بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Wergêrê “Cîhana Sofî” ji bo zimanê kurdî Kî ye? (Hevpeyvîn) | Welat Azad

Ahmet Gegez demek berê pirtûkek klasîkên dinyê ya bi navê Sofîes World wergerand kurdî. Me li ser vê pirtûka Cîhana Sofî û li ser zimanê kurdî hevpeyvînek bi birêz Ahmet Gegez re çêkir. Li dû redaksiyonê em anha vê hevpeyvînê ji bona we xwendevanên hêja diweşînin…

WELAT AZAD : Kekê Ahmet tu dikare ji bona xwendevanên Welatname.com xwe bidin nasîn?

AHMET GEGEZ : Ez di sala 1952 an de li gundê Meşkîna Dêrika Çiyayê Mazî ku girêdayî bajarê Mêrdînê ye hatim cîhanê. Min dibistana seretayî li gundê xwe Meşkîna, dibistana navîn li navçeya xwe Dêrikê, lîse li navçeya Qoserê qedand û dû re demeke kurt li Bankeya Zîraetê a Qoserê xebitîm.

Min dû re li Enqereyê di nava salên 1973 û 1979 an de di Zanîngeha Hacettepe de Fakulteya Civaknasî û Kargerî, dibistana bilind a zanistiyên bingeh, di warê derûnî (psîkolojî), felsefe û di warê mamostetiyê de perwerdehî sitend. Min du salan li Zanîngeha Enqerê li Fakulteya Bijîşkê de, di derbarê qeyrana xwekuştinê û psîkoterapî de perwerdehî sitend.

Di sala 1980 ê de li nexweşxaneya dewletê ya bajarê Mêrdînê de weke şêwirmendê derûnnas (psîkolog) xebitîm û ji ber fikrên xwe yên siyasî hatim girtin. Piştî demeke dirêj di zindana Amedê de razam û pê ve sala 1990 an de min li şaredariya Çankaya ya Enqereyê dest bi kar kir.

Anha li şaredariya bajarokê Akdenîzê ku girêdayî bajarê Mersînê ye weke şêwirmendê şaredar dixebitim. Endamê Meclîsa Aşitiya Tirkîye û gelek komeleyên weke Komeleya Koçberên Koçî Herêma Deryaya Sipî kiriye de xebatên xwe yên ji bona aşti demokrasiyê didomînim.

WELAT AZAD : We ji bona çi xwest vê pirtûkê wergerînin kurdî.

AHMET GEGEZ : Bi rastî min di warê felsefe û civaknasiyê de di navbera xort û keçên kurdan di warê zimanê kurdî de min valahiyek didît.Ez civaknas im. Ji ber ku ez ji sosyolojî û felsefe hez dikim, min dixwest ku keç û xortên kurdan jî di vî warî de xwe bigihînin, bixwînin pêş de herin.Ji ber ku di dema me de em dvînin ku xort û keçên kurdan wekî din jî bes li temaşekirinê têne ser. Le belê temaşekirin ne bes e, divê em bifikirin divê em bixwînin divê em zanistê belav bikin ji bona pêşeroja gelê kurd ji bona gelê kurd di navbera neteweyên hemdemî de cîhê xwe bistîne divê bi zanistê bi ulm bi wêjeyê bi çandê xwe pêş de bixin.

Gava kum in xwest ez pirtûkek werê binvîsînim,min Cîhana Sofî bi dest xist û min xwend û fêm kir ku ez nikarim pirtûkek weke Cîhana Sofî ku ronîker birêz Josteîn Gaarder nivîsiye, pirtûkek werê xweş, giran û hevpakij li ser felsefê binivîsînim. Ji ber vê yekê min di sala 2004 an de biryar girt ku li ser vêya di warê zimanê kurdî de bixebitim. Salek derbasbû û wergera min pir nekete serê min.Cara duda ez li wê vegeriyam û di sala 2006 an de dîsa min dest bi wergerê kir.Îngilîzîya wê jî di destên min de hebû.The World of Sofîe ew jî di destê min de hebû. 4 salan ez li ser xebitîm û pê ve ket serê min.Hinek hevalên nivîskarên kurd jî hebûn ez bi wan jî şêwirîm.Gotin çar sal in te tahbet mezin pê re dîtiye gotin ku pirtûkek giranbuha ye û divê ev pirtûk bê weşandin. Ji ber vê yekê min biryar da û ev pirtûk wergerand kurdî û min bi zimanê kurdî weşand.

