ew derfet heye ku Kurd bibin dewleteka bi hêz. Eger ku Iraq bi çi siyasetê dibe bila bibe di nava rojekê de parçeyek ji Iraqê diyarî dide çeteyên Îslamî û erda Kurdistanê dixe diyarî wê demê hêzên Kurd û siyaseta Kurd divê karibe ji vê rewşê sûd werbigre û deverên girêdayî erda Kurdan bin bigre bin nîra xwe.

Aso Zagrosî: Berî niha bi demekê generalê Amerîkî David Patraeus di daxuyanîyekê de anîbû ziman, ku heke Amerîka bi balafiran êrîşî DAÎŞê bike, ewb ê “xizmeta şervanên Şîîyan bike“. Ji hêlekê ve DAÎŞ, di bin sîya îdeologîyeke mezhebî ya Sunnî de hêzeke ereb ya nijadperest e. Bi beşdarbûna Baasîyên berê, di nav refên DAÎŞê de, vê îdîyayê piştrast dike. Di nava çend refên Kurdan de “ev şer ne şerê me ye“ tê gotin. Heke hêzên weke DAÎŞê di herêmê de bi cih bibin, ew ê bibin cîranên Kurdistanê. Wekî din jî erebên Sunnî Musulê, Kerkûkê û çend herêmên din yê Kurdistanê wek axa xwe dinirxînin. Di pêşerojê de di şerekî navbera Kurdan û wan de ewê Tirk û çend welatên Ereban piştgirîya wan bikin. Kurdistan dikare helwesteke çawa bistîne ku pêşereojê jî di nav de binirxîne?

Agirî Soran: Bêguman hîna rewş germe. Di dema rewşên germ de kî hêza xwe di hola şer de diyar bike û him peywendiyên dîplomatîk, him hêza çekdarî baş bikar bîne di demên dahatî de jî dê hemî pêşketinên erênî di aliyê dî de bi çerixin. Gelik welatên wekî tirkî di nava yek rojê de erdên wekî kibrisê dagir kirine û paşê jî peywendiyên siyasî li ser vê dagirkirinê meşiyane lê tu sûda wan nebûye û nehiştiye ku Tirk ji wira şûnve biçin. Rewşekî wisan li Kurdistanê nîne, eger ku Kurd Mûsil û Kerkukê bixin bin nîra xwe de eve nabê dagirkeriya erdeke biyanî eve rizgarkirina erdên Kurdistanê ye. Bi her rengî Kurdistan dê di bin metirsiyê da be. Bi qasî Ereban, çavê Tirkan jî di wan erdan de heye. Lê belê piştî ku Kurdan erdên xwe rizgar kirin û xwe wekî hêzekî dewletî birêk xist ewqas hesan nîne bi desteka tirkan an jî ereban rewş dîsan bête guhertin. Tirkî ji aliyekî ve petrolê ji Kurdan dikire ji aliyê dîtir ve piştevaniya DAÎŞ dike. Rastiya awarte ya siyaseta rojhilata navîn nabe sedem ku Kurd bi şik û gumanên li himber siyasetê şûnve bimînin û destkeftiyên xwe ne parêzin an jî mezin nekin. Ji bo Ereban û çeteyên Ereban tu cewaziya Kurdan li Rojava û Başûr hetanî Bakur jî nîne. Berî ku Ereb Kurdan bikin misilman jî şerê êl û eşîrên Ereban û Kurdan hebûn. Ereb ji kurayiya dîrokê ve êrîşê dibin ser heman herêmên Kurdan. Rewşa neha, rewşa berî salên 600 a yên berî îslamê tîne pêş çavê me. Ereb bi piştevaniya Tirk û dewletên Ereb êrîşî bînin ser Kurdan rewş heman wekî rewşa dema misilmankirina Kurdan lê tê. Lê tenê cudayiyek heye vê carê Kurd piraniya xwe him misilmanin him dîsan rastî êrîşên Ereban tên.

Aso Zagrosî: Qesra Spî di van rojên dawî de ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, bi rêveberên Sunnî û Şîî re ketiye têkilîyê bo “tekoşînek hevbêş dijî terorê“ û “rêveberîya Dewletê bi rêya Şîî, Sunnî û Kurdan“ dîsa were pilankirin. Heke Kurd vê daxwaza Amerîka bi cih bînin, gelo divê Kurd kijan daxwazan ji Bağdayê bikin?

