Skip to main content

“Zarokên Agir û Rojê ”* | İsmail Beşikçi

Bo Bîranîna Rıdvan Kızgın**

Ev helbesta dirêj a Adnan Yücelî seranser gazinc e. Di hinek cihan de jî pesnên gerîlayan hatine zimên. (Adnan Yücel, Zarokên Agir û Rojê, Yurt Kitêb-Weşan, çapa 4.,Çile 2000)

Di cihekî helbestê de Adnan Yücel wiha dibêje.

Aha dunya,-aha tu- aha ax
Li ser şaxên bibê yên çar welatên cuda
Pel bi pel tu heltêyî datêyî(r.100)

Nîzama Navnetewî û Kurd

Kurd yek ji gelên otoktonên Rojhilata Navîn in. Li Rojhilata Navîn, ji serdemên berî zayînê de di derbarê Kurdan de agahî hene. Di serdema ‘Entîk de, yanî di navbera salên 3000-400 î B.Z.yê de, agahiyên derbarê Kurdan de bêtir zelal dibin.

Di dîrokê de Kurd, li derdora Gola Wanê, di navbera Gola Wanê û Gola Ormiyeyê de, li Bakurê Mezopotamyayê, li Zagrosan jiyane. Kurd îro jî li van deveran dijîn û vê xakê bi navê Kurdîstan tê nasîn. Kurd li hin deverên Kurdîstanê, bi Ermen, Asûr-Suryanî, Cihû, ‘Ereb, Farisan re û piştî sedsala yazdehan jî bi Tirkan re jiyane.

Di çaxên berî dîrokê û ‘entîkî de, li van deveran, Hûrî, Gotî, Mîtanî, Kastî, Sûbarî, Med... jiyane. Divê bi rêya lêkolînên dîrokî, arkeolojîk, antropolojîk pêwendiya van gelan çi qasî bi Kurdên îroyîn re heye bête derxistin.

Medên ku di dîroka Herodotî de derbas dibin, pêşiyên Kurdan e. Astyages Keyê Medan e( M.Ö. 585-550). Herodotos, Dîroka Herodotî, (Tirkiya wî, Müntekim Ökmen, yê bi Yunanî re rûbirû kiriye û pêşkêş kiriye, Azra Erhat, Weşanê Remzî, Kanûn 1973, Pirtûka Yekem)

Kardûkên ku Ksenefon, di berhema Anabasis de yanî ya bi navê Vegera Dehezaran de (M.Ö. 400) tîne zimên, Crytîyên ku di dîroka Strabon de, (M.Ö.220) di berhema Polybius de (M.Ö. 220), derbas dibin Kurd in.

Îroj, hin taybetmendiyên pir girîng î Kurdan û civata Kurdan hene. Ev taybetmendî bi vî awayî dikare bê diyar kirin. A yekem, îro li vê dunyayê, di nava gelên bêdewlet de, Kurd xwedî nufûsa herî pir in. Kurd di navenda Rojhilata Navîn de cih digrin. Nufûs/serjimara wan ji 40 milyonî bêtir e. Kurdîstan bi erdnîgariya xwe, ji 500 hezar kîlometre kareyê bêtir e. Lê di pêwendiyên navnetewî de Kurd û Kurdîstan ne xwedî tu statuyek siyasî ye.

Taybetmendiyeke girîng a dîrok, civata Kurdan jî dema Kurd tê gotin pêra dest bi pirsa “Koka Kurdan çi ye?” hatiye kirin. Di dunyayê de bi rehê tu gelekî wek ê Kurdan ne hatiye lîstin, serûbin kirin. Ev lêkolîn bo çi tên kirin, bo çi di rojevê de tê girtin diyar e. Li Tirkiyeyê heta van demên nêzîk jî ev lêkolîn bo ku bê gotin “Ji Tirkan cuda netewek bi navê Kurd nîne, li dunyayê zimanek bi navê Kurdî nîne, Kesên bi navê Kurd ‘eslê wan Tirk in, zimanê Kurdî jî devokek seretayiya zimanê Tirkî ye...” Bêguman ev ne Kurdnasî ye, ev dij-Kurdnasî ye.

Ev zîhniyet îro jî didome. Êdî, nayê gotin”Kurd Tirk in, Kurdî Tirkî ye.” Lê beşeke mezin a Kurdan ku bi Kirdkî/Kurmancî diaxivin ji wan re dibêjin ew ne Kurd in, ev zihniyeta berê ye.

Zihniyetek wek vê li Ermenîstanê jî heye. Li Ermenîstanê jî tê gotin ku Kurdên Êzîdî ne Kurd in. Kurdên Êzîdî ne bûne Xiristiyan paşê Misilmanî jî qebûl nekirine, Kurdên ‘eslî ne.

Taybetmendiya sêyem a dîroka Kurdan jî dabeşbûn û perçebûna Kurd Kurdîstanê ye. Îro Kurd di navenda Rojhilata Navîn de xwedî nufûsekî ji 40 milyonê zêdetir in. Lê Kurd û Kurdîstan hatiye dabeş kirin, perçe kirin û parve kirin. Li Rojhilata Navîn, avanebûna desthilatdariyeke navendiya Kurdan taybetmendiyeke pir girîng a dîrok û civata Kurdan e.