WELAT AZAD : Saeta we xweş be. Le gelo we ji bona çi ji bo wergerê Cîhana Sofî û bi taybetî Josteîn Gaarder hilbijart.

AHMET GEGEZ : Taybetiyên wê, weke min got pêwistiya pirtûkek werê ji bona keç û xortên kurdan hebû.Gava min ev pirtûk xwend min got ez pirtûkek werê binivîsînim dibe weke ji bergirtinê. Ev yeka jî ne tiştekî rast bû û min xwest ku pirtûkek werê bi kurdî jî hebe. Ji ber vê sedemê min Cîhana Sofî hilbijart. Pirtûkek pir girîng e. Derbasbûna ramana 3 hezar sala a mirovahiyê heya îro derdixe holê. Li ser ol li ser felsefe li ser zanistê derbasbûna 3 hezar salên mirovahiyê ye ev pirtûk. Ji ber vê yekê min biryar sitend.

WELAT AZAD : Gelo hûn dikarin bi kurtasî qala mijara Cîhana Sofî bikin.

AHMET GEGEZ : Wateya Sofî çiye, Sofî di ramana kevnare ya felseya Atîna ya Yewnan de tê maneya hêla xwedê ya mê. Sofî dehere dibistanê û keçek 13 salî ye. Gava ku dehere dibistanê û tê di qutîka postê kaxezekê divîne. Li kaxezê’’ tu kîye’’ hatiye nivîsandin. Dû re nivîseke dinê ku divê ‘’tu ji ku hatiye, ev kaînata çawa çêbûye, piştî jiyanê mirin heye’’ divîne. Herweha li ser van pirsên felsefîk tiştne di serê wê de çêdibe û dikeve nava xewn û xeyalan û divê ku li dibistanê çima van tiştana rê me nadin. Le Alberto fîlozofeke û divê ez ê dersa felsefê bidim te û tê bersîva van pirsan di serê xwe de şîrove bike. Sofî, Hîlde û Alberto qehremanên vê pirtûka ne.Carnan Sofî dibe Hîlde carnan Hîlde dibe Sofî û di navbera xeyalan de di navbera dinya wî alî û vî alî de dehere û tê. Weke têkeve hêlekanekê di navbera xeyalan û rastiyê de dehere û tê.Bi vî awayî pirtûk mijara xwe didomîne û taliyê ji Tales, Sokrates û heya dema me ya îro heya Marx hemû pirsên felsefîk têne şîrovekirin.

WELAT AZAD : Gelo dema we biryara wergerandinê da, ji bona destûrê yan jî ji bona daxwaza nivîsandina pêşgotinekê têkiliya we ji nivîskar Josteîn Gaarder re çêbû.

AHMET GEGEZ : Bi rastî min du caran ji Komeleya Koçberiya Mersînê telefonî ofîsa birêz Josteîn Gaarder kir le belê min ew zevt nekir. Yanî me têkilî bi hevdû re daneanî. Le min di sala 2006 an de jê re faks şand û min got vaye ez pirtûka te werdigerînim kurdî. Ew faksa min jê re şandiye hîna li cem min heye.Le nûnerê wî jinek bû, em bi wê re axifîn. Dû re me tiştek ji hevdî fêhm nekir. Dû re xwediyê weşanê hevalê Huseyîn re axifîn û wî hevalê Huseyîn got ez ê têkiliyê bi Josteîn Gaarder re dînim û destûra wî bixwazim. Ji xwe ji Wezareta Çandê jî bandrol hatibû sitendin.Em bi hevalên ku wergerandine tirkî jî re axifîn û wan got ku ji hêla me de tu pirsgirêk tuneye.Josteîn Gaarder jî mirovekî pêşketiye, demokrat e û li ser pirsgirêka kurdan jî fikirên wî hene.