Agirî Soran: Kurd piştî vê nexşa hikumeta navendî ya Iraqê ku Mûsil li ser sêniyê diyarî da DAÎŞ dîsan di bin nîr û desthilatiya hikumeta navendî ya Iraqê de tevbigerin wê demê rewşa Kurdan dê qet nebaş be. Ji ber ku helwestê Iraqê di vê bûyera daîş ê de bû pêkenok. Cihekî wekî Mûsilê û hemî deverên ku navenda petrola cîhanê ne bêyî şer û pevçûn ji aliyê hêzekî çete ve tê dagirkirin eve ne tiştekî zeynî ye û nakeve serê tu kesekî. Ji bo vê yekê jî Kurd li gorî nexşên Emerîka tev bigere jî eger di nava vê de di bin navê yekîtiya iraqê, cûdayiya mezheban û tiştên wisan dîsan li gorî yasa, zagon û leyistikên Bexta tevbigerin Kurd dê gelek tiştan winsa bikin. Lê di van rojên dawî de gotinên wisan jî têne gotin. Çûyîna Malikî. Eger ku ser vê mijarê ji aliyê herkesî ve bixwaze ku bête girtin û pêvajoyeka bêdeng ya nû bête destpêkirin dê Malikî bête guhertin. Wê demê çêdibe ku Kurd dîsan bêdeng bimînin û li gel hikumeta navendî ya iraqê tevbgiherin. Lê çi dibe bila bibe di encam de li gel iraqê be ne li gel iraqê be Kurd azmûnekî xwebixwe meşandinê dijîn. Zû an dereng eve jî wan fêrî serbixwebûnê dike.

Aso Zagrosî: Rêveberên Kurdistana Başûr gelek caran behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Piştî ku artêşa Iraqê di gellek ciha de şerê dijî DAÎŞê wenda kiriye xwe ji herêma Kerkûkê vekişandîye, Pêşmergeyan ev cih xistine bin kontrola xwe. Gelo çima hêzên Pêşmerge ji Hemrînê destpêbike heya tewaya herêmên Kurdistanê naxê bin kontrola xwe? Gelo dê Kurd dîsa li benda cihanîna yasa Iraqê bin?

Agirî Soran: Me kêm zêde bersiva vê pirsê jî li jorê da rastî. Kurd piştî vê leyistika Iraqê çend li benda yasa û zagonên

Bexda bin ewqas dê ji dîroka xwe winda bikin. Hêza herî bi rêk û pêk, di warê siyasî de jî serkeftî hêza Kurdane. Lê Kurd vî derfetî eger ne karibin bikar bînin û binirxînin, dîsan bi tirks nêzîkî pêngavên siyasî yên mezin bibin dibe ku ew xeyalên Kurdan yên xweş dîsan bimînin ji refên bilind yên dîrokê re.

Aso Zagrosî: Ligel Tirkiyeyê hevpeymanîyên bazirganîyê, ramyarî û çandî hatina danîn, gelo Kurdistan dikare serxwebûna xwe eşkere bike? Wek ku li Bakurê Kurdistanê Tirkîy ti mafê kurdan nasnake ewê di derheqê serxwebûna Kurdistanê de kîjan biryaran bistine? Berî niha bi demekê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî komek ji PDK û YNK ligel rayedarên Îranê re civîya bûn. Rayedarên Îranê bi hemandemê “tifaqa Kurd û Şîîyan“ dianîn ziman. Gelo di vê rojê de Çaldirana duyem mimkin e an na? Heke mimkin be, gelo ewê hêzên Kurdan tevgereke çawa bimeşînin?

Agirî Soran: Êdî Tirkî ji serbixwebûna parçeyên dîtir yên Kurdistanê natirse. Her çend gelê Tirk di vî warî de hîna wê ehmeqiya xwe ya berê dijîn jî wekî Dewlet êdî Tirkî xwe ji bo vêya amade kiriye û eve 23 sale bi alozî û tevlîhevî jî be Kurdan wekî welatekî cîran dibînin.
Tirkî rewşa Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê tevlîhev nake. Tirkî siyaseteka piralî dimeşîne. Dema ku Kurdên Bakur ji siyaseta hêzên Kurd yên Bakur bêzar dibin û berê xwe didin Başûr an ku PDK wê demê tirkî gavên yekser davêje û dest tavêje pêvajoyê, dîsan digre bin kontrola xwe. Ji aliyekî ve bi siyaseta Kurd ya Bakur ve rûdine, ji aliyê dîtir ve bi Başûr ve rûdine. Bo vê yekê jî bi bîra min Tirkî ji Kurdistaneka azad ya Başûr ne adize û li gorî vêya jî amadeye. Ji ber ku ew ji Kurdên Bakur natirse. Di vî alîde siyaseteke têkilav dimeşîne ku Kurdên Bakur dijî Başûr hêrs bibin. Ji bo Tirkî Kurdistaneka azad ya Başûr tenê bi vî rengî metirsiye ku Kurdên Bakur bi her awayî piştevaniya wê bikin. Wê demê Tirkî dê bixwaze pêşî li vêya bigre.