Nivîskarên wek Kamuran Melekendi û Aso Zagrosî di nivîsên xwe î di malpera www.newroz.com de nivîsîne behsa berhemeke dîroknasê Yunanî Plutarch(P.Z. 46-120) dikin. Aso Zagrosî, di nivîsa xwe ya bi navê Li Ser Gera Romayê û Medbûna Spartakus(2) (newroz.com 22 Nîsan 2011) de ev ramanên xwe tîne zimên. Hasan Yıldırım, di nivîsa xwe ya ku di heman malperê de weşiyaye de, bi destek girtina ji Kamuran Melekendi heman ramanan derdixe holê.(21 Heziran 2006)

Li gor van nivîskaran Plutarch, di berhema xwe ya bi navê Jiyanên Paralel de, (B.Z. 109-71) Spartakus Mîrzadeyê Medan e. Lê kesên ku ev berhema Plutarchî ji Yunanî wergerandine Îngilîzî, Almanî, Fransizî bo Spartakus, bi gotinên wek“Spartakus momadek ji Trakyayê ye ”, “Ji barbarên Trakyayê ye”, “Ji nimudeyiya ye” xwestine Med bûna Spartakus, Kurd bûna Spartakus veşêrin. Di wergerê de tehrîfat bûyerek e ku divê mirov bi baldarî li ser raweste. Ev, divê bibe şopeke girîng di rexneya Akademiya Rojava de. Li gor nivîskaran Plutarch, di berhema xwe de behsa pêwendiyên Keyayê Kardoxî, Keyatiya Romayê jî dike. Crassusê ku tevgera Spartakusî têk biriye, di şerekî ku li Bakurê Kurdîstanê bi Partan re kiriye de hatiye kuştin jî di heman berhemê de dibêje.

Plutark, di berhema Jiyanên Paralel de, di beşa ku jiyana Lucullusî jî digre dest de, behsa Kurd, Kurdîstan û Spartakusî dike. (Hakimoğlu Süleymen Özcan, Dîroka Kurdan, ‘Eşîr û Raperînên wan, Mijdar 2011, r.58,59)

Belavbûna Misilmantiyê li Kurdîstanê

Kurdan, di sedsala heftan de Misilmantî qebûl kirin. Di wan salan de Kurd, di navbera dunyaya Bizans, İran û ‘Ereban de wek ‘eşîrên xweser dijiyan. Mislimantî bi zora şûran bi Kurdan dane qebûl kirin. Di vî warî de Adnan Yücel wiha dibêje:

Ey welatê qedexeyan,
Dînan te perçe kirin,
Mezheban te talan kirin.(r.41)

Di sedsala yazdehan de, ji Asyaya Navîn, hêrîşên qebîleya Oguzan ber bi Xoresan, Îran, Kurdîstan, Anatoliayê ve dest pê kirin. Di vê serdemê de, Xelîfetiya Îslamê ku navenda wê Bexda bû yanî Împaratoriya ‘Ebasiyan jî lewaz ketibû, Kurdan, hikûmetên wek Merwanî, Hasanweyhî, Eyûbî, Erdelanî ava kiribûn.

Moxolan jî di sedsala sêzdemîn de herêmê dagir kir.

Pirsgirêk/Kêşeya Kurd çi ye?

Meseleya Kurd di ‘eslê xwe de kêşeya Kurdîstanê ye. Pirsgirêka Kurdîstanê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, li derdora 1920an, di serdema Cemiyeta Miletan de, dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurdîstan û Kurdan e û rapêçkirina mafê sazkirina dewleta serbixwe ya Kurdan e.

Dîroka Kurd û Kurdîstanê, ev dabeşbûn, perçebûn û parvebûn bi me vî nîşan dide: Dema ku gelek di serdemeke diyar a dîrokê de bi dabeşbûn, perçebûn û parvekirinê re rûbirû bimîne, bi pêşketina demê re ew rewşeke wisa jî diafirîne ku ji nûve di nava xwe de xwe hildibirîne, xwe zêde dike.

Dabeşkirina yekem a Kurd û Kurdîstanê, di sedsala 16. de pêk hatiye. Di çaryeka yekem a sedsala 16. de, di serdema şerê Çildêran a sala 1514an de, ku di navbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Îranê de bi beşdariya Padîşahê Osmanî Yavuz Sultan Selim û Şahê Îranê Şah İsmailî dabeşbûna pêşîn ket jiyanê… Ev di fî’liyatê de dabeşbûn û parvebûn bû. Di nava sedsala huvdemîn de, jî bi Peymana Qesra Şîrîn a 1639an ew fermî biye.

Bi Peymana Gulîstanê a ku piştî şerê Ûris û Îranê ku di salên 1812-1813an de pêk hatibû de hatibû îmze kirin, herêmeke girîn a ku Kurd lê dijiyan ketibû bin destê Çarîtiya Ûris. Piştî şerên Ûris û Îranê yên salên 1826-1828an bi Peymana Tirkmençayê Bakurê Kurdîstanê ku dibin destê Îranê de bû, bi temamî ketiye destê Ûris.

Dabeşbûna salên 1920an, a ku di serdema Koma Miletan de pêk hat, dabeşkirina Kurd û Kurdîstana di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de bû. Dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdîstanê karîgeriyeke wek qaqotê merivekî bê perçe kirin, wek mejiyê mirovekî bê belav kirin kiriye. Ev rewşê bi vî awayî îfade kirin mumkun e.

Îro li dunyayê, 207 dewlet hene. Bi veqetîna Başûrê Sûdanê ji Sûdanê, bi dewletbûna wê re ev hêjmar gihîştiye 208an. Ji van dewletan nufûsa beşeke pir mezin di biniya milyonekî re ye. Wek mînak di Yekîtiya Ewropayê de ku xwedî 27 endam e, Luxemburg, Kıbrıs û Malta, xwedî nufûsên ji milyonî kêmtir in. Ji 47 dewletên endamên Konseya Ewropayê nufûsa dewletên wek Andora, San Marino, Monaco, Liechtensteinê li dora 30-40 hezarî ye. Ev dewletên serbixwe ne. Endamên Netewên Yekbûyî ne, endamên Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê ne.