WELAT AZAD : Cîhana Sofî xebata we ya yekemîn e di warê wergerê de?

AHMET GEGEZ : Na. Min berê jî bi amatorî werger kiriye le min neweşandiye. Cîhana Sofî di warê wergera fermî de xebata min ya yekem e.

WELAT AZAD : We kînga dest bi nivîsandina kurdî kir?

AHMET GEGEZ : Koka nivîsandina kurdî pir kûr e. Di sala 1976 an de li Qoserê me li Komeleya Alîkarî û Piştvaniyê de semîner bi kurdî dida. Li ser sosyalîzmê li ser civakê li ser pergalê.Di sala 1978 an de min û hevalê Ferhat Kurtay, dest bi xebata kurdî kir. Di 1980 de di girtîgeha Amedê de me ji ber ferhenga Dezgeha Ziman û Dîrokê ya Tirk me fergengek amade dikir. Em heya tîpa ‘’O’’ yê jî hatin le hûn dizanin derbeya 12 îlonê çêbû û Esat Oktay Yildiran hat. Li dû derbeyê me hinek veşartibû û Esat Oktay Yildiran nema hişt em vê pirtûkê derxin derve. Hevalê me Mazlûm Dogan ew pirtûk derdixist, hayê me jê çênedibû. Min da Ferhat Kûrtay em li ser warê ziman me di girtîgehê jî de xebat dikir.

Le ji sala 1990 an û vir de ez bi nivîsandina kurdî re têkildar im.Li ser zimanê kurdî xebata me kevn e. Ji ber vê yekê em dixwazin her heval li ser vê yekê ji bona zimanê xwe ji bona nasnameya xwe ji bona pêşketina kurdî bixebitin û di warên ku hewcedariya xort û keçên kurdan tê de heye jî em wergerê bikin. Em nikarin bivên bila klasîkên ewrûpa giştik bila ji nava kurdan derkevin. Hem ji bona her çar perçeyên Kurdistanê û hem ji bo gelê kurd di nava zimanekî de nêzîkî hev bibin bigihêjin hevdû.

Ez dixwazim klasîkên yewnanî, ewrûpî û îtalî bêne wergerandin ji bona kurdî, ku keç û xortên kurdan ji vê ronakbîriya kevn yan jî em bivên ya antîk sûde werbigirin. Ji ber van sedeman ez divêm werger xebateke girîng e xebateke pîroz e, giran e.

Divê her keç û xortên kurd di vî warî de xwe bigihînin û ev berhemên ku bi hezaran sal berê hatine nivîsandin, em nikarin ji nuh ve binivîsînin. Le belê divê em wergerînin û têxin xizmeta zimanê kurdî û ji bona yekîtiya her çar perçeyên Kurdistanê di vî warî de xebatan bikin.

WELAT AZAD : Rast e kekê Ahmet, ji xwe ev xalanê te anî ziman pêwistiyeke mezin e ji bona gelo kurd. Ji bona werê em divên hûn karekî pîroz dikin û em her dem serkeftinê ji we re dixwazin.

AHMET GEGEZ : Sipas, serkeftin ji me hemûyan re.

WELAT AZAD : Cîhana Sofî li kîjan weşanxaneyê hate çapkirin?

AHMET GEGEZ : Cîhana Sofî li Weşanxaneya Do hate çapkirin û ji weşanên Do derket. Min dixwest ez vê pirtûkê bigihîjînin kampanyaya zimanê kurdî. Weke Hûn dizanin siyasetmedaran û rojnameya Azadiya Welat kampanyaya zimanê kurdî vekirin. Le mixabin ji ber ku ew hevala hate girtin, astengî derket hemberî me û 5-6 mehan dereng derket.

WELAT AZAD : Li dû Cîhana sofî hûn difikirin tu klasîkên din yên cîhanê wergerînin kurdî.