Wekî dîtir, Îran jî dîsan wekî hesabê Tirkî Kurdistana Başûr bi têkilî, karîgerî, kom, sîxurên xwe ve dixwaze nêzîkî xwe bike. Îran welatekî tenêmayîye. Di warê aborî de jî dorpêçkiriye. Aboriya Îranê vê gavê herî zêde bi sînorên Tirkî û Başûrê Kurdistanê ve xwe ser piyan digre. Îran û Tirkî êdî bi zimanekî cûda, bi tekoşîneka cûda, ya aborî, yas siyasî, ya çandî ve şerê çaldiranê na lê şerê Hewlêr û Silêmaniyê dimeşînin.

Aso Zagrosî: Di dema ku DAÎŞ defacto sînoran radike de, Kurd jî hîna sînor, dîwar û hendekan nav xwe de bi cih dikin. Başûre Kurdistanê ji bo Kurdên cihanê destkeftîyên giring bi dest xistine ku peymana “Sykes-Picot“ê bi dawî bînin. PKK, dema ku hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ava bû, wan “komara şer ya Botan û Behdînanê“ damezrandibû. Îro jî li rojavayê Kurdistanê “Kantonan“ li hemberî Kurdistanê derdixe pêş. Hûn van teşebusan çawa dinirxînin?