Ji endamên Konferansa Îslamê, Bahreyn, Katar, Cibuti xwedî nufûsek ji milyonî kêmtir in. Di dunyayê de dewletên ku nufûsa wan ji milyonekî jî kêmtir in hene. Li Okyanusyayê Nauru, Tavulu wiha ne. Nufûsa St. Heleneya li ‘Efrîkayê 6 hezar e.

Lê Kurdên ku bi nufûsa xwe ji 40 milyonî zêdetir in xwedî statuyeke siyasiya biçûçik jî nînin. Helbet ev helwesta li dij Kurdan a nîzama navnetewî hêjayê lêhûrbûnê ye. Ev statîkoya li dij Kurdan çawa hatiye ava kirin, çima qet naguhere? Lêhûrbûna li ser vanan girîng e. Helbestkar Adnan Yücel, jiber ku kurdan mijarên wiha nehanîne rojevê, jiber ku li ser wan neramîne Kurdan rexne dike, ji Kurdan gazinc dike.

Kesên ku di 1920an de Cemiyeta Miletan ava kirin, guhdariya daxwazên Kurdan nekirin. Nexwestin dengê Kurdan bibihîzin. Di vê serdemê de Kurd li ser piyan bûn. Li Başûrê Kurdîstanê Şêx Mehmûdê Berzencî, bo azadiya Kurdan şer dikir. Kurd û Kurdîstan di vê serdemê de hat dabeş kirin, perçe kirin, parve kirin. Ji pêvajoyên ku vê serdemê karekterîze dikirin yek jî, prensîba mafê netewan yê diyarkirina dahatuya xwe bû. Kurd û Kurdîstan, di vê serdema ku herî pir ev prensîb, hem ji aliyê rêveberên Yekîtiya Sowyetan wek Lenin, Stalin ve, hem ji aliyê Serokê DYAyê Wilson ve dihate parastin de, hatin dabeş kirin, perçe kirin, parve kirin.

Wek mînak, di dema manda/mêtingehên bi Brîtanyaya Mezin ve girêdayî wek Irak, Urdun, Filîstin, yên bi Fransayê ve girêdayî wek Suriye, Lubnanê ava dibûn de, mandayek Kurdîstanê ava nebû. Di wê serdemê de, wek mînak Şêx Mehmûd Kurdîstanek serbixwe dixwast. Dewletên emperyal ên serdemê Britanya Mezin û Fransa, Kurdîstanek serbixwe li wê bihêle, Kurdîstanek mêtingeh jî neramiyan. Di vê serdemê de, du hêzên mezin yên emperyal Brîtanya Mezin û Fransa bi her du dewletên kevnareyên Rojhilata Navîn, wek dewama Împaratoriya Osmanî Komara Tirkiyeyê û dewama Împaratoriya Îranê Şahîtiya nû ya Îranê, ev çar hêz, bi hev bu re, li ser serê Kurdan hatine xwarê.

Ax ew bahozên li pey hev tên
Mîr, keya, pêxember û yezdan
Kulîlkên Newrozê ku dihatin jêkirin bi şûran
Û qêrînên ku dihatin birîn bi dengê ne’lan
‘Ereban-Oguzan
Û Moxolên ku hespê wan herdem dixwarin kulîlkan
Ji nû ve piştî her bahozan
Ji nû ve di nava tofanan de sînor tên xêz kirin
Ne karik li serê kaniyan bi hev lîstin
Ne jî dengê çivîkan wek xweşiya sibehê vedan.
Ji her bahozek hewarek ma li pey
Û li çiyayan jî raperîn şîn bûn.(r.36)

Dîrok Çi ye?

Dîrok çi ye? Di dîrokê de bi hezaran bûyer diqewimin. Ji vanan ancax yên bala mirovan, bala lêkolîneran dikşînin, yên tên lêgerîn dikarin bibin mijara dîrokê. Di civatên ku ne Demokratîk in de, dê kîjan buyer bê lêgerîn kirin, li ser kîjan buyerê dê bê rawestin rewşeke bi îdeolojiya fermî re pêwendîdar e. Di civateke ne demokratîk de îdeolojiya fermî saziyeke ku jiyana ramanê, zanistê, hunerê birêve dibe. Dê kîjan mijar bêne lêkolînkirin, bi kîjan têgihan bêne lêkolîn kirin, ji aliyê îdeolojiya fermî ve têne diyar kirin. Tevî ku pir girîng in jî, gelek mijar hene ku ji aliyê îdeolojiya fermî ve hatine qedexe kirin. Dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdîstanê jî, mijareke ku li ser nayê rawestin, jiber vî awayî nabe malê dîrokê.

Kurd di dîrokê de her tim bi qetlî’aman re, bi operasyonên wek qetlî’aman re rûbirû mane. Lê jiber ku ev bi awakî cidî nehatine lêkolîn kirin, nehatine ser heş, nebûne mijara dîrokê. Tekoşîna ku di 30 salên dawî de bipêşketiye, bi xwe re lêpirsîna Kurdan a rabirduya xwe jî aniye. Di salên 1937-1938an de tiştê li Dêrsimê pêk hat bûyerek dîrokiya pir girîng e. Êdî Kurd vê bûyerê hûr hûr lêdikolin. Rojava, Ewropa, saziyên navnetewî çima wek vê bûyerê nabînin, nabihîzin, nizanin tevdigerin, ev mijareke pir girîng e divê bête lêgerîn. Helwesta li dij-Kurdan a Yekîtiya Sowyetan jî ne mijarek ji balê dûr e.