AHMET GEGEZ : Belê hinek klasîkên dinyê di serê min de heye le ez dixwazim pirtûkên li ser girtîgeha Amedê ku heya anha hatine weşandin bidim ji xwe ez diim hev û min dest pê kiriye. Pirtûkek li ser girtîgeha Amedê ku tiştên nehatine gotin tiştên nehatine eşkerekirin tiştên ku di navbera du sê kesan de mane, ez ê pirtûkek werê binivîsînim.Ew ê hebekî dirêj dom bike. Wekî dinê jî bi kurdî ez dixwazim dîsa dewam bikim û tiştekî xweserî kurdan li ser felesefeyê pirtûkekê binivîsînim. Ez van her du pirtûkan binivîsînim ew ê têra min bikin. Wekî dinê hevalên xort û keçên kurdan ez dixwazim di vî warî de dewam bikin . Ez bawer im ew ê hîna tiştên xweşiktir rindtir ji bona gelê kurd binivîsînin û ez bawer dikim ku di warê wêje û zimanê kurdî de pêşketin çêbibin.

WELAT AZAD : Rast e kekê Ahmet, di van salên taliyê de di warê ziman û çanda kurdî de pêşketinên ku em pê kêfxweş dibin çêdibin. Her ku pirtûkek kurdî tê nivîsandin yan jî wergerek çêdibe em weke ciwanan pir pê kêfxweş dibin.

AHMET GEGEZ : Le mixabin kêmbûna xwendinê min xemgîn dike. Xort pir li televîzyonan û li tiştên kul i dijî sûda civakê ne eleqedar dibin bi wan mijûl dibin. Ez hêvîdar im ku ev xelitiyana ew ê kêm bibe û xort û keçên kurd vegerin ser xwendinê.

WELAT AZAD : Gelo hûn sedema ku xort kêm dixwînin çi divînin?

AHMET GEGEZ : Sedemên vê pirsgirêkê gelek in. Berî her tiştî di warê derûnasiyê de gava ku me re li zarokên kurdan dinere, berê tên dibistanê şoqekê derbas dikin. Ji ber ku bi zimanekî biyanî ve rû bir û dimînin. Zimanê tirkî û xwendina tirkî nexweş divînin naxwazin bixwînin, fêr bibin. Ji ber ku em giştik bi darê zorê elimîne tirkî. Em ne bi kêf û daxwaza xwe ne elimîne zimanê tirkî.

Gava em ji xwendin û fêrbûna zimanê tirkî dûr dikevin û em jê aciz dibin, em ji zimanê xwe jî dûr dikevin û ji bîr dikin. Ji bona ku xort û keçên kurdan têkevin karekî ji mecbûrî divê ku zimanê xwe înkar bikin ji ber vê sîstema munafiq ku musulman ji bona kesên gotin û kirina wan ne yek in bi kar tînin. Dema kurd dibistana seretayî xelas dikin ji xwe êdî nefretê ji xwendin û nivîsandinê dikin û naxwazin bixwînin. Herweha ji ber vê sedemê ji zimanê xwe jî dûr dikevin. Ji xwe dewletên dagirker vê yekê dixwazin. Dixwazin ku em ji xwendin û nivîsandina zimanê xwe dûr bikevin û em bivêjin em bi vî zimanî bixwînin em nabin tiştek em nikarin têkevin karekî û digihêjin wê qenaetê û divêjin ku em bielimin zimanên dewletên dagirker. Em li Tirkîye dielimin tirkî kurdî ji bîra dikin ,em li Îranê dielimin farisî kurdî ji bîra dikin, li nav ereban dielimin erebî û kurdî ji bîra dikin.

Vana giştik xetere ne û psîkolojiya zarokên kurdan bi vêya xera dibe û dûrî xwendinê dikevin. Li ser ve yekê tiştên ku em karin bikin hene yanî nîqaş bikin. Em bivêjin pedagog em bivêjin psîkolog, perwerdekar hemû divê herin zarokan bi zimanê zikmakî perwerde bikin.Anha em bi ser nakebin. Ne werê be ne mumkun e ku ji xwendin û nivîsandinê hez bikin.