Agirî Soran: Rewşa hêzên Kurd wekî min dayî diyarkirin bi şerê 100 salî ve dîsan jî rewşekî şûnveye hîna. Li himber cîhanê mezin bûne Kurd. Herkesek wan wekî hêzekî mezin dibîne û dipejirîne, lê belê arîşeyên nava Kurdan xwe bixwe berdewamin. Gelek sedemên vê hene. Em ne pejirînin jî, kêfa me jêre newê jî sedemên giring hene.
Kurd hîna di asta azadkirina parçeyan dene. Ji bo vê yekê jî ew asta hêzeke tenê ya Kurdan ku karibe ji bo herçar parçeyan bibe pêşeng û wan azad bike û dawî karibe wekî yek hêzê li ser Kurdistaneka azad bihizire tuneye.
Başûrê Kurdistanê li ser berjewendiyên başûrê Kurdistanê kur dibe. Eve jî rewşeke asayiye lê xisarê dide berjewendiyên netewî yên Kurdan. Siyaseta Rojhilata navîn tiştekî wisane ku pireke di navbera du agirande. Lê hêzên ku berpirsiyariya Kurdewarî girtî ser şanê xwe divê vî barî jî rabikin û biqasî berjewendiyên parçeyî berjewendiyên netewî jî bihizirin. Hikumeta Herêma Kurdistanê ji ber rewşa Başûrê Kurdistanê bi hikumeta Tirkî re başe, peywendiyên xwe başin û gelik caran jî di warê siyasî de aşkere wekî piştevanê hikumeta tirkî jî gavna davêje. Lê em vêya jibîr nekin dema ku Kurdên Başûr bi hêzên rejîma iraqê re di nava şer de bûn PKK peywendiyê xwe li gel hikumeta Iraqê hebû û başbû jî. Kurd di warê siyasî de bi taybet vê dema talî gelik hatin leyistokan. PDK bi Tirkî re başe, PYD bi Sûrî re başe, ê PKK jî bi hikumeta Tirkî re başe. Herkes ji bo berjewendiyê parçeyê xwe bi rejîman re peywendî çêdike. Ev dem û rewş min gelek şopand. Kurd gelik caran li ser peywendiyên baştir bi rejîman re pev diçin. Wekî ku bêjin peywendiya li gel hikumeta tirkî an sûrî an iraqê ji te bêhtir mafê meye. Şerê wan bo vê yekê çêdibin. Eger ku em li gorî siyaseta teng ya parçeyan bihizirin mafê herkesî heye. Îro PYD li Sûrî kanton di wateyekê de nîv serxwebûn ragihand lê li Qamişlo hêzên rejîma Esed hene. Di dema hilbijartinan de leşkerên esad di dema pîrozbahiyê de Kurdek kuştin û deh kes jî birîndar kirin û di nîvê qamişlo de. Ji aliyê dîtir ve Salih Muslim ku serokê tevgera Rojava ye û mirovekî kedkare jî bi malbata xwe ve di nava berxwedana Rojava de cih girt. Gelik daxuyanî dan da ku li gel MIT a tirkî rûnê. Tişên ku Kurd ji hevdû fam nakin evin. Îro li gel MÎT a tirkî rûniştin ji bo Kurdekî Bakur gelek ecêbe û seyre. Lê hemî hêzên Kurdan rûdinin. PKK rûdinê, PYD rûdinê û PDK rûdinê. Navê vê jî siyasete.
Li gel iraqê jî, li gel Sûrî jî li gel Îranê jî heman tişte. Ji bo tekoşîn û azadiya Rojava eve asayiye bêguman. Ez jî vê dibêjim îro herkes bi parçeyê xwe ve mijûle bo wê jî dema karek û kiryarek ne li gorî parçeyê wî bête kirin yekser li himber Kurdên parçeyê dîtir har dibe. Di vê dema ku li Îranê herroj çend Kurd têne kuştin de dîsan jî hemî hêzên Kurdan li gel Îranê rûdinên. Ê dê hal û rewşa kurdên Rojhilat çawa be?.
Nakokiyên PKK û PDK nakokiyeka dîrokî ya qirêje. Em jî şahidên vê qirêjiyê ne. PKK Başûrê Kurdistan ji bo xwe kire eniya paş an jî palpişt, di wateyekê de dixwest Başûrê Kurdistan fedayî tekoşîna xwe bike. Lê dema ku başûrê Kurdistan ev rewş ne pejirand êdî di wirade ben qetiyan. Neha di mêjiyê gelek Kurdan de eve 25 sale peyva –xiyanetê- hatiye bicîkirin. Eve rewşa herî xirab ya Kurdane. Hêzên Kurdan hemî an xayinin an jî tekoşînvan û şoreşgerin. Ji ber ku têkiliyê tevan li gel serdestan heye û di dema xwe de hemiyan xisar daye hêz an jî parçeyên dîtir. Li Îranê jî, li Sûrî jî, li Îraqê û Tirkî jî rewş eve bi dehan sale wisane. Lê vêya karim aşkere bêjim hêzeke wisan ku him parçeyê xwe him jî Kurdistana mezin bigre himbêza xwe û him siyaseteke li gorî vê, him hêzeke li gorî vê pêş bixe vê gavê tuneye. Herçend PKK û PDK wekî hêzên netewî li her çar parçeyan tev bigerin jî hêzên van parçeyan yên wan bixwene û ev siyaseta parçegeriyê ji holê ranake. Ev tiştên wekî xendekan, wekî kantonan, wekî bi girseyên gel şermezarkirin û hevdû qewitandin û tiştên wisan tev jî encama mêjiyê siyasetên kurd yên parçegeriyê û desthilatiyê ye.

Aso Zagrosî: Heke Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Ereban bikeve şer yan jî Kurdistana serbixwe damezirîne ew kurdên parên din yê Kurdistanê û yên derveyî Welêt, dikarin encamek çawa bistînîn?

Agirî Soran: Kurdistana Başûr eger welatekî serbixwe rabighîne bêgûman wê dilê Kurdan xweş be. Lê belê nikare barê hemî Kurdan rabike eve jî dê dilê gelek Kurdan xweş neke. Ji ber ku Kurd têniyê azadiyê ne, dema li cihekî Kurdistaneka azad ava bû dê xwestekên Kurdan zêde bibin û zehmete bersiva van xwetekan pêk bê û dê ji ber peywendiyên xwe yên siyasî yên herêmê dîsan ji aliyê Kurdên parçeyên dîtir ve bête rexnekirin û Kurdên parçeyên dîtir şûna ku encam derxînin ji bo xwe, dibe ku li gorî siyaseta welatên dagirker bêne leyistikan û tirsa min ewe ku dijminiya Kurdan wekî Kore û wekî gelik welatên dîtir berdewam bike. Lê xwestek, hêvî û hewldana me jî ewe ku ne tenê ji bo parçeyekî, an hêzeke siyasî lê belê bo hemî parçeyên Kurdan, bo hemî hêzên Kurdan em karibin bibin karker, şervan û tekoşînvan. Em jî vêya dikin.

Aso Zagrosî: Gellek spas ji bo ku we bersiva pirsên min dan. Her şad bin.

Agirî Soran: Gelek sipas bo we jî. Her hebin.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.