Em bifikirin ku li hember jenosîda Helebçeyê ya 16ê Adara 1988an jî Rojava, Dunya, saziyên navnetewî çavên xwe girtibûn. Li hember jenosîdeke wiha, li tu derê dunyayê, li hember rejîma sedam Husênne bi awayê dewlet bûn, ne di asta saziyên sivîl de, protestoyek pêk nehatibû. Ne li Tokyoyê, ne li Hüroşimayê, ne li Nagazakiyê, ne li DYAyê, ne li Parisê, ne li Londonê… li tu cihekî. Tel-Aviv xariç… Di heman rojan de, Konferansa Îslamê jî ku li Kuweytê di civînê de bû, di encamnameya xwe de, pêwistî bi anîna rojevê ya vê bûyerê nedîtiye. Di wan salan de, di konferansa Îslamê ya xwedî 53 endam de, Tirkiyeyê Serokomarê 7.Kenan Evren temsîl dikir. Saziyên navnetewî î wek Dewwletên cûrbicûr, Netewên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Konferansa Îslamê, Teşkîlata Ewleyî û Hevkarî ya Ewropayê li hember ev jenosîda li Kurdîstanê pêk hat bo çi bêdeng mane, ev mijareke divê bête lêkolîn kirin.

Gazinc… Ji Kurdan

Tu li kûderê bûy ey zarokê agir û rojê
Dema ku heskirina te ya gulan jî dihat qedexe kirin
Tu li kûderê bûyî? (r. 41)

Ey ‘egîtê ku tu gufteya hemû tembûranî
Kurdên Şedadiyan kî ne tu dizanî
Yê ji Cûdî ber bi Azarbegan ve dibe ba
Kanî bi kanî, rûbar bi rûbar wek şêranî
Di navbera Bizansî û Selçûkiyan de
Geh bi wî alî geh bi vî alî hawar anî
Ew kî ye tu dizanî?

Zarokên agir û rojê î bêronî
Çi ne ji rabirduya biîhtîşam li paş man
Bi navê dîn qurban bi qurban qetlî’am
Ji alî din de jî raperînên nîvçe man
Welatê we heye li nava welatan
Ku hûn bê welat man,
Zimanê we heye herî xweşik li nava zimanan
Ku hûn bê ziman man,
Hûn bi milyonan in li nava milyaran
Ku hûn bê kes man. (r.44)

Ew lêpirsîna gunehan nebes bû bo çarenûsan
Ew çileyên Huseynî hîn jî neqediyan
Çilan xwar ma hîn jî neçûn? (r. 44)

Zimanê te nîne li nav zimanan
“Bila hebe dewleta me”
Bajarê te nîne li nav bajaran
“Bila sax be mileta me”
Bi vana stranên te çûn li ber gurmîniyê
Helbest û dîlanên te çûn
Hêvî û xeyalên te çûn
Û komkirina te ya çar hezar salan
Ew kulîlkên te î nagîhanî
Ew gotinên te î wek destanan çûn
Çavên te î xweşik yên Mem û Zînî
Her şev li maseyên serxweşan
Li zimanên din li dengên din bûn mêvan. (r.68)

Cemiyeta Miletan, Netewên Yekbûyî û Kurd

Cemiyeta Miletan, piştî Şerê Dunyayê î Yekem, bo sazkirin û bipêşvebirina aştiyê, çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane di nava netewan de, hat saz kirin. Lê, Cemiyeta Miletan vî armancî pêk nehanî. Nikaribû bibe asteng li hember Şerê Cîhanî yê Duyem.

Di pêvajoya Şerê Cîhaniya Duyem de Kurd li ser piyan bûn. Li Rojhilatê Kurdîsatnê pêvajoya Komara mehabadê pêk hat. Piştî Şerê Cîhaniyê Duyem, dîsa, li ser rêxistinek ku aştiya navnetewî sazke û bi pêşxe hat rawestin. Bi balkêşana li ser lewaziyên Cemiyeta Miletan, Netewên Yekbûyî hat damezrandin. Lê yên ku Netewên Yekbûyî jî saz kirin guhdariya Kurdan nekirin. Ji daxwazên Kurdan re guhên xwe girtin, di bêstatûbûna Kurdan de tu guherîn pêk nehat.

Li Rojhilata Navîn, di derbarê Kurdan de bi gelemperî ev dikarin bêne gotin. Ev rewş, yanî dabeşkirin, perçekirin parvekirina Kurd û Kurdîstanê, birêvebirina Kurd û Kurdîstanê pir hêsan kiriye.

Heta Şerê Cîhaniyê Duyem di navbera Îngîltere, Fransa, Tirkiye, Îranê de, di mijara ku Kurdan di bin çewsadinê de bigrin de, hevkariyeke pir mezin hatiye kirin. Pakta sadabadê ya 1937an nîşaneya vî ye. Piştî Şerê Cîhanî yê Duyem jî ev hevkariya mezin, di nabera Tirkiye, Îran, Irak û Suriyeyê de hatiye domandin. Pakta Bexdayê ya 1955an ev hevkarî îşaret dike. Îngîltere, DYA, Fransa, Yekîtiya Sowyetan, her dem ev çewsandin destek kirine.

