Direkt zum Inhalt

Kerkûkî serdana birîndarên bombebarana Tirkiyeyê kir

PUKmedia/2010-06-21/16:46:35

Serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî bi hevalbendiya wezîrê plandanînê Elî Sindî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û parêzgarê Hewlêrê Ebdulrehman Mistefa, şeva bihurî serdana birîndarên firokeyên şerî yên Tirkiyeyê li nexweşxaneya Lihawarçûnê ya Hewlêrê kir.

Di serdana xwe de Kerkûkî û şandeya digel wî serdana zarokekî 4 salî yê bi navê Şaxewan Mihemed kir ku yek ji birîndarên xelkê gundê Daylayê ya ser bi qezaya Mêrgesurê ye.

Serokê parlamentoya bi tundî bombebaranên Tirkiyeyê şermezar kir û daxwaz kir ku arîşe bi rêya aştiyê û dûr ji tundûtujiyê bê çareserkirin. Herweha Kerkûkî daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di alîkariyên xwe yên bo malbatên lêqewmiyên bombebaranan de bilezîne û xizmetguzariyên pêwîst pêşkeş bike.

Cihê amaje ye, di encama bombebarana firokeyên şerî yên Tirkiyeyê yên bo ser gundên Daylayê ya Mergesurê de, ji yek malbatên keçeke 14 salî ya bi navê Zahîde Mihemed şehîd bû û birayê wê yê bi navê Şaxewan jî digel dayîka xwe bi giranî birîndar bûn.

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.