WELAT AZAD : Rast e kekê Ahmet, heya ku kurdî nebe zimanê perwerdehiyê bi rastî pirsgirêkek mezin li pêşiya me heye. Le ez bawer im heya anha li dijî hemû qedexekirinan kû welatê me kirine çar perçe, ji hêla siyasî ve em dabeşî bi dehan perçeyan jî kirine, dîsa jî heya estekî me zimanê xwe parastiye.

Ahmet Gegez: Rast e, gotin ku em zimanê wan tune bikin, gelekî ku zimanê wî tune bibe ew ê jî tune bibe. Helbet yekî serokwezîr divê ku asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye. Le ev 85 sal e ku ew vî sûcî dikin û tu kes nikarin hesabê vî sûcî ji wan bipirsin. Le gelê kurd bi her awayî zimanê xwe li ser piyan hiştiye û zimanê xwe pêş de xistine. Kefa me te ku her dehere nezîkbûna zimanê kurdî ji hêla keç û xortên kurdan ve pêş ve dikeve.

WELAT AZAD : Li gorî baweriya min her nivîsandina gotinek kurdî xencerekî li sînga dagirkeran dixe.

AHMET GEGEZ : Belê, tunekirina zimanekî tiştekî şerm e, divê êdî dewletên dagirker ji ber xwe fedî bikin. Hem divên em musulman in, kurd jî musulman in, em birayên hev in, ji hêla dinê zarokên me yên heft salî dibin bi zorê, ji bona tunekirina zimanê kurdî zimanê xwe fêrî wan dikin. Ne ji bona ku kurd fêrî zanistê bibin yan jî mirovahiyê fêhm bikin. Ji bona kurdan tune bikin vê yekê werê dikin.

Armanca wan tunekirina gelê kurd e, le ez bawer im gelê kurd jî, xortên û keçên kurdan jî hişyar bûne û wê li hemberî vêya bisekinin û li ber xwe bidin û wê zimanê me her here pêş de bikeve.

Heviya me ew ku gelê kurd malperên kurdî zêde bikin. Li ser wêjeyê li ser çandê li ser hunerê koam çêbikin, rêxistinan ava bikin di her warî de kurdî bê axaftin, di partîyan de dfi komeleyan de û li her derê divê em fêrî zimanê xwe bibin. Ku em bivên bila her tiştî dewlet çêbike xelit e, dewlet ji xwe naxwaze em fêrî zimanê xwe bibin.Divê em pev re bixebitin ji bona zimanê xwe.Ziman tişetkî civakî ye. Divê gelê kurd li ser şano, wêje huner û muzîka xwe bixebite.

Divê em pev re tevbigerin û di warê nêzîkbûna hev de hemû rêxistin hevkariyê bikin. Ev yeka ew ê zûtir me pêş de bixe û di navbera her çar perçeyan de yekîtiyê ava bike. Ji her alî yekîtî ji kurdan re pêwist e. Divê vêya herkes zanibin û dujminatiya hev nekin. Neyartiya hevdû nekin. Ji derveyî wan neyar hene bila bi wan neyaran re tekoşînê bikin.Divê em di warê tiştên ku em karin li hev bikin werin cem hev. Ne mumkune ku fikira me sedî sedî wek hev be. Dibe ku em xwedî fikirên cûda bin, le divê em karibin werin cem hev û nîqaşan bikin. Divê em kurd yekîtiya xwe ava bikin.

Ji ber vê yekê em divên malperên werê ji me re pîroz bin û serkeftinê ji we re dixwazin.

WELAT AZAD : Sipas kekê Ahmet. Em jî ji bona vê hevpeyvîna sipasiya we dikin û di xebatên we de serkeftinê ji we re dixwazin. Bi hêviya ku hûn pirtûkên nuh binivîsînin, bimînin di xweşiyê de.

Welatname / Qoser

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.