Li ser axa te sê şax mezin kirin
Ji heman kokê sê dijminên cuda
Kengê şaxek bilind dibû
Bi yên din didan jêkirin
Dabeş kirin-perçe kirin- birêve birin
Dema te şerê pelên xwe dida
Wan şaxên xwe
Di ava te de ajotin asîmanan (r.50)

Goştê li ber derê Wiyanayê ma
‘Estiyên te li şikeftên xalî yên çiya
Baş e navê wê ‘esra biîhtîşam çi bû
Ku her kêlîya wê wek erdhej dijiya
Piştî ji Asyayê ber bi Ewropayê bezî
Sedsalek girt û yeka nû vekir
Piştî sedsalek nipînû vekir
Navê wî çibû ew çiyayê ku hat hûr kirin û liba kirin
Û dengê pêşîn î Medya
Dengê wî yê pêşîn çi bû ku qedexe danîn li ser zimanê wî

Tu bûyî Balkan-tu bûyî Trablûs
Te kulîlkên xwe bi destên xwe pirçikand
Tu bûyî Çanakkale-tu bûyî seferberî
Li Dêrsimê te Çarîtiya mezin rawestand
Di daristan gelan de tu wek darek hêşînî
Di dawiya her şerek de tu şewitî
Tu bi sondxwarinên Erziromê
Bi sozdanên Sêwasê bawerbûyî
Dinava xwin û barûtê de tu rawestî mayî
Xeyalên te dît, li gor dilê xweyê saf te şîrove kir(r.51)

Li ser virên şêwirkirî sînor hatin kişandin
Çiya yeko yeko hatin perçe kirin
Mem li hêlek ma Zîn li hêlek
Torên têlan dirêj û hatine dirêj kirin
Û mayîn ketin navbera evîndaran
Li aliyek kirîv li aliyek xisim man
Li aliyek ax li aliyê din baran man
Hêviyên ku vala derketin
Û xayîntiyên ku ketin nava dostaniyan (r.54)

“Bi çar zimanên cuda çar heman qedexe
Di çar zincîrên cuda de çar heman êsîr”

Ey kortikên Ewropayê î rengê çiyan
We vê bûkê dabeş kir li çar perçeyan
Bê ku qet û qet jê bipirsiyan
Spîtiya evînê jî negihîşt şadiyan
We perçe perçe kir xavikan
Dahatû yê di nava xwînan
Digirî hînan jî wek li çiyayên çar welatan
Keziyên wê rûbarên bes ji xwînan
Fedîke ey dunya fedîke
Fedîke reşreşka li hember spîyan
Çi hebû li pişt wan sozên ku we dan

Niha bi çar zimanên cuda çar qedexe heman
Di çar zincîrên cuda de çar dîl in heman
Her kesek bavê Îshaq e
Bedredînê ji Sîmavnayê ye
Pîr Siltanê ji Sêwasê ye
Her darde krin ji nû ve wan zêde dike naqedîne
Ku gotinên wan bi zimanê wan qedexe ne (r.55)

Divê li ser peyvên “heman” û “cuda” yên di helbesta Adnan Yücelî de bê ramîn. Divê li ser van peyvan lêgerîn bête kirin.

Evîn qedexe bû li çar welatên cuda
Bo axêvnerên bi çar heman ziman
Û di çar heman zicîran de
Ji çar heman dîlan re
Yanî ji zarokên agir û rojê re

Ji aliyê tora têla Mem re zîndan û îşkence
Ji aliyê Zînê re gaza xerdelê mirin û Helebçe
Ey kelebçeya di milê evîn û rojê de
Li gor te dawiya vê rê bi kû ve diçe

Ez ku dayîkek im di berka dîrokê de
Ji aliyek ve berikê min bi tabûtê dertên ji zîndan
Ji aliyek ve mirin biser me de tê wek ewran
Teyrikên me bêdeng mane li qeraxa rûbaran
Her bihar vedimirin gulên me berî vebin li ser şaxan
Fedî bike ey dunya fedî bike
Gotina min ne ji her çaran re-ji we hemûyan re (r.92-93)

Evîn qedexe bû li çar welatên cuda
Qedexe bû paldana çiyan ji çiyan re
Qedexe bû ji avan re ketina nava hev
Li çiyayên agir bi hezaran şervan
Roj di zîndanan de bi sedan girtî (r.94)

Evîn qedexe bû li çar welatên cuda
Wisa ferman kiribûn paşa û lordan
Û di dilê gelek de
Wek perçê peqlewê sînor hatine xêz kirin
Ji wan re ne deşt hatine hîştin
Ne çiya, ne jî çoltaran
Ji wan re bes qedexe mane
,Ji çar ciyên cuda heman qedexe (r.95)

Tirkiye û Kurd

Di serdemên dawîn î Împaratoriya Osmanî de hin rojname û kovarên Kurdî dest bi weşanê kiribûn. Rojnameya Kürdîstanê di 1898an de li Qahîreyê dest bi weşanê kiribû. Paşê weşana xwe li bajarên Ewropayê wek Cenewre, Londonê, domandibû. Rojnameya Kurdîstanê di 1902yan de navber da weşana xwe. Hejmarên dawîn î Rojnameyê li Stenbolê hatibûn çap kirin.

Di 1908an de Cemiyeta Te’awun û Terakiya Kurdan hat ava kirin. Rojnameya Cemiyeta Te’awun û Terakiya Kurdan jî di heman tarîxî de dest bi weşanê kir. Di 1909an de Rojnameya Kurdîstanê dîsa dest bi weşanê kir. Di 1910an de li Stenbolê Cemiyeta Telebe û Hêviyê hat ava kirin. Bo jin, ciwan, zarok, hemalan… rêxistin hatin saz kirin. Lê rewşenbîrên Kurd bi piranî li Stenbolê civiyabûn.

Di 1913an de Kovara Rojî Kurd, di 1914an de Kovara Hetawe Kurd hatin weşandin. Tevî ku ev, car caran rastî lêpirsînan dihatin jî weşanên legal bûn. Xebatên sazkirina alfabeya Kurdî dest pê kirin. Mem û Zîn di 1919an de hat weşandin:

Di 1918an de Kovara Jîn, dest bi weşanê kir. Di 1919an de Rojnameya Kurdîstanê cara sêyem dest bi weşanê kir. Rojname û kovar li Stenbolê çap dibûn, li bajarên wek Gazete ve dergiler İstanbul’da basılıyor, Diyarbekir, Bedlîs, Mûş, Hekarî, Silêmanî, Kerkukê dihatin belav kirin.

Ramaneke Îtîhad û Terakî hebû ku dewleta Osmanî li gor etnîsîta Tirkan ji nû ve organîze bike. Li gor vê ramanê, di 1910an de planên berfreh hatin kirin. Di dema ku dewleta Osmanî, li dora etnîsîteya Tirk ji nû ve hat organîze kirin, hin pirsên girîng derketin holê. Di nava sînorên dewleta Osmanî de gelên xiristiyan wek Rûm, Ermenî, gelên Misilmanên ne Tirk wek Kurdan, ‘Elewî(Qizilbaş)yên ji etnîsîteya Tirkan an Kurdan dê çi bibûna?

Di planên hatine amade kirin de, di mijara çareserkirina van pirsan de ev hatin diyar kirin: Rûmên li derdora Deryareş, yên ku li Anatolia navên û Egeyê ne dê bên surgûn kirin. Dê nufûsa Ermenan, bi tehcîr, jenosîdê bête pûç kirin û tune kirin. Dê li hember Asûrî-Suryaniyan jî heman polîtîka bihata sepandin. Kurd dê ber bi Tirkîtiyê ve, Qizilbaş(‘Elewî) ber bi Misilmantiyê ve bihatana asîmîle kirin. Îtîhadkar bo ku vê projeyê têxin jiyanê li benda demeke munasib, li benda fersendekî bûn.

Îtîhadkaran dixwastin ekonomiya Osmanî jî bikin ekonomîkî netewî. Ev, dihat wateya desteserkirina mal û dewlemendiya Rûm û Ermenan; bo radestê mezinên Tirkên Misilman bikin.

Di pêvajoya şer de, projeyên li ser Rûm û Ermenan pêk hatin.

Di navbera salên 1919-1922yan de, di serdema şerên Tirk-Yunan û Tirk-Ermenî de bo alîkarî ji Kurdan bigre Mustafa Kemal bi Kurdan re hevkarî kir. Di Kongreya Erziromê de (Tîrmeh-Tebax 1919), di Kongreya Sêwasê de (Îlon 1919) û di Protokola Amasyayê de (Çotmeh 1919) mafên netewî î Kurdan tên zimên. Hat gotin “Piştî serkeftinê, dê mafên netewî î Kurdan bête dayîn” Alîkarî û hevkariya Kurdan bi vî awayî hat bi dest xistin.

Lê piştî serkeftinê, sozên ku berê ji Kurdan re dabûn nehatin cih. Dest bi Înkara Kurd û Kurdî hate kirin. Dihat gotin “Bi navê Kurdan etnisite tune, yên ku Kurd ji wan re tê gotin qebîlekî Tirkan e ku ji Asyaya Navîn hatine.”, “Zimanek bi navê Kurdî ji Tirkî cuda tuneye, zimanê ku jê re Kurdî tê gotin ji devokek Tirk pê ve ne tişteke.” Di salên 1910an de, kesên ku kovar û rojnameyên Kurdî dîtibûn jî digotin, “Zimanek bi navê Kurdî tune, Kurdî ne zimanê nivîsê ye.”

Ev polîtîka, sepandina înkar û îmhayê, wek bi kurtî me li jor hewlda em diyarbikin, ji aliyê dewletên ku bi hevkarî Kurd û Kurdîstanê bi rêvedibirin ve, bi awakî tûndî dihate piştevanî kirrin. DYA, Yekîtiya Sowyetan, paşê jî Federasyona Rûsya, Dewletên Ewropayî bi deng nekirina ji zilmê re, bi ev polîtîkaya nejatperest û cihêwaz re bûn hevpar.

Di serdema Komarê de li hember Kurdan polîtîkayek asîmîlasyonê bi tûndî hat sepandin/tetbîq kirin. Bo ku Kurdan ber bi Tirkîtiyê ve asîmîle bike, amûrên dewletê î îdeolojîk û zorkarî çewsîn bi awakî tûndî, hatin bikar anîn. Raperînên Kurdan î serdema Komarê bi polîtîkayên înkar û îmhayê hatine pelşandin.Komarê çi daye Kurdan helbet mijarek e ku layîqê lêkolînê ye.

Asîmîlasyona Qizilbaşan(‘Elewiyan) ber bi Misilmantiyê ve jî bi tûndî pêk hat, ji her gundekî re mizgevtek çêkirin, meleyek şandin hat dest pê kirin.

Di 1925an de berxwedana Mezin a Kurdan, di 1927-1932yan de berxwedana Agirî, di 1937-1938an de berxwedana Dêrsimê pêk hat. Piştê wê li Kurdîstanê bi qasî 20 salan bêdengiyek bû. Dîwana Herb a Xinis, Dîwana Herb a Bedlîs, di dîroka Kurd û Kurdîstanê de bûyerên girîng in.

Tam di dema ku cemre li erdê diketin
Dema ku li çiyan berf diheliyan
Û dema ku bêhna darsincan bêdeng kir çekan
Kevokek difire ji bajarê Cîbran
Li Çewlîk(Bîngol)ê li perava golek datîne
Li ser perên wê zîv tê ziman
Li ser çavên wê agirê çar hezar salan
Li ser destên wê vedibin kulîlkên azadiyê (r. 56)

Deng tev li dengê Xalidê Cîbranî bûbûn
Ji bajarê WanVan
Ji lûtkeyên Agiriyan (r. 60)

Wek bûkaniya keçek e Deştaberfan
Keçek por hinekirî ji keçan
Azadiyê dineqşîne li ser kilîman
Bi xêliya xwe ve dike moriyan
Diyarbekir ar e bi rengê hinan
Xwe dişewitîne asîmanên Pîran (r.57)

Êdî dil dişewitin bi êşan
Em dûr in ji menzîlan
Û kevoka Cîbran
Di keleha dijmin de wek esîran (r. 57)

Halid veşartin, şêx dane pêş,
Dijminê netew umethez dibêj (r. 58)

Bedlîs xîyanetek ji serî ta dawî
Li deşta Mûşê esîr e kuncî
Di malan de agir biye bi cî
Cihê surgûn û talanê ye kolan
Bajarê El’ezîzê bi sêpikê îdamê tijî
Di nava cendekan de nabuhure însan (r.59)

Ey newala Zîlan –newala Zîlan
Warê ‘egîtê Koçgîrî li kû deran
Dişewite hêlîna qertelê li lûtkeyan
Ne dengek, ne xeberek heye ji cîhan
Xwîn diherike ji birîna bêwelatiyê ya dilan
Û herî xerab
Deqa dabeşbûyînê naçe ji ‘eniyên wan (r.60)

Di ser Agirî de derbas bûye stêrka Karwankuj
Stêrka malan wêranker piştan xûzker nîne
Teyr(balinde)ên per hesin firiyane (r. 61)

Dawî hatibû li Diyarbekir û Pîran
Dawî hatibû li Agirî îsyan
Nehîştin teyrikê ser şaxan, zarokê ber pêsîran
Hatibû birîn gotin ji ser ziman
Kuştibûn rengê kulîlkan
Hatibû birîn dengên azadiyê
Hatibû rawestin li ber Dêrsimê (r. 63)
Pêşî nûçegîhanek tê kuştin li çeperê
Di xeyalên westiyayî û xewa şêrîn de
Paşê bombe dibarin li ser gundê sînê
Husênê Resik li xewa bêdawî
Dilê dayîka Besê dişewitî
Bavê Riza hêrsa xwe lêdida bi kevir û zinaran
Aliyekî wî dişewitî ji êşan
Aliyekî wî hewar hewara raperînan (r.63)

Ne Şahan dimîne ne ‘Elişêr Hozan
‘Egît dikevin yeko yeko li meydan
Zerîfeyê hemêz kiriye ‘Elîşerê li nav xwînan
Strana wî dibêje bo çiya û çoltaran
Ey kulîlkên bi xwînê şîn tên li Dêrsiman
Çi şer diqedin li ser vê axê
Ne jî mirov diqedin bikuştinê

Gelo bira bira nakuje dibêjin
Gelo xelata ji dijmin nagrin dibêjin
Dijminên ku bira bi bira dikujin
Gelo birakujan bi rê de nakujin (r.65)

Bi ‘egîtan re çiya jî hilweşîn
Li çiyan di nava şikeftan de
Li Tûjikê mirov di nava dûmanê de fetisîn
Êdî mirin jiyan e
Jiyan jî mirin e li Dêrsimê
Rûbarê Laçan diguhere rûbarê Laşan (r.66)

Di dawiya salên 1950yan de, li Başûrê Kurdîstanê, tevgera di bin lîderiya Mele Mistefa Berzanî de, li ser Kurdên ku li Bakurê Kurdîstanê dijîn jî bandor kir. Bûyera 49an di çarçoveya vê bandorê de pêk hat. Ji vê dîrokê bi şûn de, Başûrê Kurdîstanê bû dînamîkek diyarker li ser Bakurê Kurdîstanê. Dikare ji vê re bê gotin dînamîkek biyanî. ‘Eslê xwe de diyar e ku ev dînamîkekî hundurîn e.

Partiya Karkerên Tirkiyeyê ku di 1962 de hat damezrandin, bi Kurd û bi meseleya Kurdan re ‘eleqedar bû. Mitîngên Rojhilat ku di sala 1967an de, bi beşdariyên Partiya Karkerên Tirkiyeyê pêk hatin. Di dawiya salên 1960an de, di salên 1969-1970an de, li Enqereyê û Stenbolê, Komeleyên Çanda Rojhilata Şoreşger hatin damezrandin. Di Çotmeha 1970yan de di Kongreya Çarem a Partiya Karkerên Tirkiyeyê de, biryarek pêwendîdar bi meseleya Kurd re girt.

Di salên 1970-1971an de, Komeleya Çanda Rojhilata Şoreşger(DDKO) li bajar û navçeyên wek Diyarbekir, Silîva, Batman(Êlih), Erxenî. Kozluk(Hezax) jî hatin damezrandin.Di mehên havina 1970yan de, li gundan, tevgerek komandoya hat dest pê kirin.

Di 1971an de, artêşê, bi derbeyek leşkerî mudaxeleya jiyana siyasî kir. Rêveberiyê girt dest. Di 11ê Adara 1970yan de, li Iraqê, di navbera Mele Mistefa Berzanî Serokê PDKê û Serok Dewletê Iraqê Sedam Husên de di mijara xweseriya Kurdîstanê de peymanek hat kirin.
Ev peyman jî moralek mezin da Kurdên Bakurê Kurdîstanê, li ser Kurdan bandorek kûr kir. Sedemek girîngê darbeya 12ê Adara 1971an pêşîlêgirtina hişmendiya netewîya kurdan bû.

Di Çotmeha 1970an de, partiya Karkerên Tirkiyeyê jiber biryara wê ya Kurdan hat girtin. Li Diyarbekirê, di Dadgeha fermandariya Leşkeriya Awarte da, Kurdan parastina siyasî kir. Di jiyana ramana Kurd de cihek girîng ê parastina siyasî heye.

Di 1974an de ‘efya ‘umûmî hat îlan kirin. Lê zilm û zora li ser kurdan piştî 1974an jî dom kir. Ji nava vê zilm û zorê birêxistinek nû jî derket. Di vê pêvajoyê de, di van şert û mercan de PKK hat damezrandin. Bi pêşket. Di nava salên 1980yan de, di 15ê Tebaxê de tekoşîna gerîla da dest pê kirin.

Ewleyiya bi gerîlayan

Zarokên agir û rojê yên nemir
Şiyar bûye ji xewa çil salan
Bi zimanên din be jî
Naskiriye rengê dahatuyê ji pirtûkan
Dîtiye lal bûna xwe ya çend hezar salan
Bêdeng bûna xwe ya li çiyayên bin berfan
Bêdestbûna xwe ya li ber axan,
Bêbabûna xwe di nava bahozan
Xwendiye fam kiriye hûrik hûrik
Ne di cih bûna bêzanist raperînan
Û bêxevîbûna bûkaniyên bixwînan
Dîtiye fam kiriye
Wek gulekî dalqandiye wêrekiya xwe li singan (r.69)

Hatibû pêxistin agirê ku mabûn li bendan
Hatibû gerandin dest bi dest li hemû cîhan
Lotikên çirûskan bûn evîna li ser çavan
Li çiya şer bi hişmendî pêçan
Li zîndanan berxwedan her berxwedan
Û dengvedan bi lêvan
Her xayîntî çiriyabû wek çolan (r.76)

Bo ku çivîk di hêlîna xwe de bixwînin
Bo ku kulîlk li şaxê xwe vekirîbin
Dîtin ku kurfîtên nipîno pêwistin
Heta ku hemû rasteqîn dibe agir û dişewite
Pêwistî heye bi canên ku bi stranan dişewite
Pêwistî heye bi kesên ku bi xwîna xwe agir pêdixe û dişewit (r.86)

Vejîna Kurdan

Bi tekoşîna gerilayan re vejîneke pir mezin ya Kurdan pêk hatiye. Di pêvajoya tekoşînê de Kurd li xwe hay bûne, gihîştine hişmendiya civatî û netewî. Di pêkhatina dahatuya Kurdan de hişmendiya rola zimanê Kurdî, bo zimanê Kurdî tekoşîn kirin, bo vê xwedîbûna hişmendiyê bêguman pir girîng e.

Pirtûka Mustafa Aydoğan a bi navê Avên Kûr Herêk (Weşanên Dozê, Çile 2012) ji vî alî de pir bi nirx e. Di pirtûkê de nivîsên wî yên bi navê “Zimanê Lewaz Tune ye, Kurdên Lewaz Pir Hene”, “Pirsgirêka Min bi Zimanê Fermî re Heye”(r.137-174) watedar in. Bê zimanê Kurdî, bê jiyana zimanê Kurdî, hewldanên avakirina dahatuya Kurdan helwesteke nerast e. Ev helwest, bo Kurdan dahatuyek jî naafirîne.

Hikûmet jî, bo ku hinek bersiva vê bilindbûna hestên netewî î Kurdan bide, an bo ku asteng bike, li dibistanan behsa “dersên bijarte” dike. “Dersên bijarte” bo Kurdan pêşniyareke ku qet nayê qebûl kirin. Dibe ku Kurdî bo Tirkek, ‘Erebek û Farisek, Îngilîzek, Almanek, Çîniyek… wek derseke bijarte bikeve mufredatê. Lê ji kesên ku Kurdî zimanê wan yê zikmakiye re fikrek çewt e. Helbet dê Kurd, bi zimanê Kurdî perwerdeya mecbûrî biparêzin, bo vî bi dest xin dê di nava tekoşînê de bin.

*Ji aliyê Malahunerê ya Avayiyê ve, di 8-10 Hezîrana 2012an de li Stenbolê Panela Zarokên Agir û Rojê di Festîvala Edebiyat û Hunerê ya Adnan Yücelî de hat li dar xistin. Ev teksta axaftina Îsmaîl Beşikçi ye. Panelîstên din Sabahat Tuncel, (Mebûsa Stenbolê) Devrim Türkmen (Nûnerê Kedaeniyê) Moderator:Ersoy Şahin bû.

** Rıdvan Kızgın (1953-2010)
Rıdvan Kızgın, Evîndarek(Şêtek) Mafê Mirovan, Amadekarê weşanê, Şeyhmus Diken, Weşanên Satırarası, 2012, Enqere, di pirtûkê de nivîs, rojnivîsk, hin têbinî û nameyên Rıdavan Kızgınî cih digrin.

Wergera Ji Tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin. [email protected]

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.